Projeya jinan "El-Bereke" derfetên kar dafirîne

Suher Înad ku berpirsa Projeya Bereke ya xwarinên gelêrî ye diyar dike ku ji bo firehkirina qada projeyê, di medyaya civakî de li ser komeleyên ku bi projeyên jinan re eleqedar dibin dest bi lêkolînê kiriye.

 
TEHRÎN BENÎ SEXIR
Ramallah - Berpirsa Projeya Bereke ya ji bo xwarinên gelêrî Suher Înad dibêje ku wê ramana projeyê di bin şert û mercên dijwar de ji ber nebûna derfetên kar û ji ber malbatê xwedî dike dest pê kiriye. Suher Cemal Înad a 35 salî, ji gundê Yasid ê Navçeya Nabilsê di 2017’an de dest bi projeya El-Bereke bo xwarinên gelêrî kir.
Soher Înad dibêje; "Ji ber ku di çêkirina hin hilberînên malê de zanebûna min têr bû, di nav de çêkirina şîranî, tirşî û xwarinên gelêrî, min ev berhem li malê çêdikir û hin ji wan dişandin ji malbat û xizmên xwe re. Hilberînên min gelekî dihatin ecibandin.”
Destpêkê em bê moral bûn lê em bi israr xebitîn
Li ser awayê kirîn û firotina hilberînên xwe jî dibêje; "Berê me malzemeyên malê ji firoşgehên bazirganî dikiriyan, ji ber vê yekê min hilberînên xwe bêtirî ji firoşgehekê danîn û firotin. Tevî ku çend caran tek çûm jî vê yekê biryardariya min neşikand. Carna me pejirandin û hin caran jî redkirin didît. Ez înkar nakim ku di destpêkê de em bê moral bûn lê min israra xwe zêde kir û bi azwerî xebitîm. Min biryar da ku projeya xwe bimeşînim da ku hilberînên xwe baştir bikim û bi rastî piştî êşek dirêj, min karîbû bi berdewamî bi hin bazirganan re têkilî daynim. Ji bo firehkirina qada projeyê, min di medyaya civakî de li komeleyên ku bi projeyên jinan re eleqedar dibin dest bi lêgerînê kir. Piştî lêkolînên domdar, em gihîştin komeleya Asala ku projeyên jinên li gundan dijîn û li ser hilberînên cuda û kevneşopiyê dixebitin. Bi saya wan em hêzê digirin da ku li gorî awayên jiyana rojane piştgiriya zarokên xwe bikin.”
Suher Înad diyar kir, di encamê de komeleyê hişt ku beşdarî çend çalakiyên kirîn û firotinê bibe û hejmarek baş ji xerîdaran an zibûnan nas bike. Her wiha alîkarî û rahênanê li ser awayê danasîn û firotina hilberînên xwe yên malê wergirt.
Komeleya Jinên Karsaziyê ya Asala, rêxistinek sivîl a Filistînî ye ku xebata xwe di 1997’de dest pê kir, li ser behreyên jinên Filistînê û zêdekirina derfetên kar her wiha bo hevsengiya mafan kar dike.