Li Siûdiyê hejmara jinên dixebitin zêde bûye

Li Erebistana Siûdî ku li gorî welatên din ên cîhanê hejmara jinên dixebitîn kêm bû, li gorî daneyên niha rêjeya jinên dixebitîn, di demên dawiyê de zêdetir bûye

Navenda Nûçeyan - Li gorî lêkolîna Brookings a li Washingtonê, ev rêje li Erebistana Siûdî ku bi salan e li cîhanê xwedî rêjeya herî kêm jinên xebatkar bû, di demên dawî de zêde bûye.
Li gorî lêkolînê, di sala 2018’an de, rêjeya jinên Siûdî yên dixebitin an çalak tevdigerin, ji sedî 19.7 jinên ji neteweya Siûdî bûn. Di salên beriya 2018’an de, ev rêje gelek kêm bû.
Welatê ku xwedî rêjeya herî kêm
Welatên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur (MENA) dema ku mijar dibe jin û bazara kar her gav ji cîhanê paşve mane lê li gorî van pîvanan jî ev rêje li Erebistana Siûdî bi hejmareke girîng û berbiçav kêm bûye û her wiha di çend salên dawî de gelek tişt li welat guherîne.
Tenê di nava du salan de, rêjeya jinên xebatkar li Erebistana Siûdî di dawiya 2018’an de ji sedî 20 e, di dawiya 2020’an de jî bû ji sedî 33. Ev jî nîşan dide ku di du salên dawî de rêje ji sedî 64 zêde bûye.
Hejmara jinên ku dest bi xebatê kirine zêde dibe
Li gorî lêkolînê, rêjeya herî mezin di navbera salên 2018 û dawiya 2020’an de di nav jinên Siûdî yên 40-54 salî de, ji sedî 20 zêde bûye. Piraniya komên ji temenên din herî kêm ji sedî 10 zêde bûye. Sedemeke din a vê zêdebûna bi bandor jinên jêhatî ne. Beşdariya jinên ku heta dibistana navîn xwendine di vê heyamê hema hema sê qat zêde bûye. Hejmara ku berê ji sedî 9 bû niha bûye ji sedî 25. Di vê zêdebûnê de xala herî girîng ew e ku bi beşdariya jinan a xebatê rêjeya bêkariyê zêde nebûye.
Di lêkolînê de ev hat diyarkirin; “Çavdêriya me ya li Erebistana Siûdî nîşan daye ku piraniya wan jinên dixwazin bixebitin, piştî hewldanan zû ji xwe re kar dibînin.”
Sedemên guhertinên li Erebistana Siûdî çi ne?
Li gorî raporê her çendî sedemên vê yekê zelal û bi awayê teqez neyên zanîn jî ev xal hatine diyarkirin; "Divê bandora potansiyel a gelek reformên di çend salên dawî de xebata jinan hêsan kirine, neyê paşguhkirin.” Sedemên vê guherînê ewe e ku destûr ji bo ajotina seyareyan ji jinan re hatiye dayîn (ku ev yek ji bo çûndin û hatina kar girîng e) zagona vesayetê, zagona kar û pêşketinên di hiqûqa malbatê de. Yek ji hedefên bernameya reformê ya di revîzyona sala 2030’an a li Erebistana Siûdî ew e ku rêjeya jinên xebatkar ji sedî 30 zêdetir bibe. 
Çavkanî: Enstîtuya Brookings