Li navçeyeke piçûk destkeftiyên mezin
Şadiye Akboz tevî hemû zextên civakî yên li navçeya turîstîk a piçûk Gêlê, bi tenê xebatkara jin a navçeyê ye, bi salan e li xwaringehekê dixebite, bang li hemû jinan dike û dibêje ku cihê wan ne mal e. Di vê jiyanê de tiştê herî çêtir ew e ku mirov bêyî li destê kesek binêre pereyê xwe qezenc bike.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Şadiye Akboz yekane xebatkara jin a li navçeya Gêla Amedê ye. Her çend ew navçeyek turîstîk be jî li navçeya ku zîhniyeta feodal lê serdest e, ne mimkûn e ku jin di jiyana xebatê de werin dîtin. Şadiye ku çar sal in li salona lahmacun û pîde dixebite, feraseta ku li navçeyê heye jî dişikîne. Şadiyeya ku li navçeya nifûsa wê 20 hezar e dixebite wiha got, “Ez bi salan e li vê dikanê dixebitim. Ez karê mitbexê û paqijiyê dikim û hevîrê lehmecûnê vedikim. Beriya wê, ez li Amedê li xwaringehek dixebitîm. Em li vir bi çar hevalên xwe re dixebitin. Mala min li jorê xwaringehê ye. Ez bi roj têm û dixebitim. Zarokek min heye. Ez bi pereyê ku ji vir qezenc dikim, hewcedariyên xwe pêşwazî dikim û zarokê xwe xwedî dikim.”
"Tiştê ku nehat kirin min kir"
Di vê pêvajoyê de piştgiriya herî mezin a Şadiye malbata wê ye, dema ku wê dest bi xebatê kiriye guhên xwe li şîrove û pirsên kesên li navçeyê girtine. Şadiye diyar kir ku xebata jinekê tê baş nayê dîtin û li dijî wê têdikoşe û got, "Niha li navçeyê tenê ez xebatkara jin im. Ji xeynî min, li vir jinên bixebitin tune ne. Dema ku min nû dest bi kar kir her kesê pir bertek nîşanî min da. Tiştek nemabû ku mirov nebêjin. Mînak, ji min re digotin, ‘Jin çawa dixebite? Ev der cihê te ye?’ Dema ku jinan yekem car ez dîtim şaş man. Navçe piçûk e, bazar piçûk e û ez li vê navçeya piçûk tenê me tiştê ku nedihat kirin min kir. Ji bo jinekê azadiya aborî gelek girîng e. Xebata ji bo aboriya xwe ne rewşek şermê ye.
“Di jiyanê de tişta herî xweş azadiya aborî ye”
Şadiye dibêje ku karê jinan rûniştina lê malê, çêkirina xwarinê yan jî anîn û xwedîkirina zarokan nîn e, ji derveyî xwaringehê, li malê jî terzîtiyê dike. Şadiye li ser tentene û kincên xemilandî ku bi xwe çekirine diaxive û dibêje ku xebat ji bo wê şêwazeke baş a jiyane ye. Şadiye bang li hemû jinan kir ku kar bikin û got: “Ez li vir bi keda xwe pereyê xwe digirim. Ez pir kêfxweş im ku dixebitim. Ez dixwazim, ne tenê li vir, bang li hemû jinan bikim. Ger jin dixwazin bixebitin, çi kar ji destên wan tê bila bikin. Di vê jiyanê de tiştê çêtirîn ew e ku meriv bêyî ku li destên kesek binêre, pereyê xwe bi dest bixe, azadiya aboriya xwe mîsoger bike... Min vê yekê kir û niha ez hem li malê terzî me, hem jî li xwaringehek dixebitim.”