Pêşangeha berhemên xwemalî

Duyemîn pêşangeha berhemên herîmî ya ji 19'ê Hezîranê ve li hola El-Senabil a bajarokê Sefiya yê Hesekê hatibû li darxistin, bi dawî bû.

HÊLÎN GEMO
Hesekê - Di 19'ê Hezîranê de Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê bi koordîneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê piştî Qamişloyê, Pêşangeha Berehmên Herêmî ya duyemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bi dirûşma "Ji pîşesaziyên ekolojîk ber bi xwetêrkirinê ve" bi armanca teşwîqkirina berhemên herêmî li hola El-Senabil a bajarokê Sefiya yê Hesekê, li dar xistibûn. 61 kargeh û şîrket û kargehên berhemên destan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevli pêşangehê bûbûn. Her wiha Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bazirgan û xwediyên kargehên li herêmê beşdarî pêşangehê bûn. Pêşangehê 3 rojan berdewam kir û îro bi dawî bû.
Armanc bi pêşangehê piştgirya berhemên xwecihî bû
Endama Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê Leyla Saroxan der barê pêşangehê de ji ajansa me re axivî wiha got: "Me biryar dabû ku pêşangeha me salane were lidarxistin. Ev pêşangeha me ya duyemîn e, pêşangeha me ya yekemîn beriya du salan hatibû lidarxistin. Her wiha sala derbasbûyî nehat lidarxistin ji ber rewşa koronayê lê vê salê hinekî rewş baştir bûye ji ber vê yekê me pêşangeha xwe li dar xist. Armanca me ji pêşangehê ew e ku em piştgiriyê bidin berhemên xwe yên hundurîn, rihê pêşbaziyê were avakirin ew pêşbaziya ku pêşketinê bi xwe re bîne û civak jê sûdê bigre her wiha têkilî di navbera bazirgan û welatiyên ku berhemên xwe difroşin de were xurtkirin ji ber hejmarek mezin ji bazirganên me dixwazin berhemên derve derbasî welatê me bikin tevî ku eynî berhem li derverên me jî tên çêkirin. Gelek bazirganan serdana pêşangehê kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman û ji me re gotin ku me nedizanî ev berhem li Rojava têne çêkirin."
“Me gelekî têkilî danîn”
Leyla diyar kir ku di van sê rojên pêşangehê de têkilî  û danûstandina di navbera welatiyên ku berhemên xwe difroşin de xurt bûye û sûd ji tecrubeyên hev girtine û wiha pê de çû: "Em ê nîqaş û danûstandinê bi kesên ku beşdarî pêşangehê bûne re bikin da ku em binêrin ka pêşangeh çawa derbas bû her wiha ji bo pêşerojê û pêşketina berhemên herêmî, erkên ku dikevin ser milên Desteya Aborî û erkên ku dikevin ser milên welatiyên ku berhemên xwe difoşin dê werin eşkerekirin. Di demijmêrin dawî yên pêşangehê de, wê xelat werin belavkirin." 
Jinan mora xwe li pêşangehê xist
Leyla anî ziman ku jinan mora xwe li vê pêşangehê xistine û wiha got: "Di pêşangehê de beşek taybet ji bo jinan tune bû lê jinan mora xwe li pêşangehê xistin. Aboriya Xweser Aboriya Kongra Star bi çar beşên xwe tevli vê pêşangehê bûn, beşa wan a mobîlya, beşa wan a şêraniyê, beşa wan a çêkirina cilan bû û her wekî din. Her wiha hin jinên din jî hebûn ku bi karê destên xwe rewşeke xweşik dabûn pêşangehê."
Rêveberiya werşeya Lavîn a cilan Nisrîn hecî Mihemed behsa karê xwe yê werşeya Lavîn kir û wiha axivî: "Qumaş ji me re ji Qamişlo tên, jinên ku di werşeyê de kar dikin wî qumaşî didirûn û piştî dirûtine em dibin înbîlacê baqij dikin û paşê otî dikin û em li dikanên xwe belav dikin. Em gelekî bi karê xwe kêfxweş in. Ji demijmêr 10'ê sibehê ve em tên pêşangehê û heya 2’yê nîvroyê dimînin. Kesên ku tên pêşangehê, li cilên me yê werşeya Lavîn mêze dikin û kêfxweş dibin û dibêjin ku dirûtina we pir xweş e." 
“Me xwest bazirgan berhemên li Rojava tên hilberandin bibînin”
Rêvebera kargeha Roj a plastîk Mûna Yunis Şêxmûs eşkere kir ku ew beşdarî vê pêşangehê bûne da ku bazirgan bibînin ev berhem li Rojava jî têne çêkirin û wiha berdewam kir: "Di destpêkê de me tensîq bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê re kir da ku em bikaribin li vê pêşangehê hazir bibin. Me xwest ku her kes bizanibe em dikarin her berhemî bi xwe çêbikin û bala bazirganan bikşînin ser berhemên xwe. Me ji vê pêşangehê pir sûd girtin û me gelek bazirgan nas kirin û tensîq bi wan re kir, me bi hev re kar kir."
Endama kargeha Şêrîn a karên destan, Şêrîn diyar kir ku kargeha wan bi taybet ya jinan e û tenê jin tê de dixebitin û wiha pê de çû: "Em derdora 120 jinan di kargeha Şêrîn de dixebitin. Ev 13'e sal in ku em vî karî dikin. Em bi tevlibûna vê pêşangehê pir kêfxweş in û di riya pêşangehan de jî em karê derdora xwe dibînin û karê me jî bi pêş dikeve."
Endama Kampanya Şemal Rewşen Îbrahîm anî ziman ku wekî Kampanya Şemal ev cara yekemîn e ku tevli pêşangehê dibin û wiha berdewam kir: "Wekî kar û xebatên me yên Kampanya Şemal, rêxistkirina konferans û pêşangehan e. Kampanya me ya yekemîn e li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku vî karî didin ser milên xwe. Ev roja sêyemîn a pêşangehê ye, em dibînin ku ev pêşangeh pîroz e û cihê kêfxweşiyê ye her wiha bi tevlibûna hevalên jin jî cihê moralê ye, ji ber ku di demên berê de jin nikaribûn tevli pêşangehek wiha bibin, ji ber vê yekê ez dibînim ku ev pêşangeh xwedî cihekî pîroz e."