Li Siûdiyê rêjeya bêkariya jinan

Encamên anketa hêza kar a ji bo çaryeka yekem a 2021’an ku ji hêla Enstîtuya Îstatîstîkê ya Siûdiyê ve hat weşandin nîşan da ku rêjeya bêkariyê li gorî 12,6 ji sedî di dawiya çaryeka çaremîn a sala 2020’an de daket ji sedî 11,7, hat tomarkirin. Li gorî lêkolînan, dema ku rêjeya bêkariyê ya mêran ji sedî 7,2 bû, ji bo jinan ji sedî 21,2 ye.

Navenda Nûçeyan - Saziya Îstatîstîkê her sê mehan carekê anketan çêdike û pêşbîniyan li gorî wê diyar dike. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Siûdiyê, di çaryeka yekem a salê de, rêjeya bêkariyê ya mêran 7,2, rêjeya bêkariya jinan jî sedî 21,2 tê ragihandin. Tê destnîşankirin ku anket û lêkolîn bi jin û mêrên 15 salî û jortir ji bo tevahî nifûsa Siûdiyê hate kirin. Rêjeya bêkariyê ya ji bo mêr û jinên 15 salî û jor ji bo tevahiya nifûsa Saûdiyê li bendê ye ku di sala 2021’an de ji sedî 6,5 dakeve beramberî 12,6 ji sedê ku di çaryeka berê de hatibû tomarkirin, ji sedî 7,4 di çaryeka çaremîn a 2020 de. Hate parve kirin ku di çaryeka yekê ya sala 2021’an de ji sedî 11,7 hate paşve xistin.
Rêjeya bêkariyê ji bo tevahî nifûsa jinan a li welêt, ku di çaryeka berê de (çaryeka çaremîn a 2020) ji sedî 20,2 bû, di çaryeka yekem a 2021 de daket ji sedî 16,1. Ji bo jinên Siûdiyê, li gorî texmînên lêkolîna hêza kar rêjeya bêkariyê di çaryeka pêşîn a 2021’an de, ji sedî 24.4 di çaryeka berê de, daket.
Rêjeya beşdarbûna hêza kar a jinên Siûdiyê gihîşt sedî 33.6
Ji bo tevahî nifûsa jinan a 15 salî û jortirîn, rêjeya beşdarîya hêza karî di çaryeka pêşîn a 2021’an de, li gorî çaryeka çaremîn ya 2020’ê ji sedî 32.1, ji sedî 33.6 zêde bû ku wek çaryeka berê hatî jimartin. Dema ku em li encamên giştî yên encamên anketê dinêrin, li gorî lêkolîna ku li ser hemû hemwelatiyên Siûdî yên ji 15 salî mezintir hatine kirin, li gorî çaryeka paşîn a 2020’an, rêjeya beşdarbûna aboriyê; Di çaryeka yekem a 2021’an de daket ji sedî 49.5’an. Hat tomar kirin ku ev rêje di çaryeka berê de li dor ji sedî 51,2 bû. Rêjeya beşdariya aborî ji bo mêran ji sedî 66,2 ye, û ev dane ji bo jinan 32,3 ye.
Pêşbîniya sala 2030
Sazi, di daxuyaniya sala borî de daneya bêkariyê ya îsal ji sedî 12 texmîn kiri bû. Tê ragihandin ku  hatiye hesapkirin sala 2030’an de bêkarî bikeve sedî 7’ê .