Li Amedê jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin

Bi ketina dawiya mehên havînê, jinên ku dest bi amadekariya zivistanê kirin, li şaneşînên xwe firingiyan hişk dikin. Jinên ku sebzeyan dikirin ji bo hişk bibin bi ben ve dikin û li ber tavê hişk dikin.

 

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Amed - Li Amedê, çekirina sebzeyên hişk çandeke jênger e. Ev çanda ku amadekariya xwarinên demsala zivistanê ye; ji bo tendirustiyê jî gelek bi sûd e. Jinên kedkar bi sebzeyên ku di demsala wan de hişk dikin tedbîrên ji bo demsala zivistanê digrin. Bi nêzîkbûna mehên zivistanê re, jinên ku dest bi amadekariyan kirin, hemû pêdiviyên xwe ji tirşî heta sebzeyên hişkirî bi xwe çêdikin. Jin sebzeyên wek firingî, îsot an jî bacanan hûr dikin, ji bo zivistanê amade dikin, piştî wê ji bo hişk bikin li cihên bi tav, li ser banê xaniyên xwe dadileqînin.
"Em sebzeyên xwe li şaneşîn an jî li ser banan li ber tavê hişk dikin" 
Ezîze Akin a ku li navçeya Sûrê dijî dibêje ku her sal di van mehan de ew bi cîranên taxê re dest bi çêkirina sebzeyên hişk dikin. Azîze Akin ku li şaneşîna xwe bacan û bîber daliqandine, ji me re wiha behsa zexîreyên ku ji bo zivistanê amade dikin dike: “Em wan di navbera mehên Tebax û Îlonê de hişk dikin. Em bacan, îsota sor, kesk yan jî firîngi çi hebe distînin û hişk dikin. Em çiqas hişk bikin, ji bo me çêtir e. Destpêkê em tiştên ku hişk dikin bi destên xwe hûr dikin û dûre wan derbasê ben dikin û dikin nav avê. Piştî ku em hinekî di nav avê de disekinînin, li şeneşîn an jî li ser banan dadiliqînin. Cihê ku tav lê hebe, em li wir dadiliqînin. Em van karên xwe bi mirovên taxê re dikin. Mirov sebzeyên xwe tînin xwarê û her kes alîkariya hev dike."
"Em her sal heman karan dikin" 
Ezîze Akin diyar kir ku ew sebzeyên hişkirî ku çêdikin di mehên zivistanê de bi kar tînin û wiha got: “Dema ku hişk dibin, em wan dixin torbeyan û zivistanê bi kar tînin. Di zivistanê de ji bo dolme yan jî xwarinên din ên germ pir bi sûd in. Ew hem pir bi sûd in, hem jî pir bi tendurist in. Dolmeyên hişkbûyî yan jî îsotên hişkbûyî jixwe li Amedê navdar in. Em ji bo zivistanê ne tenê sebzeyên hişkbûyî, di heman demê de tirşî, helîse yan jî pelên pêçandî jî depo dikin. Em wan amade dikin dixin torbeyan û diavêjin dolabên xwe. Ew hemû zivistanê ji bo me pêwîst in û xwarina me ya rojane ne. Niha em diwestin lê her sal em vî karî dikin, ji ber vê yekê em fêr bûne."
"Jin hêvî dikin ku bihayê sebzeyan kêm bibe" 
Ezîze Akin diyar dike ku tiştên hişk dikin, kesên din bi pere dikrin lê wan dişînin ji xizmên xwe yên ku li derveyî bajêr dijîn re û destnîşan dike ku pirsgirêka herî mezin a vê pêvajoyê zêdebûna bihayê sebzeyan e. Azîze Akin diyar kir ku sebzeyên hişkbûyî yên ku wan du roj berê bi 45 TL kirîbûn îro hema bêje 60 TL ne kêmtir in û gilî ji bihabûna hilberînên li sûkê kir û wiha got: “Berê me zêde sebzeyên hişk çêdikir ji ber ku me zêde sebze dikirî lê niha em têra xwe çêdikin. Niha demsala wan e lê hin jin ji bo sebzeyan hişk bikin li benda daketina bihayên wan in.”