Li Îranê qutbûn û hêdîbûna înternetê firoşkarên jin têk dibe
Bi zêdebûna qutbûnên înternetê re, gelek karsaziyên serhêl ên piraniya wan aydê jinan in, bi kêmbûna firotin û sîparîşan re rû bi rû man û kesên ku di vê qadê de dixebitin, ketin bin deynan.
MEHIYA ROSTEMÎ
Salas Babacanî – Di salên dawî de, beşek ji bazara firotanê ya welat aresteyî hawirdora platformên dîjîtal bû û platformên medyaya dîjîtal ji bo bi hezaran firoşkarên biçûk veguherî çavkaniya debarê. Lê belê, ji 8 û 9’ê Çileyê vir ve û ji ber xwepêşandanên li seranserê welat, li gelek herêman gihîştina înternetê bi awayekî berfireh hate astengkirin û sînordarkirin. Tevî ku zêdetirî mehek derbas bû jî, ev astengî didomîn. Ev rewşa ku mîna sînordarkirina înternetê tê dîtin, di pratîkê de bû sedema rawestandina çerxa dahatê ya malbatên ku debara xwe bi firotina serhêl dikin.
Di vê heyamê de herî zêde, karên ku di nava malê de tên kirin û karsaziyên serhêl ên bi piranî ji aliyê jinan ve tên rêvebirin, zirar dîtin. Bi taybetî li deverên ku nifûsa Kurdan lê zêde û li bajarên xwedî avahiya kevneşopî yên mîna Salas Babacanî yên derfetên kar ên fermî sînordar in, jinan di salên dawî de ji bo bidestxistina dahata xwe û malbatên xwe berê xwe didan firoşgehên serhêl. Lê belê, îro ev rêya dahatê jî bi bêaramî û sekinandinek cidî re rû bi rû ye.
Qutbûna înternetê û zirara ji bo aboriya dîjîtal
Qutbûnên înternetê yên di hefteyên dawî de, tenê xebatên firotgehên serhêl û karsaziyên malê asteng nekir, di heman demê de bandorek rasterast li ser aboriya welat jî kir. Kêmbûna firotînan, kêmbûna xebatên karsaziyê û rawestandina çavkaniyên dahatê, zextek darayî ya berfireh çêkir û zirarek girîng daye beşek mezin a bazara dîjîtal.
Serokê Yekîtiya Karsaziyên Sêrhel, derbarê bandora qutbûna înternetê ya li ser xebatên aborî de wiha got: "Ji ber qutbûn û astengiyên înternetê, aboriya dîjîtal rojane bi qasî pênc trîlyon Tumen zirar dibîne. Ji 8’ê Çileyê û vir ve em di sektora înternet û ragihandinê de bi rewşek bêhempa re rû bi rû ne. Karsaziyên serhêl heta di rojên ku malperên wan çalak bûn de jî ji sedî 89’ê daketin jiyan kirin û heta niha nikarin vegerin rewşa berê.”
Zirara herî mezin, karsaziyên biçûk dîtin. Her çend beşek ji vê yekê ji ber qutbûna înternetê be jî, şert û mercên aborî û civakî yên welat û kêmbûna hêza kirîna nifûsê jî rolek lîst. Ev tablo nîşan dide ku heta têkçûnên teknîkî yên di binesaziya ragihandinê de jî, dikarin encamên giran li ser aboriya dîjîtal û debara malê bikin.
Înterneta qels û bihayên zêde ji bo firoşgehên serhêl qeyranê kûrtir dikin
Şerare ya li Salas Babacaniyê dijî û çend sal in firoşgehek zêrîngeriyê ya serhêl birêve dibe, encamên qutbûna înternetê û enflasyona zêde wiha vedibêje: “Bi qutbûna înternetê û zêdebûna bihayan re, firotana min bi qasî ji sedî 70 kêm bû. Mirov di şert û mercên heyî de kirînên ne-hewce nadin pêşiyê. Berê xerîdarên min ên birêkûpêk hebûn û ez ji bo lêçûnên xwe yên kesane ne girêdayî hevjinê xwe bûm. Lê niha, tevî nêzbûna cejnê jî kirîn û firotin tuneye.”
‘Ji ber ku înternet qels e û dereng bersiv didim kirîgeran’
Şerare, da zanîn ku beriya niha ji bo sîparişek biçûk nediçû posteyê û wiha domand: “Lê niha, ji ber ku hejmara sîparişan kêm bû û ez ji bo baweriya xerîdarên xwe biparêzim, ji bo paketek jî diçim.”
Şerare ragihand ku beşek mezin a berhemên di firotgeha xwe de, bi deyn ji firoşkarên mezin stendiye û bi awayekî cidî hewceyî pereyan e. Şerare got ku “Lewma jî sîparîşa herî biçûk jî ji bo min pir girîng e û da zanîn ku qelsbûna leza înternetê jî zirar dide baweriya xerîdaran. Şerare, bi van gotinan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Peyamên ku bihayan dipirsin tên, lê ji ber ku înternet qels e û ez dereng bersiv didim, difikirin ku firotgeh ne cihê baweriyê ye. Min berê zû bersîv dida, lê niha rewş cuda ye.”
Zêdebûna lêçûnên înternet û VPN’ê li ser karsaziyên malê zextek zêde ye
Ji bilî qutbûnên înternetê yên dubare, zêdebûna lêçûnên înternet û VPN’ê, li ser karsaziyên serhêl zextek darayî ya zêde dike. Li gorî raporan, lêçûna pakêtek VPN ya 50 GB bû nêzî 520 hezar tumen û ev yek li gorî qedexeyan zêdebûnek girîng e. Rêvebera firoşgehek kozmetîk a serhêl Sara Mahmudî jî wiha dibêje: "Gelek kes nikarin pakêtên înternet û VPN’ê yên bi pere bistînin. Lewma dîtinên rûpel û hejmara xerîdaran kêm bûn. Li aliyekî din pakêtên înternetê him bihatir û him jî kotayên kêmtir bûn. Divê ez ji bo parastin û mezinkirina rûpela firoşgeha xwe, her roj naverokê parve bikim û vîdyoyên perwerdehiyê daxim. Lewma, divê ez mehê çend caran pakêtên înternetê bikirim û beşek ji dahata min, ji bo van lêçûnan diçe.”
‘Niha ez nikarim di hefteyek de sîparişek jî bigrim’
Sara Mahmudî, behsa rewşa aborî ya malbata kir û da zanîn ku hevjinê wê karkerê rojane ye û carna mûçeyên wî dereng tên dayîn. Sara di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Min beriya niha beşek ji lêçûnên jiyana xwe bi rêya firotana serhêl dabîn dikir, lê belê niha ez nikarim di hefteyek de sîparişek jî bigrim. Ji ber qutbûna înternetê ev demek e ez nikarim bixebitim û ev yek jî bû sedem ku gihîştina xerîdaran a ji bo rûpela firotgeha min kêm bibe.”
Têkçûnên domdar ên înternetê, di heyamekî ku beşek ji avahiya kar a biçûk a welat bi platformên dîjîtal ve girêdayî ye de tê jiyîn. Bi taybetî li deverên ku derfetên kar kêm in, ji bo gelek jinan firotana serhêl ne alternatîfek e, rêya bidestxistina dahata serbixwe ye. Dema ji vî aliyî tê temaşekirin, qutbûn an jî sînorkirinên înternetê ne tenê pirsgirêkek ragihandinê ye, mîna faktorek ku rasterast bandorê li ewlehiya debara malbatan dike, tê nirxandin.
Bêaramiya di binesaziya ragihandinê de, baweriya veberhênanê ya dîjîtal qels dike
Domdariya vê rewşê, dikare encamên ji kêmbûna demkî ya firotanê ya wêdetir ava bike; vekişîna gav bi gav a karsazên biçûk a ji bazara dîjîtal, zêdebûna deynê kesane, kêmbûna beşdariya aborî ya jinan û di îstîhdamê de kûrkirina newekheviyên herêmî tenê beşek ji vê yekê ye. Her wiha bêaramiya di binesaziya ragihandinê de, baweriya veberhênanê ya di qada dîjîtal de qels dike. Di bin van şer û mercan de domdariya binesaziya ragihandinê û pêşbînîkirina jîngeha karsaziya serhêl, ne tenê mîna pêdiviyek teknîkî, di heman demê de mîna pêdiviyek aborî û civakî jî tên nirxandin.