Nebûna dîplomayê ji bo gihiştina armancê ne astenge

Nermîn Sadiq Hemekerîm yek ji kesên bûye şahida kîmyabarana Helepçeya Şehîd e. Ji ber komkujiyê, wê nikaribûye dibistana xwe temam bike û bibe xwedî dîploma. Lê belê di warê xwendinê de wisa xwe bi pêş xistiye ku di aliyê jimêryariyê de serkeftinê bi dest xistiye.

 
MIHRÎBAN SELAM KAKEYÎ
Silêmanî - Ji ber Kimyabarana Helepçeyê, gelek kes ji xwendinê bêpar man. Ji ber nebûna dîplomayan gelek kes nikaribûn armancên xwe pêk bînin. Lê belê nebûna dîplomayê ji bo Nermîn nebû astenge wê ji bo armanca xwe gelek hewldan kir heta xwe gihand hêviyên xwe û ji sala 2003’an ve di karê hesaban (Jimêryarî) de kar dike.
Nermîn Sedîq Hemekerîm yek ji wezîfedarên beşa jimêryariye ye. Di 5’ê Cotmeha sala 2003’yan de  dest bi kar kiriye. Wisa di karê xwe yê hesaban de serkeftî ye ku yên pirsgirêkên wan ên hesabkirinê hebin tên gel Nermînê ew ji wan re çareser dike.
“Ez bi serê xwe hînî vî karî bûm”
Nermîn dibêje ku ji bo karkirinê nebûna dîploma qet jê re nebûye astengî û niha jî di asteke baş de karê xwe dike û wiha dibêje: “Xwendina min di nîvî de ma, dema Helepçe hat kîmyabarankirin em koçî Îranê bûn. Asoxaneya Serperiştiya ciwanên Silêmaniyê bi min re gelek bû alîkar heta ku min karî ez di karê xwe de bi ser bikevim. Ji sala 2003’an ve ez li vê derê karê hesaban dikim, rêveber û fermandeyên vê derê jî gelek bi min re dibin alîkar. Di aliyê karkirina jinan di nava fermangeh û derveyî fermangehan de roleke mezin a jinan heye ji ber ku jin zêdetir girîngî didin karê xwe.”
Nermîn sala 1988’an di dema kîmyabarana Helepçeyê de dibistana navîn dixwend lê ji ber komkujiyê xwendina wê di nîvî de ma. Ji ber kîmyabaranê 22 kes ji malbata wan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê dest ji xwendinê berda lê belê her çendî ne xwedî dîplome ye jî karibûye di karê xwe de bi ser bikeve. Niha rêveberê muhasebê (jimêryariyê) ye li rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunera parêzgeha Helepçeyê ye û di karê xwe de li Helepçeyê mînak e.