Li Efganistanê jin ji bo aboriya xwe ya serbixwe têdikoşin

Piştî Talibanê li Efganistanê, xwedîkirina mirîşkan ji bo jinan hem bû riya berdewamkirina jiyanê hem jî ji bo aboriya serbixwe.

BAHARÎN LEHÎB 

Kabul – Li Efganistanê kokên mirîşkvaniyê digihîje şêwazên kevneşopî. Di demên berê de hema bibêje li malê ji bo xwarinê çend mirîşk dihatin xwedîkirin. Mirîşk di bexçeyên malan de bi azadî digeriyan û bi hêk an jî goştê xwe li ser sifreyên malan bûn. Xwedîkirina mirîşkan bi vî awayî, hêsanî û ne bazirganî, bi armanca pêkanîna debara jiyanê bû. Di vê demê de girîngî nedidan cins û şert û mercên tenduristî. Pirsgirêkên nexweşiyên mîna newcastle yan jî nexweşiya parazîtî, dibû sedema mirina wan lê ji ber hilberandin ne di armanca bazirganiyê de bû, ev windahî dibûn perçeyek xwezayî ya jiyanê. 

Di salên 1340 û 1350 (mîladî-1960-1970) de, bi hevkariya rêxistinên navneteweyî yên weke Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), li Efganistanê ji bo pêşxistina mirîşkvaniyê hinek projeyên pîlot dest pê kirin. Di nava projeyan de îtxalata mirîşkên baş, avakirina cotgehên biçûk ên perwerdekirinê û fêrkirina rêbazên modern ên xwedîkirina mirîşkan cih digirtin. Lê piştî sala 1357’an (1978) bi destpêkirina şerê navxweyî re, hemû proje hatin rawestandin û binesazî hilweşiyan. 

Di pêvajoya desthilatdariya ewil a Talibanê de, yekane dahata malbatan çewlikên mirîşkan bûn û jin di rêveberiya wan de rolên serekê dilîstin. Wekî îro, ne xwedî mafê karkirin û perwerdeyê bûn. Jinan ji bo fêrbûna mirîşkvaniyê yekitiyên cuda ava kiribûn û ev yekitî ji bo domandina çewlikan bi bandor bû. 

Di sala 2001’ê de piştî hilweşandina Talîbanê, bi piştgiriya civaka navneteweyî, projeyên nû yên ji bo jinûveavakirin û pêşxistina cotkarî û ajalvanî dest pê kirin. Mirîşkvanî weke bazareke ku dahat zû tê bidestxistin, kêm lêçûn û li gorî hawirdora gundewarî, rastî eleqeyek taybet hat. Wezareta Cotkarî, Wezareta Karên Jinan, UNDP, USAID û rêxistinên civaka sivîl, bi taybetî jî ji bo mirîşkvanî di nava jinên li herêmên gundewarî de belav bibe, projeyan bi pêş xistin. 

Li Efganistanê ku xwedî civakek kevneşopî û muhafezekar e, beşdariya warê aborî ya jinan bi sînordarkirinên cidî re rû bi rû ye. Lewma mirîşkvaniya li malê, ji ber guncawbûna şert û mercên çandî weke xebat hat qebûlkirin û bû rêbazeke girîng ji bo bihêzkirina aboriya jinan. Gelek jinan li parêzgehên weke Belh, Nangarher, Herat, Bamyan, Daikundî û Qapîsayê bi saya projeyên mirîşkvaniyê aboriya serbixwe bi dest xistin. 

Nafîseh Nevab a li navçeyeke Kabulê dijî, ruxmê ku ji pola 12’emîn mezûn bûye jî ji ber malbata wê destûr nade nikare li derve bixebite yan jî biçe zanîngehê. Nafîseh Nevab, bi vekirina çewlikek biçûk a mirîşkan, debara malbata xwe ya ku 6 kes in dike.  

‘Min dixwest bibim bijîşk û jinan tedawî bikin’ 
 
Nafîseh, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî dibistana amadeyî divê ez biçim zanîngehê. Lê ji ber hikûmeta Talîbanê ez nikarim biçim zanîngehê. Ez li malê di nava stresek mezin de me. Rewşa aborî ya malbata min jî nebaş e. Piştre min biryar da hem ji bo xwe mûjil bikim hem jî ji bo alîkariya xwe û malbata xwe, çewlikek biçûk vekim. Ji ber kêmbûna pere hejmara mirîşkên min zêde nîn e.” 

Nafîseh Nevab, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xeyala min ne mirîşkvanî bû. Min dixwest bibim bijîşk li gund tedawiya jinan bikim. Em niha bi awayekî zehmet debara mala xwe dikin. Dîsa jî min hem ji bo xwe hem jî ji bo malbata xwe piştgiriyek aborî ava kir.”

Li Efganistanê mirîşkvanî, ji xebat û kevnoşopî ya nava malê derbas bûye, veguheriye pîşesaziyek xwedî potansiyelek mezin. Di vê veguherînê de jin roleke mezin lîstin. Mirîşkvanî ne tenê bidestxistina debara malê ye, di heman demê de rê û deriyekî ji bo bihêzbûna jinan e. Mirîşkvanî ruxmê hemû zehmetiyên di hawirdoreke siyasî û civakî de, dibe riyeke bi ewle ya mezinbûna aboriya jinên Efganî.