Nesret 17 sale cilên jinên Pencewînê didiru

Xwediyê dirunxana Sena ya jinên Pencewînê Nesret ji bo karê xwe dibêje: “Jinên tên gel min dibêjên; ‘em tenê ji ber gotinên te yên xweş tên vêderê.’ Gelek caran alîkariya min dikin ji bo ez zu cilan bigihînim.”

HEWAR MEHEMED
Silêmanî – Runiştwana navçeya Pencewîn a Silêmaniyê Nesret Ehmed a 36 salî di 18 saliya xwe de dest bi karê dirunê kiriye û 17 sale dewam dike. Nesret jinek şîrin û gotin xweş, leza destê wê û aramiyê ser ruyê wê jinên derdorê ber bi dirunxana wê ya biçuk Sena yê ve dikişîne. 
Di derbarê destpêkirina karê xwe de Nesret wiha dibêje: “Di destpêka fêrbûna kar de min gelek zorî kêşa heta ez fêr bûm. Ez alikariya mala xwe û zarokên xwe dikim, ger ew nebûyan bi tu awayî min ne dikarî kar bikim. Bi tayet di rojên cejnan û Newrozan de gelek di westim tenê dema xewê û dema xwarinekê dixwin bêhna xwe didin weke din her tim kar dikim. Ji bo zu bigihînim hinek caran jinên derdorê alîkariya min dikin.”