Penîrê Kurdî: 'Xezîneya Spî' ya Kurdistanê

Penîrê Kurdî yê kevneşopî ku li Başûrê Kurdistanê ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhestin, bi rêbazên xwe yên hilberîna xwezayî û bêhna xwe derdikeve pêş. Xelkê herêmê dibêjin ku berhemên şîr, dikarin bibin çavkaniyek girîng a aborî.

ŞÎLER KOYE

Koye – Penîrê Kurdî, yek ji berhemên kevneşopî yên herî navdar û xweş ên çanda Kurdî ye. Di jiyana koçer û gundewarî ya Kurdistanê de xwedî dîrokeke dirêj e. Ev penîr ji şîrê teze yê pez an bizinan bi rêbazên xwezayî û kevneşopî tê çêkirin. Bi taybetî jî, di mehên bihar û havînê de dema ku heywan li çêregehên dewlemend ên çiyayan diçêrin. Tiştê ku penîrê Kurdî taybet dike, tama wê ya tûj û xweş, aromaya çiyayî û tama wê ya xurt e. Ev taybetmendî bi dewisandina penîr û xwêkirina wê tê bidestxistin.

Ji bo ku penîr demeke dirêj bê parastin, bi gelemperî di nav kûpên axê de tê danîn û di mehên zivistanê de di binê erdê de tê veşartin. Penîrê ku bi vê rêbazê tê çêkirin jê re "penîrê kûz" tê gotin. Carna giyayê reş dikin nav, ev gîha hem tama wê xweş dike û hem jî şîfa dide.

Ger girîngiyeke têrker bê dayîn, li herêma Kurdistanê berhemên şîr (kelûpelên spî) dikarin bibin çavkaniyek ku bi qasî petrolê biqîmet e. Ev berhem dikarin ji derve re bên firotan, ji bo cotkar û ajalvanan derfetên kar ên zêdetir diafirînin û beşdarî aboriya herêmê dibin. Lê belê, heta niha berhemên malê ev qas balê nekişandine. Ger ev di pêşerojê de bê kirin, dikare ji bo welêt bibe çavkaniyek girîng a dahatê.

Sebîha Omer ji gundê Timarokê ye û vê xebata xweş, didomîne. Sebîha wiha qala çêkirina penîrê Kurdî dike: “Heta berî ku bizewicim, ez û malbata min bi ajalan re mijûl dibûn. Min penîr û berhemên din ên şîr çêdikirin. Ji wê demê ve ez vê yekê dikim û hîn jî berdewam dikim.”

Sebîhe Omer ku ji şîrê pez gelek berheman çêdike, da zanîn ku berhemên weke penîr, mast, meyre, mast, dandok û keşk bi taybetî jî biharê çêdike û wiha got: “Ji ber ku di wê demê de gîha pir e û heywan bêtir şîr çêdikin. Dema ku havîn tê, şîr kêm dibe, wê hingê em tenê mast çêdikin û difroşin dikanên bajêr.”

‘Berhemên xwemalî pir xweştir û cudatir in’

Sebîha ji bo pêvajoya çêkirina penîr û berhemên din yên şîr jî ragihand ku piştî dotinê, şîr tê kelandin û demeke tê hiştin û wiha domand: “Paşê tê haveynkirin û dibe mast. Ji bo penîr, havenê taybet têne bikaranîn, şîr qut dibe û penîr tê çêkirin. Ji ava mayî lorik tê çêkirin. Pêvajoyek taybet ji bo meyre jî tê sepandin. Piraniya van berheman di taştê de têne xwarin.”

Sebîha ferqa di navbera penîrê ku li malê tê çêkirin û yê ku li sûkê tê firotan, bi van gotinan anî ziman: “Penîrê me yê malê ji yên ku li sûkê têne firotin pir cuda ye. Her yek wekî ku aydê welatekî cuda be. Berhemên malê pir xweştir in û tama wan bêhempa ye. Em wan ji bo zivistanê hiltînin; wê demê bêtir têne xwarin.”