Li Seyidsadiq cilên havînê yên herî xweş li Koşkî Şajin e

Dû xuşkan bi hev re li Seyîdsadiq Firoşegehek mezin ya cilan vekirine û bi rêve dibin. Xwişkan dan diyarkirin ku destpêkê pêdawistiyên firoşgeha wan ji Silêmaniyê dihatin, niha jî ew bi xwe diçin ji deverên din yên Kurdistanê pêdawistiyê firoşgeha xwe tînin.

Dû xuşkan bi hev re li Seyîdsadiq Firoşegehek mezin ya cilan vekirine û bi rêve dibin. Xwişkan dan diyarkirin ku destpêkê pêdawistiyên firoşgeha  wan ji Silêmaniyê dihatin, niha jî ew bi xwe diçin ji deverên din yên Kurdistanê pêdawistiyê firoşgeha xwe tînin.

HEWAR MEHEMED

Silêmanî - Du xuşkên bi navê Nahîde û Perjîn ji bajaroka Seyîdsadiq a Silêmaniyê ne û zanîngeh temam kirine, lê belê ji ber bê kariyê di qada xwendina xwe de kar nekirin û ev nêzî salek û nîve li taxa Hesar a Seyîdsadiqê bi hevdû re firoşgehek mezin ya bi navê Lina û Koşkî Şajin ya cil û bergên jin û zarokan vekirin û bi rêve dibin. Her du xûşk di derbarê kar û barê xwe de ji ajansa me re axivîn.

“Em xizmetê ji bo bajaroka xwe dikin”

Perjîn Mehemed yek ji wan jinên ku firoşgehê bi rêve dibe wiha behsa fikrê vekirina firoşgeha xwe dike û dibêje: “Destpêkê dema min zanîngeh temam kir di qada ku min xwendî de min qet karek nekir, beriya vekirina Koşka Şajin li cihekê nêzî salekê weke karmed min kar kir. Pîştre fikrê vekirina firoşgehê ket serê min de, niha ji em xizmetê ji bo bajarokên xwe dikin û em qazanç ji dikin. Di hilbijartina karê xwede zorî heye, lê belê ya giring ewe ku çawa wê zehmetiyê derbaz bikî. Bi jinan re kar xweştir bi rêve diçe.”

“Jin pêdawistiyên xwe li firoşgeha me dibînin”

Nahîde Mehemed xuşka Perjinê ye û bi hevdû re firoşgehê bi rêve dibin wiha behsa rewşa jinan dikin: “Di destpêkê de jin tenê ji bo tişt kirinê diçûn sukê, lê belê niha me nêzî malan firoşgeh vekiriye êdî jin dikarin ji bo pêdawistiyên xwe werin vêderê bikirin. Destpêkê pêdawistiyên firoşgeha me ji bajarê Silêmaniyê dihat, lê niha em bi xwe diçin dewr û berên Kurdistanê pêdawistiyên firoşhgeha xwe dikirin. Ya giring ewe ku jin xwedî karê xwe be, karkirin serbilindiye, jin keyfxweş dibin dema ku bi azad pêdawistiyên xwe peyda bikin.”