Meyneke bûye cihê kombûna sedan jinên karker

Di nava suka Pêncewînê de cihek naskirî ji bo kombûna sedan jinên karker yên ku karê baxçeyan dikin heye. Ji navçeyên cûda yên Şarezur û Hewremanê jin tên li vî cihê diyar kom dibin û ji wê jî kom bi kom diçin ser kar.

 
HEWAR MEHEMED
Şarezûr- Bi sedan jinên karkerên ji herêma Şarezûr û Hewreman li cihê xwe yê diyar kom dibin ji saet 03:00’ê siharê heta 06:00’ê, berbi rêyek dûr ve diçin kar. Jin li cihê kombûnê rehetiya xwe distînin, hinek ji wan nan û çaya sibehan li vêderê dixwin û hinek ji wan jî  nan dikirin û dibin li cihê kar dixwin. Di vê werzê de dema çinîna tiştan û amadekariya zivistanê ye.
Ji bo berî baranê tiştên xwe di paşmalan de bicîh bikin her kes bi hewarî dixebite. Hinek jinên van herêman jî li ser vî karî debara mala xwe û zarokên xwe dikin. Jin ji navçeyên cûda tên û diçin deşta ser bi qezaya Pêncewîn karê çinîna zebeş, kelik, xiyar, bacan û berhemên demaslî din dikin. 
Jinên karkeriya demsalê dike Gelawêj Qadi ya 45 salîye got: “Li roxmê ku ez nexweşim jî sibehan di saet 03:00’ê de ji bajarê Helepçe li gel havalên xwe ji bo karkirinê em tên navçeya Pêncewîn û heta saet 04:00’ê êvarê bê  rawestan kar dikîn.”
“Jin neçarin kar bikin”
Amîna Namîqa 57 salî ji Kerkukê ye diyar kir ku berî 30 salan koçberî Şarezûr bûye. Amîna Namîqa bibîrxist ku malabata wê bi destê rejîma Baas ya Iraqê hatin qetilkirin, ew ên mayî jî koçberbûn û niha jî li Seyîdsadiq dijîn. Amîna anî ziman ku di sibehê de ji bo karkirinê hatiye navçeyên dewr û berê Pêncewînê û wiha behsa xebata xwe ya nava erdan kir: “Ew jinên ku her sibehî berê xwe didin karê baxçeyan ji ber hejarî û nabûna xizmeta herêma Kurdistanê neçar dibinin ku karê giran bikin. Her wiha jinên temenê wan mezin jî bi tenê erkê rêvebirina malê danîne ser milê xwe û hewil didin ku jiyana xwe dabîn bikin.”
“Em heqê keda xwe nagrin”
Runiştvana bajaroka Pêncewînê Rabîe Hesen a temenê wê 64 salî jî da zanîn ku ji sibehê saet 05:00’an dixebite heta 04:00’ê êvarê dixebitin û paşê jî li gel hevalên xwe yên karker li pişta wesayîtê siwardibin û diçin deştên dur dixebitin. Rabîe Hesen diyar kir ku li gel  zehmeta zêde jî ew heqdesta xwe nagirin û wiha dom kir: “Sibehan em hemû karker li pişta pîkemê diçin cihê kar. Dema dibe serma jî em çadirê bi xwede didin, daku em tendirustiya xwe bi parêzin. Rojane ji bo karkirina em ji Seyîdsadiq tên Pencewîn, li gel vê zehemeta zêde jî em heqdestê keda xwe nagrin.”