Li Efganistanê çerxa aboriyê di destê jinan de ye

Tevî zilm û tundiyê, jinên Efganî diyar dikin ku ew di hêla aborî de pişta malbat û civaka xwe ne. Ew bi çêkirina xalîçeyan û jêhatiyan debara mala xwe dikin û rola xwe ya girîng a di aboriya welêt de diparêzin.

BAHARAN LAHÎB

Bamyan – Piştî ku Talîban li Efganistanê bû desthilatî, jin ji nav karên fermî hatin vekişandin û di malan de hatin dîlkirin. Piştre xwendina keçan a piştî radeyek, hat qedexekirin. Bi vî awayî feraseta Talîbanê ya zextkar û dijminê jinan, dixwaze ku jinan di malan de dîl bigre, lê aboriya malbatan jî bide ser milên wan. Jin bi vî awayî karkeriya duqatîn dikin. Li aliyek zarok, li aliyek kar, li aliyek paqijî, têkoşîna xwe ya li hember vê ferasetê, di nav mala xwe de didomînin.

Çêkirina xalîçeyan ji nifşekê derbasî nifşekê din bûye

Li Efganistanê, çêkirina xalîçeyan yek ji hunerên destan ên herî kevin e, kokên wê diçe sedan salan. Ev huner ne tenê çalakiyek aborî ye, di heman demê de beşek ji nasnameya çandî û kevneşopî ya vê axê ye jî. Xalîçeyên Efganî bi saya kalîteya xwe ya bilind, nexşên xweşik û rengên xwezayî li gelek welatên cîhanê nasname û eleqeyê bi dest xistine. Di nav gelek malbatan de, hunera çêkirina xalîçeyan ji nifşekê derbasî nifşekê din derbas bûye û weke mîrateyek hêja hatiye parastin.

Xalîçeyên bi hirî û boyaxên xwezayî yên ji nebatan hatine çêkirin

Di demên berê de, komên etnîkî yên cûda li Efganistanê, nemaze li herêmên bakur, rojava û bakur-rojavayê welêt, bi çêkirina xalîçeyan re mijûl dibûn. Eşîrên Tirkmen, Ozbek, Belûç û hin komên Paştûn di pêşketina vê hunerê de rolek girîng lîstin. Xalîçeyên ku bi hirî û boyaxên xwezayî yên ji nebatan hatine çêkirin, hem li malan û hem jî ji bo armancên bazirganî dihatin bikaranîn.

Berê, bi piranî jinan li malê bi destan çêdikirin

Yek ji taybetmendiyên girîng ên xalîçeyên Efganî, şêweyên wan ên bêhempa ne. Her herêmek welêt xwedî şêwazek taybet a çêkirina wê ye ku çand û şêwaza jiyana wê herêmê nîşan dide. Berê, xalîçe bi piranî li malê bi destan dihatin çêkirin û jinan di vê pêvajoyê de roleke sereke dilîstin. Jinên li deverên gundewar, bi saetan li kêleka karên xwe yên rojane yên malê xalîçeyan çêdikirin, hem kevneşopiyan diparastin û hem jî beşdariyek girîng di dahata malbatê de dikirin.

Hilberîna xalîçeyan bûye yek ji rêbazên debara jiyanê

Bi demê re, bi şert û mercên civakî û aborî yên guherbar re, sektora çêkirina xalîçeyan li Efganistanê jî veguherînek dît. Her çend şer û demên bêewlehiyê hilberîn kêm kiribin jî, gel karîbû vê hunera kevnar biparêze û vejîne. Gelek çêkerên xalîçeyan tevî şert û mercên dijwar karê xwe berdewam kirin. Di salên dawî de, xalîçeyên Efganî di bazarên navneteweyî de eleqeyek mezin dibînin. Ji ber xalîçeyên Efganî cihê xwe di fûar û bazarên navnetewî de digre, lewra aboriya welat bi hêz dike. Ji aliyê din ve, di bin rejîma Talîbanê de, beşek mezin ji nifûsê bi bêkariyê re rû bi rû maye; Ji ber vê yekê, hilberîna xalîçeyan bûye yek ji rêbazên debara jiyanê û beşdariya jinan di vê sektorê de hîn bêtir zêde bûye.

Mesumeya çolang a ji Bamyanê

Ji ber vê yekê me serdana Masume Huseynî kir, ku li parêzgeha Bamyanê dijî. Tevî ku zanîngehê xilas kiriye jî Masume neçar e ku li kêleka mêrê xwe bixebite da ku malbata xwe ya pênc ferdî xwedî bike. Bamyan yek ji herêmên herî sar ên Efganistanê ye, ku germahî carinan dighîje -21 pileyê. Çandiniya ajalan li vê herêmê pir belav e. Her çend rêjeya xwendin û nivîsandinê di nav jinan de ji hin parêzgehên din bilindtir be jî, ji ber cudakariya dîrokî xelk ji pêdiviyên bingehîn bêpar mane.

Dema ku em gihîştin mala Masume, wê bi lez serpoşa xwe rast kir ji ber ku ew bi karên malê re mijûl bû. Piştî danûstandina xweş, me karê wê rave kir. Mesume bişirî û got, "Bila, ez cilên xwe biguherim, ez ê zû vegerim."

Dema ku ew çû, keça wê ya mezin a 10 salî em birin odeyek ku tê de çerxek xalîçe û xalîçeyên çêkirî hebûn. Masume vegeriya û bi ken got: "Zivistanên li Bamyanê pir sar in. Jin li vê şirketê dixebitin, lê ji ber ku hewa pir sar dibe, her kes textên xwe yên malê dibin û li wir hilberînê dikin."

Divê were zêdekirin ku di mehên zivistanê de, piraniya malbatan tenê dikarin odeyekê germ bikin û hin jî nikarin wê jî bikin. Tenê çend jin karîne textên xwe bibin malê, ji ber ku odeyên wan hinekî mezintir in.

Hem xalîçe çêdike hem ji karkeran re xwarinê   

Ji bilî çêkirina xalîçeyan, Masume ji bo karmendên şirketê jî xwarin amade dike. Masume dibêje: "Ev du sal in li vê şirketê dixebitim, xalîçeyan çêdikim. Ez nêzîkî mehekê li ser vê xalîçeya ku hûn dibînin xebitîm. Şirket ji me re hirî tîne da ku em veguherînin. Em jî wê hiriyê vediguherînin têla xalîçeyê. Paşê jî tê boyaxkirin û li me tê vegerandin ku em birêsin. Ev xalîçeya ku hûn dibînin, bi vî awayî tê çêkirin.”

Jin hiriyê jî dirêsin

 

Masume ji me re bi van gotinan dibêje ku çawa dest bi çêkirina xalîçeyan kiriye: “Pêşî, ez li şirketeke din şagirt bûm. Piştre, min li malê dezgehek danî û bi serê xwe dest bi çêkirina xalîçeyan kir. Gelek jin di vê hilberînê de roleke çalak dilîzin.”

Masume da zanîn ku hilberîna xalîçeyan ji bo aboriya malbatê gelek baş dibe û bi van gotinan neçariya xwe anî ziman: “Mêr jî neçar in bixebitin, lê em bi çêkirina xalîçeyan debara xwe dikin. Ez bi riya kesên nas ketim vê şirketê. Ji bilî çêkirina xalîçeyan, jin hirî jî dirêsin.”