Meşk pênaseya çanda gundewariyê ye

Fatima El-Xitban li Çiyayê Kizwanan dijî dibêje ew ji zaroktiyê de heya niha meşkê bi kar tîne, ji ber ku meşk çanda gundewariyê pênase dike û hêvî kir ku nifşên nû yên civakê girîngiyê bidin alavên kevnar.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Çiyayê Kizwanan ê dikeve bajarê Hesekê xwedî cihekî girîng e her wiha ew devera bêhnvedana şêniyên Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li Çiyayê Kizwanan bi hezaran malbat ji Herêma Cizîrê, ji ber xwezaya wê ya xweş û kaniyên wê yên zêde û şêrîn lê koçerî kirine. Dayikên wir çanda gundan bi kedîkirina pez, çêlek û lawirên reng û reng, dikaribûn taybetmendiyên çiyayê kizwanan biparêzin. Li ser her girekî û çiyayekî bi dehan çîrokên ku hatine vegotin hene.
 Ger zimanê kevir û latan hebûya, wê bi dehan çîrokên rêwî û koçeran vegotibûna. Di heman wextê de ruxmî pêşketina teknelojiyê, dayikên ku girîngiya alavên kevnar di roja me ya îro de dizanin heta niha bi kar tînin, yek ji wan alavan jî meşk e. Fatma El-Xitban a 70 salî heta niha meşkê bi kar tîne. Ji bo ku em bêtir serpêhatiyê vê dayikê û bikaranîna meşkê bibînin me serdana gundê Xera ku li Çiyayê Kizwanan dikeve kir û hevdîtinek pê re çêkir. 
Jinên Çiyayê Kizwanan di bikaranîna meşkê de pispor in
Fatima piştî mast berda hundirê meşkê pênaseya meşkê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Piştî em bizinekê serjê dikin, em cermê wê jêdikin û paqij dikin. Paşê em derdora wê baş didurûn û du daran tînin, li her du aliyan dikin û darekî dirêj tînin ku dikeve navbera her du darên berê û wiha em meşkê çêdikin. Jinên Çiyayê Kizwanan û bi taybetî yên li gundan dijîn, di bikaranîna meşkan de û kelandina mast û dew de gelekî pispor in. Em ji dema dapîr û bapîrên xwe de bi kar tînin, ev ne nû ye xwedî dîrokeke demdirêj û kevnar e."
Berê her tişt bi kedê dihat çêkirin
Fatima da zanîn ku ruxmî pêşketina teknolojiyê ew naxwaze dest ji meşkê berde û wiha domand: "Di salên dawî de êdî mekîneyên kilandina dew derketin lê di dema me de tiştekî wiha tunebû, her tişt bi kedê çêdibû. Pir kêm in ên heta niha meşkê bi kar tînin. Malbatên mekîne li gel wan hebin, dema cereyan tê li ser wê çêdikin lê ger cereyan tunebe jî bi meşkê dikulin. Berê her tişt bi kedê dihat çêkirin, em 5 saetan li ser lingên xwe disekinîn û me dewê xwe dikiland lê jinên niha fêrî rehetiyê bûne. Helbet rojên berê pir xweş û bi wate bûn."
Ji keyandina mast dew û nivîşk çêdibin
Fatima da zanîn ku çiqasî pez pir be ewqasî mast gelek e û nivîşka wê jî zêde ye û wiha pêde çû: "Ya herî baş ji bo keyandina mast di meşkê de, kîloyên wê yên zêde ye. Çiqasî pez û çêlek zêde bin, ewqasî mast pir e û meşk dikare pir baş bikilîne. Em destpêkê mast dixin meşkê, avê li ser zêde dikin û dikeyînin. Dem bi dem em devê meşkê vedikin, lê dinêrin ka bûye nivîşk an na û wiha em berdewam dikin. Heta dew û nivîşk ji hev cuda dibin em devê meşkê vedikin û vala dikin hundirê beroşê."
Li gundan, ruhê komînal li pêş e
Fatma bal kişand ser ruhê komînal ê li gundan û ev tişt got: "Her jinek li gorî hejmara pezê xwe meşkê jî çêdike. Ya herî xweş li gund ew e ku mala meşka wê tunebe, dewê cîranên xwe dikeyînin û alîkariyê didin hev. Yên berê çawa bûn, yên niha jî wiha ne, çanda gundan ji ya bajaran pir cuda ye. Ger mekîne û ferazeya şîr jî nebin, jin meşkan çêdikin û bi kar tînin. Ez dixwazim bêjim jin ji tunebûnê hebûnê diafirînin. Ger nebe, çêdike û xwe muhtacî kesekî nabîne."
Li kêleka bikaranîna meşkê, dayikan dengbêjî jî bi pêş dixistin
Fatima got ku xwezî rojên berê îro bana û wiha ew roj bi bîr xistin: "Ax, xwezî rojên berê di roja me ya îro de bana. Ji ber xêr û bereket pir bû, ne wekî niha bû. Berê em her koçer bûn, ji çêkirina konan û tevnan me gelekî hez dikir û çêdikir. Em ji destpêka zivistanê ve li paş çiya diman heya demsala payîzê dihat, em vedigeriyan malên xwe. Berê jin hemû li ber konan bi meşkên xwe digirtin û dew diklan û distirandin. Li kêleka karê xwe, dengbêjî jî bi pêş dixistin."
Hêviyeke min heye
Fatima bi vê hêviyê dawî li axaftina xwe anî: "Ez pir dixwazim jinên niha fêrî alavên kevnar bibin û wan bi kar bînin. Keçika min a mezin piştî ku zewicî ew jî fêrî meşkê û hîzê rûn bû û heya niha jî bi kar tîne. Ez naxwazim ev çand winda bibe, ji ber ku ya dapîrê me ye û divê neviyên me jî paşguh nekin."