Piştî berhevkirina pembo, jinên cotkar dest bi komkirina qirşan kirin

Cotkar Fatima Mihemed a 38 salî piştî ku pembo hat berhevkirin, niha tevî 8 zarokên xwe dest bi komkirina qirşan kiriye da zanîn ku qirş alternatîfa nepeydakirina mazotê ye her wiha ji bo çêkirina nanê tenûrê û xwarina li ser agir wan bi kar tînin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Xweza bi ax, dar, av û hemû tiştên xwe derman e. Jina xuliqkar ji xwezayê her pêwîstiyên mala xwe bi cih tîne û ji nebûnê hebûnê diafirîne. Jin û xweza jî hev temam dikin. Bi van rê û rêbazan jin êdî vedigere serdema dayiksalariyê û ya rast jî jin rast e, ji ber bandora hişmendiya mêr li ser wê hinekî ji rastiya xwe dûr ketibû. Lê niha û bi saya şoreşa ku her roj pêk tîne êdî hewla vegera wê dîrokê jî dide. Dayik bi çandiniyê re zêde mijûl dibin û bi vê yekê jî sûdê li civaka xwe dikin û ji aliyekî din ve jî çanda xwe diparêzin. Herêma Cizîrê herêmeke ku bi çandiniyê re mijûl dibe û ev yek ji ber ava Firatê û Xabûrê ya zêde. Lê di van çend salên dawî de, ji ber ku dewleta tirk a dagirker şerê avê dide meşandin êdî asteke çandinî bi paş ketiye û bi taybetî çinîna pembo. Cotkar Fatima Mihemed 38 salî ye û dayika 8 zarokan e, piştî berhevkirina pembo dest bi komkirina qirşan kiriye. Fatima der barê vê mijarê de ji me re axivî. 
Êdî dema komkirina qirşên pembo ye
Fatima wiha dest bi axaftina xwe kir: "Qirşan Ji bo çêkirina nanê tenûrê û yê sêlê, çêkirina xwarinê li ser agir û ji bo sobeyê bi kar tînim û carna jî di şevên zivistanê de, em xwe li ber germ dikin. Jixwe gelek rengê qirşan heye lê ya ku em kom dikin yên pembo ne. Em di 25'ê Adarê de dest bi reşandina tovê pembo dikin û di 15'ê Îlonê de jî em dest bi berhevkirina wê dikin. Paşê dema ku qirş hişk dibin, em erdê cot dikin û dest bi komkirina qirşan dikin. Çandina pembo jî pir bi sûd e, ji ber wê zêde tê çandin, yek ji sûdên wê jî ew e, zeyt û kinc ji pembo çêdibin û gelek tiştên din jî."
Rêwîtiya 15 salan a cotkariyê di navbera Til Temir û Dirbêsiyê de
Fatima got ku 15 sal in ew qirşan kom dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "15 sal in û min û zarokên xwe dest bi komkirina qirşan kiriye. Ne tenê li Til Temir, me li Dirbêsiyê jî li cem çend malbatan meşrû girtiye û li wir qirş kom kirine. Heya niha em li 5 meşrûan geriyane û me mirovên pir dilpak nas kirine û têkiliyên me bi hev re jî xurtir bûne. Li her meşrûekî em ji 3 heya 5 salan lê dimînin û ev 4 sal in jî em li Til Temirê li cem malbateke Kurd cotkar in. Kesên felah ango cotkar malên wan ên milk tune ne, her çend salan li cem malbatekê dimînin lê niha maleke me heye lê ji axê ye em lê dijîn."
“Tepik dibin lê bêhna wan nexweş e”
Fatima da xuyakirin ku êdî niha dema komkirina qirşan e û ji me re wiha behsa sûdên ku jê digre kir: "Di rewşên herî zehmet de qirş alternatîfa mazotê ne, em xwarina xwe jî li ser çêdikin û ava xwe jî germ dikin. Tepikên rêxê hene lê em wan bi kar naynin, ji ber ku bêhneke nexweş derdixe, lê niha em tenê mazotê û qirşan bi kar tînin. Karê me pir zehmet e lê em bi vê bextewar in."
“Sedema kêmbûna qirşan qutkirina ava Çemê Xabûrê ye”
Fatima da payin ku îsal çandina pembo pir kêm bû û wiha sedemên wê anî ziman: "Îsal ne wekî par e û ne jî wekî çend salên borî ye. Sedema kêmbûna qirşan jî ji vê yekê tê ku ava Çemê Xabûr qut bûye û ev yek zirarê li çandina pembo jî dike. Çiqas av kêm be pembo kêm dibe û di heman wextê de jî qirş kêm in. Du sal in qirş kêm in lê her çiqas av hebe ax têr vedixwe û sûdê pir dide mirovan. Lê ger av kêm be genim û ceh jî baş çênabe û roj bi roj kêm dibe."
“Di du rojan de, komkirina qirşan diqede” 
Fatima got komkirina qirşan du rojan dirêj dike û wiha pêl da gotinên xwe: "Komkirina qirşan tenê du rojan bi me re dirêj dike. Ev keça min a 5 salî, ew jî qirşan kom dike. Piştî ku em qirşan kom bikin em ê dest bi reşandina tovên genim bikin û wê av bidin. Em tiştekî radikin û yê dinê diçînin, axa me axeke dewlemend e. Em di saetên nîvroyê de bêhna xwe didin, diçin malê xwarinê dixwin û paşê tên nava erd û karê xwe berdewam dikin. Westandin heye û zêde ye lê ji ber ku ji keda me ye em bi wê westandinê hîs nakin."
“Li hêviya baranê û berdana çemê Xabûrê ne”
Fatima bal kişand ser demsala îsal û got ku ji ber herêma me herêmeke bi çandiniyê re mijûl dibe. Îsal ne wekî çend salên derbasbûyî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Av nebe çandinî tune ye û berhem jî nîn e. Berhem jî tune be, zirarê dide aboriya herêmê û bi taybetî cotkar û rewşa ku niha em têra derbas dibin. Em bi hêvî ne ku îsal barana zêde were û ava çemê Xabûrê were berdan û berhemeke baş ji vê axê derkeve."