Projeya koperatîfa Nisrîn a pêdiviyên paqijiyê

Jina bi navê Evîn Temir ev 7 sal di firoşgeha Nisrîn a pêdiviyên paqijiyê de li taxa Hilêlî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixebite. Evîn da zanîn ku civak û endamên koperatîfê gelek sûd ji firoşgeha wê werdigrin.

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Koperatîf yek ji projeyên aborî ye ku ji bo alîkariya civakê tê pêşxistin her wiha endamên koperatîfê û civakê sûdeke mezin jê wedigrin. Bi armanca pêşxistina aboriya civakê li Bakurê Sûriyeyê gelek koperatîf tên avakirin û ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelek koperatîf ji aliyê komîteya aborî û komînên taxan ve hatine avakirin, yek ji wan koperatîfa Nisrîn a pêdiviyên paqijiyê ye ku ji aliyê komîna taxa Hilêliya ya bajarê Qamişloyê ve û li gorî pêwîstiyên gel ev 7 sal hatiya avakirin. Têkildarî mijarê jina bi navê Evîn Temir ku 7 sal in di firoşgeha Nisrîn a pêdiviyên paqijiyê de dixebite der barê koperatîfê de ji me re axivî.
 Girîngiya avakriina koperatîfan
Evîn girîngiya koperatîfan û avakirina wan anî ziman û wiha got: “Pergala Kapîtelîzmê ya ku cîhanê bi rê ve dibe ezezîtiyê xistiye nava civakan, pê re jî hin kesayetên ji civakê desthilatdarî li ser civakê dane meşandin û hemû enerjiya wan mijandin. Xwestin her kes ji wan re bibe xizmetkar da ku tenê berjewendiyên xwe bidin meşandin û tenê ji xwe re sûdê wergirin. Ji bo ku ev pergal were hilweşandin û pergala me bibe pergaleke civakî her wiha bi rengekî komînal bi hev re kar kirin, projeya demokrasiyê ya di herêmê de hat rûniştandin çareseriya hemû pirsgirêkan bû. Em jî bi baweriyeke mezin tevli van xebatên avakirinê bûn û pêşketinên ber bi çav bi xwe re me anîn. Projeya me ya bi navê Nesrîn ev 7 sal in ji bo pêşkêşkirina alavên paqijiyê hatiye avakirin. Bazar dûrî taxa me ye, pêwîstiya me bi firoşgeheke wiha hebû û rastî qebûlkirineke pir mezin ji aliyê jinên taxê de hat.”
 “Bi avakirina koperatîfan re her kes sûdê werdigre”
Evîn bal kişand ser tevlîbûna endaman ji koperatîfê re, zehmetiyên ku kişand û wiha domand: “Di destpêka avakirina koperatîfê de me 10 kesan cihê xwe di nav de digirt. Piştî salekê dema ku me dît pêşketin heye êdî me 44 kes di nava koperatîfê de li xwe zêde kirin. Niha em bi 54 kesan karê xwe di koperatîfê de berdewam dikin. Di firoşgehê de dermanên paqijiya cil, mal û hemû pêdiviyên pêwîst ên paqijiyê tên peydakirin. Di pêvajoya ku Rojava ji aliyê aborî ve hat dorpêckirin de, me dest bi koperatîfê kir. Di wê demê de me pir zehmetî kişandin, ji ber hemû pêwîstiyên me ji bazirganan digirtin kêm bûn û ger peyda jî bibûya bi buhayê giran difirotin me. Niha derfetên me bêtir in, ji ber li Rojavayê Kurdistanê jî kargehên me hene û em dikarin bi rengekî rehet pêwîstiyên firoşgehê bînin. Pêşinyara me ew e ku hejmara koperatîfan were zêdekirin da ku derfetên xebatê bêtir li pêşiya jinan werin vekirin.” 
“Ji bo aborî bibe aboriya civakê pêwîstiyên me bi koperatîfan heye”
Evîn sûdên avakirina proje û koperatîfan bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Civak û endamên koperatîfê gelek sûd ji firoşgehê werdigrin her wiha wek malbat ez û hevjînê xwe jî me gelek sûd ji vê koperatîfê wergirtiye. Bi saya şoreşa Rojava jin dikaribûn cihê xwe di nava hemû qadên jiyanê de bigrin, rehet bixebitin û zîhniyeta civakê ya li ser jinan biguherînin. Ji bo aborî bibe aboriya civakê pêwîstiya me bi koperatîfan heye, em her tim di nava hewldanan de ne ku koperatîfan li gorî pêwîstiyên civakê bidin avakirin.”