“Projeyên me yên aboriyê berhemê keda destê me jinan e”

Rêvebira Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star Şevîn Mihemed der barê asta pêşketinên aboriya jin û projeyên wan nirxand.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Bi avakirina Rêxistina Kongreya Star re, gelek komîteyên rêxistinkirina jinan hatin avakirin. Yek ji wan jî Komîteya Aboriya Jin e sala 2015’an hate avakirin. Di nava 7 salan de jinan di qada aborî de xwe rêxistin kirin û projeyên girîng ên weke çandinî, firoşgeh, sewalvanî  û kargeh vekirin. Li Kantona Qamişlo –Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelek proje û koperatîfên weke çandinî, kargeh, firoşgehên şêraniyê, fêkî û zebzeyan hatin pêşxistin. Jin bi rengekî aktîv tevlî van xebatan bûn û serkeftinên mezin di qada aborî de bi dest xistin. Rêvebera Komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star Şevîn Mihemed der barê asta pêşketinên aboriya jin û projeyên dane pêşiya xwe de nirxandin kir.
Şevîn girêdana jin bi aboriyê re bibîrxist û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Jin û xweza ji hevdu ne qut in, ji bo wê dikarîbû bi proje û koperatîfên aborî jiyaneke komînal bide avakirin. Jin bi xweserbûna aboriya xwe di bazaran de cîh digirin. Pirojeyên me yên aboriyê ji berhemên ax û keda me jinan e. Em berhemên kargehên xwe derbasî firoşgehên aboriya jin dikin û arzan difroşin. Ji bilî projeyên em niha bi rêve dibin gelek projeyên me di dema pêş de hene, mebesta me ew e civak bi giştî sûdê bigre û bê zar nemîne.”
Projeyên aboriya jin ên pêşerojê
Şevîn projeyên aboriya jin ên pêşerojê anî ziman û wiha gotina xwe bi dawî kir “Xebatên me yên aboriya jin berfireh dibin û projeyên heyî em xurt dikin. Proje û koperatîfên çandiniyê wê hemû bikevin xizmeta jin û civakê de îsal me genim, ceh, nîsk û nok çandine em ê ji berhemên axa xwe ya dewlemend êşên civaka xwe derman bikin û nahêlin muhtac bimînin. Projeya me ya xwedîkirina sewalan em ê fireh bikin hêjmara serwalan di van projeyan de zêde bikin û berhemên wan jî li fooşgehê û bazarên jin wê bên firotin. Bi van projeyan me derfetên kar ji jinan vekirin û pêwîstiyên civaka xwe jî pêk anîn. Me dizanîbû rojên wiha zehmet li pêşiya mene ji bo wê me girîngê her dida xweseriya aboriya jin. Em ê her di nava hewildanên pêşxistinê de bin û aboriya civaka xwe biparêzin.”