Li Hesekê ji bo nasandina berhemên jinan Bazara ‘Tilîyên Afirîner’
Li Hesekê ji bo nasandina berhemên keda destê jinan Bazara ‘Tilîyên Afirîner’ ku ji hêla înîsiyatîfeke herêmî ve hatibû vekirin û du rojan domkir. Gelek jin bi berhemên keda destê xwe û xwarinan beşdar bûbûn.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bazara ‘Tilîyên Afirîner’ înîsiyatîfeke herêmî ye ji bo piştgiriya xwediyên karsaziyên biçûk li Hesekê di 15’ê Gulanê de li parka Belabil a bajarê Hesekê ve hate vekirin û du roja domand. Jinên Hesekê yên beşdarî bazarê bûne diyar kirin ku li her cihê jin lê bin, afrîneriya bedew û cihêreng heye.
Serpereştiyara Bazara ‘Tilîyên Afirîner’ Qemer Şartûh diyar kir ku ew vê bazarê salane li dar dixin da ku karên afirîner ên jinan bidin nasîn û got: “Beriya deh salan di vî warî de min dest bi xebatê kir, min bi çêkirina xemlên rojbûnê dest pê kir û bi vî rengî min karsaziya xwe pêş xist. Min li ser WhatsAppê komek çêkir û me jinên kedkar ên di vî warî de nas kirin û bi hevre ev du sale em bazaran çêdikin, têde karê ku jinan bi destê xwe afirandine pêşkêş dikin.”
‘Divê her jin di aliyê aborî de serbixwe be’
Qemer Şartûh balkişand li ser girîngiya xweseriya jinan di ware aboriyê de û wiha got: “Girînge ku jin di aliyê aborî de serbixwe bin. Li her deverê ku jin lê hebin, afirînerî heye. Ji ber vê yekê, ez her jinê teşwîq dikim ku fikrên xwe yên derbarê kar de bixin meryetê. Şanseke bidin fikrên xwe û rêwîtiya xwe ya afrîneriyê dest pê bikin.”
‘Min biryar da ku kargehek çêkirina çîkolatayê li malê vekim’
Endezyara Çandiniyê Dêlman Osman a 26 salî, xeyala xwe veguherandiye debara jiyanê. Bedewiya xwezayê bi çêkirina çîkolatayê derdixe holê. Tekez kir ku bi eşq û hezkirinek mezin beşdarî bazarê bûye û got: “Min her dixwest bixebitim, lê ji ber du zarokên min ên biçûk, ev yek zehmet bû. Ji ber vê min rêyek cûda bijart, min biryar da ku kargehek çêkirina çîkolatayê li malê vekim. Vê yekê wisan kir ku ez hem bixebitim û hem jî nêzî zarokên xwe bimînim. Hezkirina karê min ê endezyariyê di riya hunerê de min pêşxist û peyama min ji bo jinan ewe ku rê li ber xeyalên xwe negirin û heta hedefên xwe berdewam bikin, ji ber ku em dikarin tiştê ku em dixwazin bikin, her çend em bibin dayîk jî. Tiştek nikare pêşî li daxwaz û hezkirina mirovan bigre.”
‘Her berhemê bi destê jinê tê afirandin, çîroka sebir, bedewiya afrîneriyê vedibêje’
Endezyara Kîmyewî Aya Al-Omar, tekez kir ku bazara ‘Tilîyên Afrîneriyê’ tecrubeyek bi nirxe û got: “Min hilbijart ku li mala xwe amadekariyên pêdiviyê bedewbûnê çêkim û beşdarbûna min a bazarê bi armanca naskirina jinên afrîner e. Ev ezmûnek bi nirx e ku em xeyalên xwe pêk bînin û di warê xwe de gavên mezintir bavêjin. Berhemên ku ez amade dikim ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve têne qebûlkirin, û her hilberînek ceribandin û analîz li ser tê kirin. Min ev qadê bijartî, bi pisporiya min ve girêdayî ye, ji ber vê yekê ez têde serketî me. Di vê bazarê de bi dehan jin beşdar bûne, her jinek xwedî afrîneriyek cuda ye, her berhemek ê bi destê jinan tê çêkirin, çîroka sebir, xweşikbûna afrîneriyê vedibêje.”
‘Despêka her gavê zehmete’
Aya Al Omer di dawiya axivtina xwe de wiha got: “Peyama min ji bo tevahî jinan ewe ku ew rêya ku bijartine bi domînin. Destpêka her gavê zore, lê dewamkirina wê dibe sedema serkeftina xewnên me. Di vê bazarê de mi tekez kir ku jin li kuderê dibe bila bibe jiyanê diafirîne û geş dike.”