Li gel ziwanbûna salê jî firîkê Edle yê bi qasî bejana wê bilind bûye

Firîk her sal bi genim re tê avêtin, ew bi xwe genim e heşîn e berî bigihîje şeklê dawî û hişk bibe, simbila wê tê rakirin û dibe firîk. Li ser sifreyê dibe xwarineke bi qîmet û wekî savar û birincê zadekî esas e di her malê de.

ROJDA SEYÎDXAN
Qamişlo - Jin bi çandiniyê aboriyê geş dikin û bi hilberîna kedê re jiyanê li ser piyan dihêlin. Çandina firîk yek ji çandiniyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşhûr e û piranî li deverên avî tê çandin. Firîk xwarineke gelêrî ye weke savar û birincê li ser sifreya malê zadekî esasî ye her demê tê xwarin. Firîk ji genimê hêşîn berî bigihîje şeklê dawiyê ji hişkbûnê tê çêkirin, li bazaran buha tê firotin ji bo wê şêniyên li gundan dijîn bi xwe diçînin û çêdikin. Jina bi navê Edle Yûsif a 50 salî li gundê Girêdêra yê navçeya Girkêlegê Kantona Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Edle li bexçeyê mala xwe tevî gelek cureyên şînahiyê  erdekî biçûk veqetandiye û tê de firîk çandiye, bi hezkirineke mezin li bexçeyê xwe miqate ye paqij dike û av dide heya simbilên firîka wê qamake bilind girtiye. Têkildarî naskirina rêbazên çandina firîkê û rakirina wê her wiha cureyên xwarina wê Edle Yûsif ji me re axivî.  
Çanda şînahiya firîkê
Edle behsa rêbazên çandina firîkê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her sal bi çandina genim re em firîkê diçînin, ew bi xwe genim e lê ji genimê hêşîn berî hişkbûna dawiyê em çêdikin. Di meha Mijdarê de piranî tê çandin û baldariya lê pêwîst e cuda be. Dema tê çandin em pir av didin û derdora wê baqij dikin ji bo ku berhemên wê bi sûd bin, ji ber ku ger baş neyê avdan wê liba wê hûr derbikeve û wisa firîkên wê nebaş bin. Axa gundê me pir xweş e ji çandiniyê re ez dikarim bêjim ger tu libekê bavêje ser kevir wê hêşîn bibe ji ber ax sor e, bilind e û di gund re pir cem derbas dibin em jê çandiniyê dikin. Bexçeyê min ê giştî wekî hemû gundiyan li derdora gund e lê di bexçeyê mala min de jî pir cureyên şênahiyê hene û yek jê firîk e. Bi qasî 2 teneke genim ji bo bexçeyê malê min firîk veqeteand û her sal jê berhem digrim tu carî ji bazarê tiştekî nakirim hemû şênahiyên min, li ber destên min in û ji berhemên keda xwe em dixwin. Em hîn nebûne tiştên kirînê bixwin, ji ber ku tiştên em diçînin dizanin lê baldar bin û tama berhemên kedê cuda ye.”
Rakirina firîk û hilberîna wê
Edle di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rêbazên çêkirina firîk û hilbirîna wê û wiha domand: “Bi dawiya meha Nîsanê re dibe çaxê rakirina firîk, genimê me çandiye beriya bigihîje şeklê dawiyê hîn hineki hêşîn e em radikin. Çinîna wê weke palehiyê ye bi amûra dasikê tê rakirin em wisa dikin komik û girê didin. Paşê em bi qasî rojekê didin ber hewayê heya wisa hinekî biçilmise ji rojekê zêdetir nabe, ji ber ku tav dijwar e divê simbil hişk nebin. Piştî wê em li ser erdeke paqij radixin û agir berdidinê, pêwîst e em li vir jî baldar bin da ku tenê simbil bisincire û neşewite. Piştî wê em simbilê diweşînin û firîkê jê derdixin, bi qasî hefteyekê em pê re mijûl dibin û peşê hin mal dibin aşê li gorî xwe liba wê gir an jî  hûr dihêrin. Ez bi xwe li malê firîkê xwe dihêrim destarên gundiyên me hene em lêdidin û dihêrin. Rast e rakirina wê zehmet e lê tiştek bê zehmetî nîn e. Her sal bi qasî 6 teneke ez radikim, hin jê ji bo malê dihêlim û yên din ji xwe re difroşim. Firîk ji savar û birincê buhatir tê firotin, ji ber ku westandina wê bêtir e. Îsal baran nebarî û zuhayî bû me ji bîra malê, bexçe ava dida û bexçeyên derdora gund jî me ji çemên ku di gund re derbas dibin avdan.”
Xwarina firîkê
Edle bal kişand ser xwarinên ku ji firîkê çêdibin û wiha pêde çû: “Firîk jî weke savar û birincê zadekî esasî ye di malê de û ji bo zivistanê zadê tê hilandin, ji ber ku di zivstanê de peyda nabe. Ji firîkê gelek xwarin tên çêkirin, piranî bi goştê sewalan tê çêkirin û pir xweş e. Malbatên ku mêvanên wan ji deverên dûr tên ji wan re firîk tê çêkirin, ji ber ku tama wê xweş e û pir bi qîmt e. Weke xwarineke gelêrî jî tê pênasekirin û heya niha em çanda wê diparêzin.”  
Jiyana komînal a jinan
Edle di dawiyê de qala alîkarî, kombûn û hevpariya jinan li derdora çandiniyê kir û wiha bi dawî kir: “Bi çandina van cureyên şênahiyê  re em jiyana komînal di gund de ava dikin û aboriya me ji hilberîna destên me ye. Dema em çandiniyê dikin hemû jin bi hev re dibin alîkar û berhemên xwe bi hev re diguherînin. Li ser çandin û berhema wê ji hev dipirsin ev yek jiyana komînal di gundê me de dide avakirin. Jiyana me tijî ked e û destên me bi berhem in.”