Li Idlibê ji ber mercên dijwar jinên koçber çandiniyê dikin

Şerê ku bêserûber bi salan e didome; bi xwe re rewşên gelek zehmet ji bo gelê ku koçber bûye aniye. Jinên li kampên Idlibê dijîn, hem ji bo debara aborî hem jî meşxuliyetê karên çandiniyê dikin û bi bêhna axê û bexçeyan hewl didin bi xeyalên li warên xwe bijîn.

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Koçberî li pêşiya gelek jinên gundan ên ku li deverên li bakurê Sûriyeyê koçber bûne, nebû asteng. Berovajî, ji wan re  derfetek çêbû ku beşek ji barên giran ên li ser milên wan hatine kirin hilgirin. 
Rabaa Al-Saadiya 38 salî ye, bi alîkariya hevjînê xwe, dikaribû xwediyê erda çandiniyê ya li nêzî kampa wan razî bike ku erd ji wan re ji bo çandiniyê kirê bike û ji werzên havîn û zivistanê sûd bigre.
“Piştî koçberiyê cih li me teng bû em nikaribûn debara jiyana xwe bikin”
Rabaa Saadiya dibêje ku beriya du salan ji gundê xwe Hazarin ku li Cebel El-Zawiya ye, koçber bûye ev yek bûye xalek girîng di jiyana wê de. Ji ber ku wê li axa xwe ya ku terikand, di demsalan de çandinî dikir û ji wan re gelek başî û çavkaniya jiyanê çêdibû.  
Raba Saadiya got: "Piştî koçberbûna me, erd li me teng bû û em nikaribûn debara jiyana xwe bikin lê piştre dahatiyek din rewşa me ya zehmet baş kir." 
Bi hevjînê xwe re dest bi çandiniyê kir
Fikra vegera karên çandiniyê bi hevserê xwe re dema ku ew li kampa Harbinûş bû, li bakurê Idlibê, ket sere wê û dît ku ev yek  çareseriya tekane ye ji bo ku pêdiviyên malbata xwe ya ku ji çar zarokan pêk tê bîne cih û debara xwe bikin. 
Ew di projeya xwe ya çandiniyê de ku jê re feydeyên mezin anî, bi ser ket. Li ser wê dibêje: "Ez kêfxweş im ku xwedî pîşeya çandiniyê me û dizanim çawa bi hemû cureyên çandiniyê re mijûl bibim. Ger em bi vî rengî nekin bêguman dê şert û mercên me yên li vir li vê kampa dûr a ku hemû pêdiviyên jiyanê lê tune ne, xirab bibin."
Rabaa Saadiya di karê xwe de bi hin zehmetiyan re rûbirû dimîne. Wekî misogerkirina dermanên zibil, tovên baş û ava têr lê wê dikaribû bi sebir û şopandinê hemûyan bi ser bixe. 
Çandinî ji bo jinên koçber derfeta kar e
Projeyên çandiniyê ji bo gelek jinên koçber derfetek kar pêk anî. Çi bi kirêkirina erd, çi di projeyên taybet de, çi jî di gelek atolyeyên çandiniyê yên jinan de, avakirina baxçeyan û yên din.
Li aliyê din jina bi navê Somaya Al-Sawaj a 35 salî, ji nişka ve dît ku barê malê hemû ketiye ser wê piştî ku hevserê wê ji ber nexweşiyek jiyana xwe ji dest da. Bi koçberkirina wê û rewşa wê ya xirab û nebûna tu bawernameyan an tecrubeyê, ew vegeriya ser karê erdên çandiniyê, bi hêviya ku di dawiya rojê de pêwîstiyên zarokên xwe pêk bîne.  
“Çandinî bêhnfirehî û xebatek zêde dixwaze” 
Karê wê li ser zivirandina axê, rakirina giha û berhevkirina gelek berheman, li gorî pergala rojane ye. Ew ji demjimêrên serê sibehê heya nîvroyê, bi bedêla 25 lîreyên Tirkiyeyê ku bi zorê têr dike, dest bi karê xwe dike ji bo ku nan û hin sebze ji bo zarokên xwe bikire. Ew dibêje: "Karê çandiniyê ne hêsan e û pêdivî bi bêhnfirehî û hewldanek mezin heye lê ew karek baş dimîne û ji rûniştina li kon û benda alîkariya kesekî yan hatina alîkariyê ya mehane ya ku têr nake pir çêtir e."
Ji ber ku karê Somaya Al-Sawaj di çandiniyê de demkî ye û ne her gav e, wê dest bi damezrandina baxçeyek kir ku tê de cur be cur şînahî û kulîlkên bi şekl û celebên cihêreng hene û wê dest bi lênihêrandinê kir û ev yek ji bo wê bû projeyek ku ji bo jiyana hêja dibe alîkar.
“Karên çandiniyê ji bo jinan hem bi feyde ye hem jî xwebaweriyê zêde dike”
Endezyara çandiniyê Salma Al-Berekat a 40 salî, dibêje ku jin bi xebata xwe ya çandiniyê, bi rengek ku carna rola zilaman derbas dike, beşdarî aboriya herêmî dibin. Ew di pêkanîna gelek destkeftiyên di hilberîna çandinî û ewlehiya xwarinê de, di derbaskirina cudahiya zayendî ya girdayî çandiniyê de bi sebr û serfiraz e.
Salma Al-Berekat, jinan teşwîq dike ku di çandiniyê de bixebitin, ji ber ku kar dikare ji wan re feydeyên ku dê ezmûnê bi dest bixin bîne û xwebaweriya jinan zêde dike. Ev ji bilî bidestxistina ewlehiya xwarinê piştî zehmetiyên ku ew rast tên, ji ber windakirina bi hezaran donim ji erdên çandiniyê li gundewarên başûrê Idlibê ji xwediyên wan ên ku ji ber hejarî û nebûna derfetên kar di kampên koçberan de mexdûr bûne.