Li Hewreman dema berhevkirina Hinarane

Dema dibe werza Peyîzê jinên herêma Hewreman zend û bendên xwe hildidin û li gel mêran Hinaran kom dikin. Paşê jî sirkeya organîk a hinaran amade dikin.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Herêma Hereman bi hinarên xwe bi nav û denge. Dema ku dibe werza payîzê ango dibe demê hinaran jinê vê deverê diçin hînaran kom dikin. Jinên destbikêr hem ji bo pêdiviyên xwe di firoşin hem jî ji wan hinaran sirka organik çêdikin. Jinan qala dema komkirina hinaran kirin.
“Hinar ji bo tendirustiyê gelek başe”
Naîfe Mehmûd ya ji gundê Tewêla ya girêdayî Helepçe wiha behsa komkirina hinaran kir: “Eve deh sale me ev baxçe heye, gelek curên darên weke hinar, tu, goz têde hene. Karê di nava baxçe de çiqasî zehmet be jî, divê em kar bikin û kom bikim. Di dema hinar komkirinê de em hemû bi hevre komdikin û piştre dikin sirkeya hinaran. Hinar ji bo tendirustiya mirovan gelek başe. Ava hinaran di werza zivistanê de tamek xweş dide xwarinan, hinar gelek caran ji bo nexweşî û dermanan tê bi kar anîn û  hişkkirina wê jî ji bo ciwankariya jinan tê bikaranîn. Niha dema em kom dikin em gelek di avêjin ji ber ku tu kargeh nîne ku ji bo bigre û bi awên cûda bikarbînin.”