Li Yemenê di nava krîzan de berxwedana jinan didome
Hewldanên jinan ên li Yemenê di rewşa heyî ya di bin siya krîzan de êdî ji tercîheke aborî zêdetir, ji bo hebûnê didomin. Jin hewl didin bi deng û îradeya xwe hêviya xwe nû bikin û bi xebatên rojane hilberîner bin.
RAHME ŞENZÛR
Yemen — Li cîhanê bi mînakên di dîrokê de hatiye dîtin ku krîz pergala civakan diguherînin. Şer û krîz, bi xwe re mirin, koçberî, xizanî û zewacên di temenê biçûk de tînin. Di warî aborî de jî zexta bi zexta civakê ya li ser jinan re zext didomin lewre xizanî vediguhere xeyaletek ku hemû jiyanê dişopîne.
Li Yemenê jin ne tenê ji bo ku sax bimînin, ji malbatên xwe biparêzin neçar man li çareseriyan bigerin. Bi ketina nirxê pere, zêdebûna bihayê berheman gelek kes nikarin tişek bikirin. Di nava van krîzên civakî de kesên xwedî proje û jinên hewldêr, di navbera berdewamkirin û têkçûnê de li ser xeteke heta tu bibêjî hesas dimeşin.
Gelek ji wan jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe, neçariyê veguherandin projeyek, hinek ji wan jî piştî têkoşîneke mezin, di bin windabûn û têkçûnê de xebatên xwe rawestandin. Gelek ji wan her roj ji xala sifrê dest pê dikin, hewl didin tiştên ji destçûyî careke din ava bikin.
Mudura Yekîneya Karsazên Jin a Odeya Bazirganiyê ya Taîzê Erwa el-Umarî, diyar kir ku li Yemenê hewldanên jinan bi destpêkirina şer re heta niha gelek guherînên balkêş jiyane. Her wiha da zanîn ku mercên zor bi taybetî tunebûna jinên ku debara malbatê dikin, birandina mehaneyan an jî tunebûna çavkaniyên dahatê re gelek jinan teşwîqê xebatê kiriye.
Erwa El-Umarî, bal kişand ku gelek jin, ne bi armanca refahê, ji bo bikaribin debara xwe bikin û li malbatên xwe binêrin, berê xwe dane projeyên aborî û wiha got: “Heta sala 2015’an, li Taizê hejmara jinên xwedî hewldan, ji120 derbas nedibû lê di salên dawî de, hejmar pir zêde bû. Vê rewşê, Odeya Bazirganiyê teşwîq kir ku di sala 2019’an de ji bo jinên xwedî hewldan û malbatên hilberîner yekîneyên taybet veke.”
Ji malê ber bi bazarê ve
Erwa El-Umarê da zanîn ku gelek ji van projeyan ji malan dest pê kirine û wiha domand: “Ev hewldanên biçûk bûn, bi sînor bûn lê ji bo debarê dahateke diyar bi dest xistin. Xwarinên ku mirov li ser piyan bixwe hatin çêkirin, aksesuar hatin hilberandin, çenteyên çerm, berhemên bi destan û hwd. hatin çêkirin. Bi demê re bi malan re bi sînor neman, dikanên biçûk hatin vekirin an jî bi vekirina atolyeyan jin derketin derve. Vê yekê tevî rewşa aborî ya bê piştgirî jî bi saya projeyên jiann veguherî derfetan.”
Zehmetiyên zêde
Li Taîzê hewldanên jinan, hê jî nebûye xwedî derfetan. Ji ber dorpêça heyî û xirabûna binesaziyê ku bajar bi tevahî hilweşandiye, li ser jinan zoriyên qat bi qat hene. Pêla dovîzê û bihabûna pêdiviyên jiyanê, krîzên di xizmetên bingehîn de li pêşiya jinan dibin astengî.
Li gorî Erwa El-Umarî yek ji pirsgirêkên herî mezin, ji ber tunebûna cereyanê ye. Ji ber ku gelek proje bi cereyanê dikarin bikevin meriyetê. Her wiha kêmbûna avê û zêdebûna bihayê bazarê, ji bo hewldanên nû barekî giran in.
Hiqûq û xercên ji derveyî fermiyetê
Pirsgirêkek din jî tevliheviyên di warê muameleyên ruxsetê de ye. Zêdetirî mûçeyên ji derveyî fermiyetê, ji xercên fermî zêdetir bihatir in. Ev yek jî dibe sedem ku jin bê ruxset karê xwe bidomînin an jî neçar bimînin an jî deyn bikin.
Erwa el-Umarî, diyar dike ku van pirsgirêkên hiqûqî li pêşiya mezinbûna hewldanên jinan û berdewamkirinê dibin astengiyên herî mezin.
2025 sala pêşketina dîjîtal
Erwa el- Umarî dide zanîn ku tevî van hemû zoriyan jî sala 2025’an li gorî salên din, li gorî salên din zortir tê pênasekirin. Di vê salê de hinek jinên xwedî hewldan, bi saya bazarkirina bi riya dîjîtal hinek bi pêş ketin û wiha dibêje: “Gelek jin, di medyayên platformên dîjîtal de ji xwe re rûpele vekirin, hînî bazarkirina bi riya dîjîtal bûn û karê xwe wisa kirin. Vê yekê jî merhele bi merhele be jî bû sedem ku di warê hiqûqî û dîjîtal de zanîn çêbibe. Ev pêşketin tenê teknîk nebû, di heman demê de weke rêbaza parastin û berfirehiya teknolojiyê hat dîtin. Di vê rewşa bê îstîqrar de ev derfetek girîng e.”
Bandorên psîkolojîk
Erwa el-Umarê bi zoriyên aborî ve aliyê psîkolojîk jî nîşan dide û wiha didomîne: “Jinen li Taîzê hem weke kesên xwedî hewldan, hem jî weke perçeyek ji civaka ku di nava gelek travmayan de maye, zextên derûnî jiyan. Bûyera mirina Îftihan el-Meşherî di navbera jinen li Tazizê û yên li derveyî wê dijîn de bû sedema xirabûna rewşa psîkolojîk û vê yekê hesta bêwlehiyê kûrtir kir lê tevî vê jî tablo wisa reş nîn e. Sala 2026’an, di çarçoveya plana pêşxistinê ya di sala 2024–2026’an de bi ketina meriyetê ya meclîsa aboriyê re, derfetên nû dide. Hêvî ew e ku ev meclîs, ji bo jinên xwedî hewldan û dikandar, bibe platformeke rastî û wan temsîl bike. Yekîneya Karsazên Jin a Odeya Bazirganiyê, îsal destpêkê armanc dike hevkariyên baş ava bike, bernameyên perwerdeyê yên pisporî li dar bixe û di du mehên li pêşiya me de “klînîka kar” veke. Tê hedefkirin ku li vê klînîkê, ji bo jinên xwedî hewldan, desteka psîkolojîk, îdarî û hiqûqî were dayîn, proje berdewam bikin.”
Tevî hemû zorî û tengasiyên rojane jî jinên Yemenî, di navbera berxwedan û têkçûnê de rewîtiya xwe didomînin. Projeyên wan ên ku ji neçarî dest pê kirine, hewl didin mezin bikin û derfetan ava bikin lê guherîna rastî tenê bi hewldanên hevpar ên di navbera civak û dewletê de pêkan e. Ev yek jî dema ku ji bo jinên xwedî hewldan mercên aborî yên xwedî temînat û derfetên civakî çêbibin dikare pêk were.
Hewldanên jinan li Yemenê tenê xebateke aborî nîn e; serpêhatiya jinan a ku hewl didin bi dengê xwe vebêjin, xwedî îrade bin û rojane biafirînin. Ev yek jî tevî hemû zoriyan hêviya ku her roj nû dibe nîşan dide.