Projeya ji bo pêşxistina rewşa aborî ya jinan

Projeya hesabkirina elektronîk ji bo hêzdarkirina jinan di warê aborî de dê bikeve meriyetê. Eyaa Ewde ya 20 salî, xwendekara pêwendiyên giştî ye li Zanîngeha Serkeftinê ya Niştimanî bi hevalên xwe re pêşengî ji vê projeyê dike.

 
 TEHRÎR BENÎ SEXIR 
Ramallah- Ji bo hêzdarbûna jinan di warê aborî de û ji bo çareseriya pirsgirêka çandiniyê li gel cotkarên li Filistînê Eyaa Ewde bi komek ji ciwanan re pêşengî kir ku projeya Hesibandina Elektronîk a çandiniyê ava bike.
Di demsalên çandiniyê de cotkarên Filistînê gelek hilberînên xwe winda dikin ku ew jî di encama zêdebûna zeviyan û daketina nirxên wan di sûkan de ye. Ji bo wê hin cotkar neçar dibin ku wan hilberînan bavêjin bêyî ku tu çareserî bo wan re were dîtin.
Eyaa Ewde ya 20 salî, xwendekara pêwendiyên giştî li Zanîngeha Serkeftinê ya Niştimanî ye. Ew di sala xwe ya duyem de ye ew di pêwendiyên giştî de bi saziya Hult Prize re ya ku di warê xwendin û perwerdeyê de pêşeng e re kar kir. Her wiha projeya Hesibandina Elektronîk bi komek ji ciwanên bi navê Mihemed Xanim, Mehmûd Serwan û Mihemed Erefa re damezirand.
Eyaa Ewed dibêje ku projeya Hesbandina Elektronîk li ser karûbarên hilbirînên cotkaran û bazirganan radibe û bi wan re dibe alîkar da ku bigihîjin serfkaran bi hebûna avantajek ku bihêle hilberînên cotkaran zirarê nebînin.
Hêzdarbûna jinan di warê aborî de
Eyaa Ewed destnîşan kir ku ew ê bi riya beşa pîşesaziyê hilberînan ji jinan re veguherînin da ku ji xwe re xwarinê çêbikin û bi vî awayî ew ê karibin jinan di aliyê aborî de bi hêz bikin. Her wiha da zanîn ku ev raman di encama qedexeya derketina derve di dema coronayê de pêre çêbûye, ji ber ku cotkar ji bo bidestxistina şînahiya zeviyan rastî gelek pirsgirêkan dihatin.
Li ser bidesxistina piştgiriya ji projeyê re Eyaa wiha dibêje; “Me piştgirî ji malbat û saziya Hulat Pirze girt, wan derfet da me ku em beşdarî pêşbirka cîhanî ya ku di vê salê de de pirsgirêka xwarinê Food For Good girt dest. Em li ser asta zanîngehê bi ser ketin û em bi projeya xwe li ser asta cîhanî şaraza bûn. Ger ku em serkeftina dawî jî bi dest bixin wê demê em ê miqdarek pere qezenc bikin ku ew jî bi milyonek dolar ê Emerîkayê ye.
Eyaa Ewed peyamekê ji nifşên ciwan re şand û tê de got ku ew piştgiriya ciwanan ji bo projeyên wan ên taybet dike lê bi rêbazeke ku li ser hewcedariya sûkê be ji ber ku armanca projeyan pêkanîna armancan e ku ew ê hewl bide pirsgirêkên civakê çareser bike.