Li Dêra Zorê dema berhevkirina kunciyan
Jinên li gundewarên Dêra Zorê tevî berhemdariya kêm a îsal ku ji ber gelek sedeman di warê çandiniyê de çêbûye jî ji mecbûrî îsal dest bi çinîna kunciyan kirin.
ZEYNEB XELÎF
Dêra Zor- Jinên bajarokê Hecînê yên li gundewarê Rojhilatê Dêra Zorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî ku berhem kêm e jî dest bi çinîna kunciyan kirin, digel nerazîbûna berhemdariya îsal jî vî karî dikin.
Kuncî yek ji berhemên girîng ên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê ye û çandina kunciyan piştî rizgarkirina herêmê ji bihara 2019’an ve bi veger û bicihbûna xelkê li wê herêmê, ji nû ve dest pê kiriye. Rola mezin di belavbûna çandiniya kunciyan de dikeve ser hewzeya çemê Firatê. Lê îro çandinî bûye barekî giran ji bo cotkaran û debara jiyana wan ji ber gelek sedeman teng dibe. Sedema herî girîng jî ji aliyê Tirkiyeyê ve girtina ava çemê Firatê, kêmbûna baranê û tunebûna karkerên pispor.
Jinên Dêra Zorê bi awayekî prîmîtîv û rasthatî dixebitin da ku tovên kunciyan ku cotkaran bi sedan sal berê pejirandiye berhev bikin. Jixwe tovên wê bi destan tên berhev kirin, vê yekê wisa kir ku çandinî li herêmê di rêza duyem de be. Bi taybetî ji ber avdana bi mazotê bihayê wê zêde ye û hinardekirina wê jî tenê bi kirûbira navxweyî re sînordar dimîne.
“Divê kuncî di dema xwe de werin berhevkirin”
Mihemed El-Ibrahîm dibêje ku kuncî ji bo wê karekî gelek girîng e û got: “Demsala kunciyan yek ji demsalên girîng e ku ji bo dabînkirina jiyana me dibe alîkar. Ji ber ku ev kar piranî jinan eleqedar dike û ji bo hevkariyê dibe derfetek da ku em alîkariya hev bikin. Em kunciyan bi destan berhev dikin û dikin pakêtan, ev hemû bi hişyarî tên kirin. Ji ber ku dema çinîna wê dereng bibe yan berhevkirina wan dereng bimîne dê ji serê darê bikevin û tov li erdê belav bibin.”
Kêm kes dizanin ku du demsalên berhevkirina kunciyan hene ji ber ku temenê nebatê kin e. Aya El-Îbrahîm dibêje: “Du demsalên kunciyan hene. Cara yekem çandiniya wê di Kanûnê de dest pê dike û jê re demsala biharê tê gotin. Em ji nîvê Îlonê dest bi çinîna berhema wê dikin. Demsala duyemîn jî çandiniya wê, di meha Hezîranê de dest pê dike û berhevkirina wê di Kanûnê de dest pê dike, jê re demsala xêrxwaziyê tê gotin.”
“Salê du caran kuncî tê çinîn”
Aya El-Îbrahîm da zanîn ku heta ew tovan diçînin gelek zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Dema ku em tovên kunciyan li erdê diçînin em zehmetiyan dikşînin, ji ber ku mekanîzmayên me yên nûjen tune ne. Em şepik û bivir bi kar tînin û tovan belav dikin û wan bi axa ku divê nerm be vedihewînin da ku çûk tovan nebîninîn bi giştî bi avhewa atmosferê ve girêdayî ye. Avdana wê li gorî demsalê sê çar caran tê avdan. Demsala kunciyan di salê de du caran tê çinîn. Dema ku tê çinîn, bi destan ji zeviyê tên berhevkirin û piştre jî li cihek paqij tê veguheztin û heta ku hişk dibe li pakêtên biçûk tê belavkirin û piştre pêvajoya ku jê re dermanê kunciyan tê gotin dest pê dike. Piştre ji nehînan tê jêkirin û paqijkirin û ji bo firotanê amade dibe.
Kuncî di aliyê hilberînê de jî xwedî girîngiyek e, berhevoka gelek paste, nan û tirşikê de tê bikaranîn û rûnê kuncî jê tê çêkirin û yek ji rûnê girîng herî baş e ji bo bikaranînê û karker jî ji darên wê ji bo şewata wê ji bo sobeyan sûdê jê digrin.
Aya El-Ibrahîm dibêje karkerên kunciyan ku ji germa zêde û tozê aciz in, ji ber vê yekê ji serê sibê heya ku roj derdikeve dest bi xebatê dikin û xebata di bin tava rojê de heya demjimêr sisiyê piştî nîvroyê berdewam dike.
“Hişkbûna axê karê me zehmet dike”
Noha El-Saleh bi bîr xist ku ji ber nebûna makîneyên çandiniyê yên nûjen karê kunciyan pir zehmet e û dibêje: “Di nava karên çandiniyê de karê kêrê herî zehmet e. Karê çandin, berhevkirin û belavkirina pakêtên biçûk jin dikin û piştre jî pêvajoya derman û şilandinê tê. Mirov dikare bêje hema hema ev kar jin pê re eleqedar dibe ku vê berhema girîng berhev bikin. Temenê kunciyan kin e û sê mehan derbas nake. Pêwîst e 3-4 caran were avdan. Îsal ji ber kêmbûna avê qutkirina ava Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve bandorek mezin li ser kunciyan kir. Sedema bingehîn vedigere qutbûna avê ji aliyê Tirkiyeyê, vê yekê me neçar kirin ku em ji bo avdanê serî li kolandina bîran bidin. Tevî ku kuncî li gorî berhemên din berhemek kêm dide, tovê kuncî ger ku qels bin, mirov nikare ji bo çandiniya demsala pêş sûd jê bigire. Em nikarin lêçûnên ku me winda kirine bidin, ji ber vê yekê me ew firotin şivanan. Kuncî bi dasê tê berhevkirin û pir caran jî bi destan tê komkirin. Ger erd dijwar be ev êşê dide jinan. Hişkbûna axê û hişkbûna wê karê me zehmet dike.”
Mariam Al-Hamad dibêje ku ew kunciyan li ber rojê hişk dikin û dibêje: “Em wî vediguhezînin malan û li bendê dimînin ku kuncî bi temamî ziwa bibe. Piştî ku tovên kunciyan dixemilînin, em nebatên hişk berhev dikin ji bo ku di zivistanê de ji bo germkirinê bi kar bînin.”
Hêjayî balkişandinê ye ku kuncî piştî berhevkirina genim tê çandin û ji hêla gubre û dermanan ve lêçûnek mezin hewce nake, ji ber ku ew li hemberî nexweşiyan pir berxwedêr e. Jixwe herêma Dêra Zorê di salên şer de ji ber şer û koçberiya ku piraniya gundan jiyîn, gelekî xirab bi bandor bûye.