“Netirsin em bi hêz in”

Ayşe Turak keseke têkoşer, bi hêz e, aşiqê azadiyê ye û ji bo xwe bibîne û bi cewhera xwe bijî xwedî hewldanan e. Di temenê ciwan de malbata wê hewl dide bi zorê wê bizewicîne û nahêlin bixwîne lê ew li hemberî wan nêzîkahiyan li ber xwe dide. Tevî hemû astengiyên malbatê, Beşa Civaknasiyê li Zanîngeha Antalyayê Akev mafê xwendina ji sedî 100 bi burs bi dest dixe. Ayşe bang ji jinan kir û wiha got; "Erê, hûn wê demê ditirsin lê her gav hewl bidin rast bisekinin. Dev jê bernedin. Em nehêlin ji ber em jin in me şermezar bikin û ji xwendin û xebatê dûr bixin. Netirsin em bi hêz in.”

PERÎ BAYAV
Îzmîr- Demek berê ez çûbûm  ba hevala xwe ku xişr û zînetan çêdike, li wir min biraziya wê nas kir.  Wê ji min re çîroka Ayşe vegot. Tiştên ku wê ji min re vegotin min pir bandorê li min kirin. Ez û Ayşe wisa zû li hev germ bûn me bi hev re xişran çêkir. Em ketin nav sohbetek kûr, carna keniyan, carna giriyan. Ez nikarim ji bandora tiştê ku wê ji min re got demek dirêj derbikevim û min fam kir ku li ber êşa wê, êşên min tiştek nîn in loma min wê kêliyê ji xwe şerm kir, êşên ku min kişandine biçûk bûn di ber ên wê de. Ew bi helwesta xwe ya rast, digel hemû zehmetiyên ku dîtine, tiştek bi min de dixist tevgerê. Ez we vedixwînim ku hûn bibin şahidên jiyana vê jina piçûk a ku dixwaze ji hemû jinan re bi dengê bilind bibêje ku tu carî teslîm nebin.
 “Jiyana perwerdeyê her dem bi zehmetiyan re derbas dibe”
Ayşe li Agiriyê ji dayik dibe û mezin dibe. Ew di nav deh xwişk û birayan de tenê keç e ku çûye zanîngehê. Tevî hemû astengiyên malbata wê, ew li Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Antalya Akev mafê ji sedî 100 xwendina bi bûrs qezenç dike. Lê belê ev pêvajo ji bo Ayşe ne hêsan e. Ayşe jinek e pir têkoşer, bi hêz, aşiqê azadiyê ye û ji bo cewhera xwe bibîne hewl dide bixwîne. Ka em zehmetiyên ku wê di pêvajoya perwerdeyê de kişandine ji devê Ayşe guhdar bikin:
"Ez li  Kurdistanê mezin bûm. Ez keçek kurd im. Em deh xwişk û bira ne. Çar keç, şeş kur. Çar jin û çar çîrok di bin serweriya mêran de dijîn. Xwişkên min nikaribûn bixwînin. Ew tênekoşiyan lewre ditirsiyan. Ez ji bo wan pir xemgîn im. Xwişkeke min a mezin bi yekî ku di temenê bavê me de bû re zewicî. Min nedixwest ez wê jiyanê bijîm. Di wê demê de, ez jî ditirsiyam. Carna min dev jê berdida û digot 'ez nikarim.' Ez hîn jî têkoşiyam. Dema ku min dibistana seretayî dixwend, malbata min nedixwest min bişîne dibistanê. Gotin 'Em te nadin xwendin. Jin naxwînin jin dizewicîn.’ Min nedixwest di dozdeh û şanzde saliya xwe de bizewicim û  bibim dayika deh zarokan. Tenê min dixwest ez azad bim û di der barê jiyana xwe de biryarên xwe bidim. Min nedixwest ku kes serdestiya xwe min bike. Jiyana min a perwerdeyê her dem zehmet bû. Hîn jî wisa ye. Birayê min dihat pirtûkên min diqetend û davêt sobeyê. Ez sibehê radibûm û dîsa diçûm dibistanê. Bavê min mehekê ez neşandim dibistanê. Ez xwe ji pencereyê daket û çûyîna dibistana xwe domand. Min pir dixwest bixwînim, min tu carî tawîz neda. Min tevahiya malbatê li dijî xwe girt lê ez pir westiyayî me. Ez hîn jî hewl didim. Ez hîn jî têdikoşim. Ji ber ku mijar jiyan û pêşeroja min e. Ez niha bîst û yek salî me. Heya niha her dem têkoşiyame. Min dixwest hemû jin wiha bibûna. Lê jin ditirsin. Ew tirsê dikeve dilê me. Em ditirsin ji ber ku ew dikarin her tiştî bikin. Ez ditirsim lê ez ê bi ser bikevim. Em ê bi ser bikevin.” 
"Min berxwedana xwe winda nekir" 
Ayşe ku li gund dibistana seretayî dixwîne, ji ber ku pir nêzî malê bû beriya ku biçe dibistanê hemû karên malê. Her çend ew pir piçûk e jî ji bo malbata wî nebe sedema tengasiyan, ew bilez diçe ser her tiştî. Ew behs dike ku ew pez di dema nîvroyê de diçêrîne û dûre jî direve ku xwe bigihîjîne dersê. Dibêje ku dema bavê wê gazî wê kir bi girîn dihat malê. Bi vî awayî dibistana seretayî diqedîne. Malbata wê dibejê; 'Bes e te dibistana seretayî qedand. Em ê bi tu awayî nehêlin ku tu bixwînî .Em ê te bizewicînin.’
"Min got ez qet naxwazim di vî temenî de bizewicim, ez ê bixwînim! Min ji hevalê xwe ji bo dibistana navîn bixwînim cilê dibistanê girt. Mesref çênedibû, min tenê got ez diçim dibistanê. Wan got, 'Na, em te naşînin. Ez dîsa giriyam. Lê min berxwedana xwe domand. Min mamosteyên xwe tevli mijarê kir. Min serî li polîsan da. Ji bo bavê xwe bisekinînim min her tiştî kir. Bi xêra vê yekê, ez ê karibûma biçûma dibistana navîn. Rojekê bavê min şîdet li dijî dayika min kir. Hişê min çû. Ez çûm polîs û min gilî kir. Min tiştê ku deh bira nikaribûn bikin kir. Ji birayên min qet deng derneket. Gotin, ' Jin e bila lêxe. Ew neheq e. Tenê ji ber ku bavê min mêr bû wisa gotin. Min nikaribû vê rewşê ragirim. Tu jin divê şîdet nebîne dayika min be yan jî kesekî din be. Ez dizanibûm ji ber giliyê, ez ê zirarê bibînim. Lê ez mecbûr bûm bikim. Polîs hatin. Gava bavê min vegeriya malê, wî êrîşê min jî kir. Min nikaribû tiştek bikira. Dayika min deh rojan di nav nivînan de ma. Bavê min got, 'Êdî tu naçî dibistanê. Min dizanibû ku ew ê wisa bibe. Piştî ku min ji bavê xwe re taştê amade kir, min xwe ji pencereyê diavet û diçûm dibistanê. Pencere bilind bû. Carna ji ber ku lingên min diêşiyan ez nikaribûm bimeşim. Dema ez êvarê vedigeriyam malê, rastî şîdeta fîzîkî dihatim. Dîsa, min serî li mamosteyên xwe da. Ger ew nebûna, belkî ez bi ser neketama. Ma ez bi ser ketim? Ez hê li serê rê me. Piştî ewqas têkoşîn û hewldanê, ez nikarim vegerim. Ez venagerim. " 
"Min ji xalê xwe re qala têkoşîna xwe ya ji bo dibistanê kir" 
Xalê Ayşe dikeve jiyana wê û dibe hevparê têkoşîna wê. Ayşe xalê xwe yê ku jê re dibejê qehremanê min wiha tîne ziman:
"Xalê min di dehsaliya xwe de ji malbatê dûr ketibû û ji gund çûbû. Ew ne wek wan bû, pir cuda bû. Carna dihat gund û diçû. Lê min bi salan ew nedît. Ew wê demê hatibû gund. Ez çûm dîtina wî. Me hev dît. Piştî ewqas mirovên hişk, ez matmayî mam gelo xalek min ê wisa hebû? Dîtina yekî ku mafê jinan diparêze, nirxê dide jinan û ji bo jinan têdikoşe, çi tiştek nû bû. Bi taybetî ew endamek malbata min bû, vê yekê li ser min pir bandor çêkir. Min qala têkoşîna xwe ya ji bo dibistanê kir. Wî hewl da min fam bike. Xalê min wiha got 'Ez ê te bidim xwendin hemû berpirsyarî ya min e.’ Dema ku ez biçûk bûm xalê min hatibû cem me. Ez qet ji bîr nakim. Wî got, 'ez ê te li Parîsê bidim xwendin.' Ew her dem di hişê min de bû. Dûre gava ku em dîsa hatin ba hev, min jê re got; xalo, jixwe te berê soz dabû min. Wê soza xwe bi cih bîne. Ez li benda te me. Bi salan ji bo jinan şer kir. Wî got, 'Ma ger ez ê alîkariya kesek nêzî xwe nekim ez ê ya kê bikim?' Ew bi malbata min re peyivî. Ew her gav bi min re di têkiliyê de bû. Xalê min ji bav û xwişka min re pere şand, got "Hemû berpirsyariya wê ez ê hilgirim." Bavê min dema pere dît fikrê xwe guherand. Lê wî dîsa jî dixwest ez biçim Stenbolê. Wan gotin, "Bi me re be." Paşê min ji xalê xwe re qala rewşê kir. Min got wisa  nabe. Dûre wî mantiqî dît ku ez biçim cem birayê xwe yê ku li Çanakkaleyê dijî. ” 
"Ez li dibistanê bi tenê dihatim hiştin”
Vê carê, ji bo Ayşe pêvajoyek cuda dest pê dike. Dema ku li Lîseya Anadoluyê ya Çanakkaleyê dixwend jî bi zehmetiyan re rû bi rû ma. Ew cara yekem ji gund derdiket. Bajarekî din, çandeke cuda, mirovên cihêreng… Di destpêkê de ew pir zehmetiyan dikşîne her roj digrî. Ji ber ku ew jiyan û mirov ji Eyşeyê re pir dûr xuya dikin. Gelek aciz dibe ji ber ku kesek wê tune ye beşdarî civînên dayik bavan bibe. Têkiliyên zarokên din ên bi dayik û bavên wan re wê pir bi bandor dikin. Her çiqas ew hewl bide bi hêz bimîne, hewceyê hezkirina dayik û bavê xwe ye. Bi zexta birayê xwe re rû bi rû dimîne ev yek  jî wê pir diwestîne. Lê belê, dema ku xalê wê tê û pere dide birayê wê, ji Ayşe re hinek qada azadiyê ava dibe. Ayşe bi van gotinan behsa wê demê dike:
"Cara yekem, qadeke azad ji bo min hat afirandin. Cara yekem odeya min çebû. Maseya min û pirtûkên min çebûn. Defter, pirtûk û pênûsên min pir bûn. Ez pir kêfxweş bûm. Xalê min gelek pirtûk standin. Êdî her tiştê min hebû. Min pir dixwend. Min xwe ji bo zanîngehê amade dikir. Ez tenê 4 saetan radizam. Di tenefusan de min pirtûk dixwendin. Hevalên min ên polê dihatin û digotin, 'Ev çi ye, ma her gav pirtûk tên xwendin?' Ez li dibistanê ji hevalên xwe dûr bûm. Ne wek wan bûm. Ji ber ku ew çand ji min re pir dûr bû ez nikaribûm wekî wan rehet bibim. Ez hatim dûrxistin. Wan zext li min dikirin. Hewl dan êrîş bikin. Dibe ku ji ber ku ez ji Kurdistanê bûm an ji ber ku seknek min a cuda hebû wisa dibû. Rehetî nedidan min. Xewnên bi tirs ji nû ve dest pê kirinûn. Di wê aloziyê de, ez ne dikaribûm bixwînim ne jî bixebitim. Wan li maseya min dixistin. Wan av li min dikirin. Em bi mamosteyan re axivîn. Gotin; 'Em nikarin tiştek bikin. Malbatên wan bi hêz in, wan got. Ji ber ku dibistan di taxa dewlemendan bû. Ew zarokên dewlemendan bûn. Ez jî tirsiyam. Min ne nikaribû  tiştek bibejîm. Ger bavê min bibihîsta, wê ji min bixwesta dîsa vegerim gund. Her çi gotin, ez bêdeng mam. Paşê ez bi xalê xwe û birayê xwe re axivîm. Min got ez nikarim bisekinim. Xalê min biryar da ku min di lîseya perwerdeya vekirî de qeyd bike. " 
"Em ji wan bihêztir in"
Ayşe niha zanîngeh qezenc kiriye. Lê belê, mecbûr dimîne ku wê demê dîsa vegere gund. Tirsa vegera li destpêkê di dawiya wê têkoşîn û kedê de Ayşe dihejîne. Piştî ku demekê li wir dimîne, wî dişînin Stenbolê ku li ba birayên xwe bijî. Ayşe ya ku ji bo paqijkirina malan diçe wir, xebatê weke hêzê dibîne. Tevî ku nayê qebûlkirin ku jinek ji bo malbata xwe bixebite, Ayşe dixwaze wê têkoşînê nîşan bide. Paşê xalê wê malbata wê îqna dike û Ayşe bi xwe re dibe. Niha ji bo Ayşe pêvajoyek pir cuda dest pê kiriye. Xalê wê yê ku sêwiranerê xişr û sînetan e, li Alaçati dikanek vedike. Ayşe niha dest bi sêwirandina xişr û sînetan kiriye. Rêwîtiya xwe ya Alaçatiyê wiha tîne ziman:
 “Sêwirana xişr û zînetan xweş e. Ew aramiyê dide mirovan. Rastî pir kêfa min ji zînet û dikanan re tê. Gava ku berhemên min çêkirine tên firotin pir kêfxweş dibim. Ez li vir xwe pir baş hîs dikim. Kesek nikare min aciz bike, yan jî zirarê bide giyanê min. Ez zehf bextewar û aram im. Cihê ku dixwazim ev der e. Ez niha ketim qonaxeke cuda. Nikarim tawîzê bidim. Hemû malbat bûye yek û zextê li min dikin. Dibêjin 'Were.' Ez nizanim ez ê vê pêvajoyê derbas bikim yan ne? Lê divê ez bi ser bikevim. Ji ber ku ez pir têkoşiyam. Min gelek zehmetî kişandin. Ez westiyayî me. Ez ji hêla derûnî û fizîkî ve pir westiyam, naxwazim biçim wir. Ez dixebitim, pere qezenc dikim. Qada azadiya min çêbûye. Ger ez her tiştî ji sifrê ve dest pê bikim, ez ê dîsa bi heman rengî têbikoşim. Ger ez tênekoşiyama, niha di dozdeh saliya xwe de zewicîbûm û dayika deh zarokan bûm. Ez ê bi yekî ku min nedixwest re bizewiciyama. Ez ê bi yekî ku ji ber ez jin im li min neheqî û heqaret dikir re bizewiciyama. Baş e ku ez di vê rêyê de meşiyam. Ger ez vegeriyama destpêkê, min ê dîsa digel hemû tengasiyên ku min kişandin heman rê hilbijarta. Ez ji vir ji hemû jinan re bi dengê bilind dibêjim: Erê, hûn di wê pêvajoyê de ditirsin lê her gav hewl bidin rast bisekinin. Tu caran dev ji rê bernedin. Em nehêlin, ji ber ku em jin in ew me şermezar bikin û ji xwendinê û xebatê dûr bixin. Netirsin. Em bi hêz in. Em bi hev re bi hêz in. Alîkariyê bixwazin. Bawer bikin ku mirov bi ser dikeve. Ez li vir im. Erê, têkoşîna min hîn xilas nebûye lê ez ê dev jê bernedim. Hûn ji wan bihêztir in. Vê qet ji bîr nekin!”