Li Yemenê kêmbûna piştevaniya mirovî êşa jinan zêdetir dike

Karmend û aktîvîstên mirovî dan zanîn ku kêmbûna fînansmanê li Yemenê ne tenê bûye sedema girtina projeyan, ew êşa jin û jinên ciwan jî girantir kiriye û gelek kes bi barên jiyanê re rûbirû bimînin.

REHMÊ ŞANZÛR

Yemen – Kêmbûna diravên mirovahî li Yemenê nema, tenê di hejmarên bûdce û planên bersivdayînê de xuya dike. Lê veguheriye qeyranek ku bandorê li hûrgiliyên jiyana rojane ya bi milyonan Yemenî dike. Îro jin û jinên ciwan bi kêmbûna derfetên perwerdehiyê, karûbarên tenduristiyê û bernameyên parastinê û bihêzkirina aborî re rûbirû ne.

Ji bo Sara Xalid a 30 salî û ji bajarê Taîza li başûrê rojavayê Yemenê ye, penageha bi ewle ya ku lê dixebitî tenê ji cihekî xebatê bêtir bû. Ew cihek bû ku jin û jinên ciwan ên ji tundiyê rizgar bûbûn re, karîbûn jiyana xwe ji nûve ava bikin. Lê ev penageh ji ber nebûna fînansmanê deriyên xwe girt û ew bê kar û banga xwe ya pîşeyî hişt.

‘Min baweriya xwe bi xwe winda kir’

Sara anî ziman ku ew cih ji bo wê ne tenê cihê kar bû û wiha got: “Ew cihekî bû ku ez bikaribim xizmeta civaka xwe bikim û di heman demê de ji bo malbata xwe paşerojek aram ava bikim. Ez debara sereke ya malbata xwe dikim. Lê gava fînansman rawestiya, her tişt guherî. Bandor tenê bi aliyê darayî ve sînordar nebû. Min baweriya xwe bi xwe winda kir, ji mirovên li dora xwe veqetiyam û planên kariyerê yên ku min bi baldarî ava kiribûn di şevekê de winda bûn. Li şûna ku ez bibim çavkaniyek parastin û piştgiriyê ji bo jinan, ez bûm kesek ku hewceyî piştgiriyê bû.”

Jin û jinên ciwan herî zêde bandor dibin

Raporek ji aliyê Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ve nîşan dide ku nêzî 10.95 milyon jin û jinên ciwan hewcedarê alîkariya mirovî ne. UNFPA ragihand ku di nav wan de 5.5 milyon jinên di temenê zayînê de û zêdetirî 765 hezar jinên ducanî yên ku hewceyê xizmetên tenduristiya zayînê û parastinê de hene.

Zêdetirî 18 milyon kes ji bêewlehiya xwarinê astengiyan dikşînin. Di heman demê de tenê yek ji pênc tesîsên tenduristiyê ji ber kêmbûna çavkanî û kapasîteyê xizmetên tenduristiya dayîk û pitikan peyda dike. Tevî van hewcedariyên zêde, UNFPA ji destpêka sala 2026'an vir ve tenê kariye bi qasî 400 hezar kesan xizmetên tenduristiya zayînê, parastin û piştgiriya psîkososyal bighîne.

Lê berdewamiya van xizmetan niha di bin gefê de ye. Ji ber ku Fona tenê 12.8 milyon dolar ji 71.9 milyon dolarên ku ji bo pêkanîna plana xwe ya mirovî ya îsal hewce dike wergirtiye, ku kêmasiyek fînansmanê ya ji sadî 82 temsîl dike. Ev gefê li girtina bêtir tesîsên tenduristiyê, cihên bi ewle û xizmetên ku ji bo jin û jinên ciwan hatine veqetandin dixwe.

‘Jinên ciwan bedêlê didin’

Li gorî aktîvîsta civakî û rêvebera Weqfa Eram ji bo Pêşxistina Çandî û Medyayê Elhan El-Şeybanî, ev nîşane rastiya ku jinên li Yemenê dijîn nîşan didin. Elhan tekez dike ku kêmbûna fînansmana mirovî bûye sedema kêmbûna bernameyên parastinê, piştgiriya psîkolojîk û bihêzkirina aborî û bandora wê li ser jiyana jin û jinên ciwan eşkere bûye. Elhan wiha got: “Bernameyên perwerdehî û tenduristiyê yên ku ji bo bi hezaran jin û jinên ciwan xeta jiyanê bûn rawestiyane. Ev jî bûye sedem ku gelek ji wan dev ji dibistanê berdin û ji bo debara malbatên xwe li karekî dijwar bigerin. Zextên aborî û psîkolojîk gelek jinên ciwan ber bi depresyonê ve birine. Di heman demê de hin rewş jî bûne sedema xwekuştinê.”

Elhan El-Şeybanî diyar kir ku rêxistinê berê piştgirî dida bernameyên tenduristiya hilberandinê, rewşên awarte yên jidayîkbûnê, vakslêdanan û dermankirina nexweşiyên kronîk, lê îro ev piştgirî bi girîngî kêm bûye. Elhan encama krîzê bi lêv kir û got: “Encama yekem a vê krîzê zêdebûna rêjeyên devjêberdana dibistanan ji hêla keçan ve bû. Hin ji wan, neçar in dev ji perwerdehiyê berdin û di berhevkirina darên agir an jî karê çandiniyê de bixebitin ji bo alîkariya malbatên xwe bikin.”

Seatên dirêjtir ên xebatê

Elhan El-Şeybanî destnîşan dike ku jinên karker niha ji ber kêmbûna derfetên kar û piştevaniyê barekî duqat hildigirin. Elhan dibêje: “Berê, em rojê 6 heta 8 saetan dixebitîn, lê îro em neçar in ku ji bo dabînkirina malbatên xwe, seatên dirêj dixebitin. Adetên civakî şiyana jinan a xebata şevê sînordar dike û baştirkirina rewşa wan a aborî hê dijwartir dike.”

Elhan El-Şeybanî tekez dike ku kêmbûna fînansmanê bandor li gelek qadan kiriye, bi taybetî perwerde û tenduristiyê. Elhan wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bernameyên ji bo ji nû ve entegrekirina keçên ku ji dibistanê derketine bi girîngî kêm bûne, di heman demê de êdî bernameyên têr tune ne ku lêçûnên dermankirinê ji bo welatiyan sivik bikin. Rewşa tenduristiyê bi girîngî xirab bûye û gelek malbat niha piştî rawestandina bernameyên ku karûbarên belaş an jî yên bi piştgirî peyda dikirin nikarin dermankirinê bidin.”

Aborî krîzê girantir dike

Elhan El-Şeybanî balkişand ser rewşa aborî li herêmê û got: "Jinên karsaz ji ber bilindbûna bihayan û guherînên diravî windahiyên girîng dîtine. Berê jin bi bihayên maqûl kelûpelan dikirin û dahatiyek qezenc dikirin ku malbatên wan xwedî dikirin. Îro biha pir zêde bûne, hêza kirînê kêm bûye û domandina van karsaziyan pir dijwartir bûye. Van mercan bandor li civakê kiriye, bûye sedema zêdebûna rêjeyên hilweşîna malbatan û veqetînê."

Bandora krîzê ne tenê bi sûdmendan ve sînordar e. Ew bandorê li rêxistinên civaka sivîl jî dike. Elhan El-Şeybanî eşkere dike ku rêxistina wê di sala 2025'an de 4 proje pêk aniye, di sala 2026'an de tenê du proje wergirtiye, tevî ku sal ber bi dawiyê ve diçe.

'Çavdêriya qels û raporên nerast baweriya donoran kêm dikin'

Elhan zêde dike ku gelek rêxistin neçar mane ku çalakiyên xwe kêm bikin an bigirin, hinên din jî qadên xebata xwe guhertine da ku bi pêşaniyên donoran re li hev bikin. Elhan bawer dike ku çavdêriya qels û raporên nerast bûne sedema kêmbûna baweriya donoran û wiha dibêje: “Hin rêxistinan raporên ku rastiyê nîşan nedidan pêşkêş kirin û ev yek bandor li navûdengê qada mirovî kir. Hin donoran neçar kir ku bernameyên xwe ji nû ve binirxînin. Vegerandina baweriya donoran hewce dike ku zelalî, çavdêrî, hilbijartina personelên jêhatî û amadekirina raporên profesyonel li ser bingeha encamên rastîn.”

Vekişîna rêxistinî windakirinek duqatîn

Derbarê vekişîna Rêxistina Bijîşkên Sînornenas a ji hin çalakiyên li Yemenê de, rêxistin îdia dike ku nirxandina wê li ser bingeha ezmûna wê ya meydanî ye. Elhan El-Şeybanî giliyên hin sûdmendan li ser asta xizmetan, digel pirsgirêkên îdarî û guhertinên di karmendên bijîşkî de tomar dike. Rêxistin her wiha destnîşan dike ku Nexweşxaneya El-Muzaffar, bi rêya bernameyên xwe yên tenduristiya hilberandinê, berê xizmetên belaş peyda dikir û dibêje ku di nav de zayînên xwezayî û sezeryan, ji bilî belavkirina kîtên dayîktiyê û paqijiyê hene. Ji niha de ev xizmet ji ber kêmkirina fînansmanê kêm bûne. Rêxistin tekez dike ku kêmkirina berdewam a fînansmanê dê bandorên cidî li ser jinan bike, bi taybetî ji ber lêçûnên zêde yên emeliyat û zayînê, ku xetereyên tenduristiyê yên ku jin di dema ducaniyê û zayînê de pê re rûbirû dimînin, girantir dike.

Xuya ye ku windakarên herî mezin ji krîza fînansmanê ne

Di navbera hejmarên NY’ê û şahidiyên jinên ku di warê mirovî de dixebitin de, jinên Yemenî xuya dikin ku windakarên herî mezin ji krîza fînansmanê ne. Cudahiya di navbera pêdiviyên zêde û çavkaniyên kêmbûyî de firehtir dibe û dibe sedema windakirina hê bêtir xizmetan ku ji bo bi milyonan jin û jinên ciwan li Yemenê xeta jiyanê bûn.