Li Raperînê mîhrîcanek ji bo berhemên jinan hate li darxistin

Ji bo jin berhemên xwe bidin nasîn li bajarokê Ranya ya Raperînê mîhrîcanek hate li darxistin û sê rojan berdewam kir û jinan bi berhemên xwe ên dest û xwemalî beşdarî mîhîcanê bûn.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Li bajarokê Ranya girêdayî bajarê Silêmanî ya başûrê Kurdistanê 2’yemîn mîfrîcana berhemên çandiniyê ji aliyê Rêveberiya çandiniyê ya herêma Raperîn ve hate li darxistin. Di mîhrîcanê de gelek berhemên çandiniyê û xwarinên kurdewarî û karê destê jinan hatin pêşandin.

Hewrîn Newzad ya xwedî kar û peymangeha perestar temam kirî, beşdarî  mîhrîcanê bûye wiha got: “Mîhrîcan sê rojan berdewam kir, li vê derê weke ciwanan me karî em kêrhatî û destrengiya me ya heye em derbixin holê. Ez gelek giringî didim berhemên xwemalî û li malê ew xwarinên di destê me de ye bi berhemên xwemalî çêdikim. Ez jî bi hejêrîn hişk, sîrke û reçela xwemalî û karê dest beşdarî mîhrîcanê bûme.”

‘Ev mîhrîcan riyek ji bo nasandina berhema ne’

Hewrîn Newzad da zanîn ku armanca li darxistina van mîhrîcanan  hêz dayîna kêrhatiyên ciwanên Raperîne.  Bi taybet li devera me kêrhatiyek zêde ya jinên ciwan heye, ji ber tayîn nabin û li malê dimînin, nikarin dahata jiyana xwe dabîn bikin. Ji ber vê ev mîhrîcan riyek ji bo nasindana berhema ne. Banga min ji bo jinên destrengîn ewe ku li pey kêrhatiyên xwe bikevin, ji malê derbikevin ji derve karê xwe bikin û ji bo xwe karê xwe yê serbixwe ava bikin.”

Çiro Omer ku xwedî kar wiha got: “Ez hêvî dikim ku ev cûrên çalakiyan zêde werin li darxistin. Ji ber gelek kes hene sûd jê digrin û jêre dibe derfetek. Ez di wê hêviyê deme ew jinên destrengîn di her qadekê dene beşdarî çalakiyên bi vî awayî bibin, ji bo hem bi xwe jê sûd wergirin û hem kesên din çav lê bikin.”