Li Bamyanê jin ji ber Talîbanê nikarin kar bikin

Li Afganîstanê rûyê zivistanê xwiya kir. Li welatê xizanî nîvê nifûsê mehkûmî birçîbûnê dike, jin dibêjin, "Em nikarin debara xwe bikin" û didin zanîn ku ew hem ji bo ewlehî û hem jî ji bo rewşa aboriya welat li hêviya piştgirîya navneteweyî ne.

BAHARİN LEHİB
Kabûl - Bamyana girêdayî Afganîstanê ber bi yek ji zivistanên xwe yên herî sar ve diçe. Ya ku vê zivistanê sar dike ne ferqa nîşaneyên pileya germahiyê, xizanî ye. Hin jin hene tevî zextên Talîbanê jî ji bo debara mala xwe dest ji kar û barên xwe bernadin. Ji zextên civakî û siyasî wêdetir, zextên aborî bandorê li jinên ku li hemberî Talîbanê berxwedaneke mezin nîşan didin, dike. Ji ber ku nikarin debara xwe bikin.
Hosteya hunerên destan a ji Bamyanê Salma Ahmadî jî wiha got: “Bamyan zivistana xwe ya herî sar derbas dike. Ji serê payîzê û vir ve esnafan qet qezenç nekirine. Ji ber ku hewa sar bûye, jinên ku bi karê destan debara xwe dikin nikarin nan bînin malên xwe. Her roja ku derbas dibe em bêriya paşe rojê dikin.”
"Selma Ehmedî behsa bazara hunerên destan dike"
Seroka Karên Destan a Zehak ê Salma Ahmadî da zanîn ku beriya 5 salan ji bo bazara hunerên destan û pîşeyên destan ên ku li Bamyam ava kiribûn jinan birêxistin bikin, bi çend jinan re hatin cem hev, wiha got: "Armanca bazara me ew bû ku jinên Afganî di warê hunerî de, bi taybetî di warê hunera destan de pêşkevin û hunera Afgan bidin naskirin. Di heman demê de dema ku debara xwe ya aborî dikin bi hev re mayînê bidomînin.”
Salma Ahmadî da zanîn ku serdestiya Talîbanê li herêmê bi awayekî xemnak zêde bûye û bi bîr xist ku ev yek bi her awayî bandorê li jinan dike wiha got: “Ji xwe Talîban ji serê salê ve hewl dide herêma Bamyan bixe bin kontrola xwe. Lê piştî meha Tebaxê welat bi temamî kete destê Talîbanê.” 
"Piştî hatina Talîbanê hejmara xebatankaran gelekî kêm bû"
Salma Ahmadî tiştên hati jiyan kirin bivan gotinan vedibêje: “Bi rastî, beriya ku Talîban Bamyan bi temamî kontrol bike, bi gotina ku dê Talîban werin û hemû dikanan talan bikin, ew ti carî nahêlin jin derkevin kolanan, ew ê keçan birevînin, tovek mezin a tirsê reşand. Sedema bê dengêngiya destpêkê ya li hembarê Talîban tirs bû. Dema Talîban hat her tişt hêdî hêdî kir. Jixwe li pêşiya wî rêyên ku her tiştî bike vekiribûn. Me karî heta radeyekê heta meha îlonê kar bikin, lê piştî meha Îlonê êdî sarbûn destpêkerin, yê ku we zivistanê sar dikir ne tenê çileya zivistanê bû.”
"Tenê 15 jin dikarin li malên xwe bixebitin"
Salma Ahmadî diyar kir ku berhemên wan ên destan difiroşin tûrîzma biyanî û navxweyî û wiha got: "Niha tu awayî dahata me ya aborî nemaye. Ji ber ku tûrîzm hem li hundir hem jî li derve têk çûye. Ji ber ku hewa sar e, tu kes ji hundir û derveyî welêt nayê. Beriya Talîbanê rêbazek we hebû. Berê bi piştgiriya Wezareta Pêşketinê pêşangehên hunerên destan vedikir.
Lê niha tiştekî wiha ne mijara gotine ye."
Salma Ahmadî dibêje ku beriya rêveberiya welat têkeve destê Talîbanê ji 60 heta 70 jin bi wê re kar dikirin, lê niha tenê 15 jin kar dikin, wiha diaxîve: “Jinên ku em niha pê re dixebitin, tenê dikarin ji malên xwe kar bikin. Ji ber ku şert û mercên jiyan û xebatê yên ewle nînin nikarin ji malên xwe derkevin.
Salma Ahmedî bilêv kir ku ew ji rêxistinên navdewletî alîkariyê nexwazin, ew tenê dixwazin ji bo li Afganîstanê jin zêdetir karibin beşdarî hilberînê bibin xebat bên meşandin.