Li Derbendîxan mêhrîcana berhemên xwemalî

Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê mêhrîcana berhemên xwemalî destpê kir û wê 3 roja bi dome.

Silêmanî- Bi boneya nîşandana berhemên Kurdewarî her sal li herêmên Başûrê Kurdistanê mêhrîcanên cûr be cûr tên li datxîstin, îsal jî biboneya nîşandana berehmên xwemalî yên Kurdewarî cara yekem li herêma Derbendîxan a ser bi bajarê Silêmanî yekem mêhrîcana berhemên xwemalî destpêkir. Di mêhrîcanê de gelek jin bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî û berhemên xwe yên xwemalî bejdarî mêhrîcanê bûn.
Ji derveyî herêma Derbendîxanê welatiyên ji Şarezûr, Helepçe, Kelar û hinek deverên din jî bejdarî mêhrîcanê bûn. Mêhrîcan wê bi serdana dîdaran 3 rojan bi dome.