‘Mafên jinên karker tê binpêkirin’

Endama Sendîkaya Karkeran ya Silêmanî û serperiştiyara beşa jinan Leyla Kerîm Hemedan diyarkir ku jin di her qadek ji bo pêşxistina aboriya welat, xwedî rola sereke ne û anî ziman ku jin di qada kar de astengiyan dikşînin û mafên wan tê binpêkirin.

NÎHAYET EHMED

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê rêjeya karkirina jinan di cihê taybet û giştî de li gor salên borî zêde bûye. Jinan karîne bi hêz û îradeya xwe cihê xwe di dam û dezgehên girêdayî hikumetê û yên taybet de bikin. Lê belê hîna karkirina jinan ji ber aqlê mêrsalarî nebûye beşek ji çanda civakê. Rêjeya beşdariya jinan di karên giştî de ji sedan 25’e û li ser asta herêma Kurdistanê de ji sedî 15 kar dikin.

Endama Sendîkaya Karkeran ya Silêmanî û serperiştiyara beşa jinan Leyla Kerîm Hemedan derbarê rola jinan di qada kar de axivî. Leyla Kerîm Hemedan  anî ziman ku cihê kar ên taybet û giştî de diyarkir ku jin çalaktir in û wiha anî ziman: “Jin ruxmê rewşa dijwar ya aboriya herêma Kurdistanê bi heskirin, keyfxweş, baştir û dilsoz kar dikin. her wiha ji ber tayîn nebûnê, rêjeya bêkariyê zêde bûye. Mêr bi rêjeya ji sedî 88 di cihên taybet de kar dikin. Ev rêje berevajî hejmara beşdarbûna karkerên jin di cihên taybet de ye. Ji aliyê malbat û li cihê kar ji jianan re pirsgirêk tê derxistin. Ji ber van sedeman jin nikarin kar bikin. Hinek caran li cihên kar, xwediyê kar bi şert û mercên karkerên jin dihilbijêre û divê şêwe, cil û berg li gor daxwaza xwediyê kar be, bi vê şertê jin dikarin kar bikin.”

‘Mafê jinan tê binpêkirin’

Leyla Kerîm Hemedî derbarê zagona taybet ya mafê karkeran û hişyarîkirina karkeran de wiha got: “Li gor zagona kar û ew zagonên ku derbarê karkirinê de heye. Lê belê niha di her aliyekê ew zagon nayê bicihkirin û mafê jinan tê binpêkirin. Sendîkayên karkeran, wezareta kar û barên civakê nikarin bi temamî maf û hêza jin û karkirinê wergirin. Di cihê giştî de, di hemû dam û dezgahên hikumetê rola wan heye, zêdetir kar dikin. Jin di her qadek ji bo pêşxistina aboriya welat, xwedî rola sereke ne. Lê belê astengî zêde ne û destur nayê dayîn jin hêza xwe derbixin û serperştiya projeyên mezin bikin.”

‘Di jiyana kar de ewlehiya jinan nîne’

Leyla Kerîm Hemedî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dayîna desturê ji bo jinan di cihê kar di madeyên salên heştêyan de hatiye bicih kirin. Destura dayiktî û hinek rewşên taybet ji bo jinên hêza kar, zagon, maf û di cihên giştî de heye, lê belê di cihê taybet de gelek kêm zagonan bicih dikin. Ji ber her projeyek ya cihê taybet destek dirêj li pişt e û li gora daxwazên xwe zagonan bicih dikin. Ji sedî 78’ê jinan di karên taybet de ewlehiya wan ya kar nîne.”

‘Divê jin daxwaza mafên xwe bikin’

Leyla Kerîm Hemedî daxwaz ji jinên xwedî karên xwe kir ku fêrkariyê ji bo jinên din bikin, heskirin û dilsozî ji bo hev zêde bikin û hêz bidin hevdû û wiha bi dawî kir: “Dive dema jinek serkeftî hebe divê piştgirî were kirin da ku karên hê baştir bikin.”