Li Afganistanê jinên Bamyanê ji bo jiyanê têdikoşin

Yek ji bajarên li ser Riya Îpekê ya dîrokî Bamyan e. Ji ber ku ev bajar hema ji destpêka dîrokê ve bûye dergûşa hemû qonaxên jiyana mirovahiyê rengê Afganistanê yê cuda ye. Jinên Bamyanê yên li dijî pêkanînên Talîbanê yên jinên Afgan di malên wan de hepis kirine, li ber xwe didin û hewl didin bijîn. Jin ne tenê bi Talîbanê re, bi pandemî û krîza aborî re jî têdikoşin.

BEHARAN LEHİB
Kabîl- Beriya 20 salan mirasên cîhanî yên li Deşta Bamyanê ji aliyê Talîbanê ve li ber çavên hemû cîhanê hatin wêrankirin. Li bajarê ku pişta xwe dide Geliyê Bamyanê, peykerên Bûda yên dîrokî lê hene, ji ber pêkanînên Talîbanê ne tenê peyker, bi sedan hebûnên dîrokî hatine tunekirin. Li parêzgehê yekane zanîngeha heyî ku hejmara jinên xwendevar tê de pir zêde ye, ji ber êrîşên Talîban û DYE'yê hilweşiya. Ji ber ku bi sedan mêr ji aliyê Talîbanê ve hatine kuştin, jin her çiqas ne xwedî pîşe bin jî neçar in ku kar bikin, jiyana xwe û malbata xwe biparêzin. Hem pêdiviyên aborî hem jî zextên li ser jinan dibin sedem ku jin jiyana xwe di nava zexteke mezin de derbas bikin.
Li Afganistanê rawestgeheke din: Bamyan
Bamyan bi tevna xwe ya dîrokî û bedewiyên xwe yên erdnîgarî li Afganistanê xwedî dîmenek pir cuda  ye. Li van axên ku di hemû serdemên dîrokê de şahidî kirine, dibe ku jin weke endezyar, matematîkzan û doktora yekem rola xwe lîstibin. Îro me mîkrofona xwe dirêjî jinên Bamyanê kir ku ji aliyê pêkhateyên civakî ve ji gelek deverên Afganistanê cuda ye.
“Jin neçar man vegerin malên xwe”
Çalakvana Desteya Karûbarên Jin û Mafên Jinan a Bamyanê Fatemeh Hosseinî diyar kir ku beriya desthilatdariya Talîbanê li Bamyanê rewşa jinan baştir bû. Fatemeh Hosseinî got; “Jin dikarin li vir beşdarî perwerdeyê bibin, kar peyda bikin, xwedî kar bibin, kar peyda bikin, biçin dibistanê, perwerde û çalakiyên cuda bikin. Piştî ku Talîban careke din hat ser desthilatdariyê, jin neçar man ku hem di saziyên taybetî û hem jî yên dewletê de ji karên xwe vekişin. Jinên ku em li kolanan, li kuçe û di jiyana rojane de dibînin êdî neçar man bi tirs û fikar berê xwe bidin malên xwe."
Fatemeh Hosseinî bi bîr xist ku li Bamyanê jinan serkeftin nîşan dane û beşdarî gelek şaxên werzîşê yên wekî ji bisîkletê bigre heta melevaniyê bûne û werzişvanên ji bo nûnertiya welat tên perwerdekirin, jinên karsaz, ajokarên wesayîdan û jinên bazarê hene û bi xemgînî got ku dîtina van a îro pir zehmet e.
“Pêwîstiya jinan bi motîvasyonê heye” 
Aktîvîst Fatemeh Hosseinî got ku rejîma Talîban ji bo ku ne tenê ji girtina jinan her wiha wêrankirina şûnwarên dîrokî, tawanên nefretê, lêdana hovane û cudakariya olî hewl dide bingeheke tirsê ya mezin li bajêr çêbike, wiha got: “Em dixwazin ev sûc tên kirin bên dîtin. Piraniya jinên aktîvîst ku ji hatina Talîbanê gelekî fikar bûn, neçar man ku welatê xwe biterikînin. Niha jin di jiyana siyasî, çandî û civakî de neçar mane ku bêdeng bimînin û pêwîstiya jinan bi motîvasyoneke mezin heye.”
“Bi sedan jinan karê xwe winda kirin” 
Zeyneb Kerîmî, esnafê berê yê li Bamyanê, diyar kir ku li bajarê ku jin di karên destan û hunerê de hilberînin, jin êdî naxwazin ji malên xwe jî bixebitin. Zeyneb Kerîmî anî ziman ku jin bi firotina berhemên destan debara xwe dikin û got; "Bi hatina Talîbanê re bi sedan jinên ku weke min kar dikirin, ji kar hatin dûrxistin" û cadeya ku cihê karên we hebû nîşan da û got; "Li vir hemû dikanên ku berhemên destan difiroşin ayde jinan bû.”
“Gelê Afganî piştî Talîbanê ket nava bêdengiyê"
Zeyneb Kerîmî anî ziman ku tenê ji nû ve desthilatdariya Talîbanê bandorek mezin li ser windakirina jinan kiriye lê belê pandemî û hilweşîna aborî jî bûye sedema vê yekê û wiha got: "Ez weke esnaf û weke jin hewl didim bijîm. Bihêle ku ez qezenca zêde bikim, ez nikarim bi qasî ku karsaziya xwe li ser lingan bigrim û zarokên xwe têr bikim qezenc bikim. Ji ber krîza aborî kar tune ye. Gelê Afganistanê piştî Talîbanê ket nava bêdengiyeke mezin.”