Pêşengah Pîşeyî ya Berhemên Xwecihî bi şahiyekê bi dawî bû

Pêşengeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî di roja sêyemîn de li stadyûma Kilasîko ya bajarê Qamişlo bi şahiyekê bi dawî bû.

Qamişlo – Bi dirûşma “Ji pîşesaziya ekelojîk ber bi xwetêrkirinê ve” Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel Hevrêziya bi Yekitiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê re, pêşangeha pîşeyî ya duyem a berhemên xwecihî di 12’ê Hezîranê de li stadyûma Kilasîko ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Îro pêşangeh di roja sêyemîn de li stadyûma Kilasîko bi dawî bû. Desteya Aborî, Bazirganî û Pîşesazî bi berhemên xwe yên cuda beşdarî pêşengehê bû her wiha 60 pîşeyên xwecihî ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bûn. Der barê pêşengehê û encamên wê yên sê rojan de, Hevseroka Yekitiya Odeya Bazirganiyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Îbrahîm axivî.  
Armanca xurtkirina têkiliyên di navbera kargeh û bazirganan de ye
Leyla encama sê rojan ji pêşkêşkirina pêşangehê anî ziman û wiha parve kir: “Îro roja sêyemîn û dawî ye ji pêşengeha pîşeyî ya berhemên xwecihî. Derdora 60 kargehan ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di nava vê pêşangehê de girtine, bêhtirî wan jî berhemên xwecihî ne. Di riya vê pêşangehê de me xwest em balê bikşînin ser xebat û berhemên kargehên di herêmên me de. Her kes dizane beriya 10 salan ev kargeh li herêmên me tunebûn, her tim gelê me berê xwe dida Şam û Humisê û di kargehan de dixebitî. Lê niha kargehên me di nava bajarên me de hatine avakirin, her kargehek bi hejmarên mezin xebatkarên wê hene. Her wiha me xwest hîn bêhtir têkilî di navbera bazirganan de çêbibe. Beşdarbûna bazirganiyan ji pêşangehê re pir baş bû, têkiliyên baş di navbera xwediyên kargeh û bazirganan de çêbûn, ev jî yek ji armancên me bû. Gelek kargehan hev nas kirin û projeyên xwe bi hev re plan kirin. Di dema pêş de gelek planên me ji bo zêdekirina kargehan hene, em ê her sal vê pêşangehê li dar bixin, da encameke baş jê bê wergirtin. Wê li Hesekê jî di 19, 20 û 21’ê Hezîranê de ev pêşangeh were lidarxistin.”
Di dawiyê de dê pêşengeh spasname û xelatan li bazirgan û pîşesazên ku beşdarî pêşangehê bûne belav bike.