Li Îranê jinên ku dixebitin krîza aborî du car dijîn

Li Îranê qutbûnên înternetê yên berfireh, rêya dawî ya bi milyonan jinên ku di karên xeta malê de di xebitin, a debar û serxwebûna aboriyê girt. Ev jin di heman demê de di nava enflasyon, bêkarî, zexta cûdakarî ya pargalî de têkoşîna jiyanê didin.

SARE PURHEZRÎ

Kirmanşan – Serxwebûna aborî, wek gava yekem a rêya rizgariya jinê ya ji girêdayîtiyê tê dîtin. Jinek dema ku ji qalibên kevneşop û hatî ferzkirin dûr dikeve û berê xwe dide bidestxistina debara xwe, dest bi şikandina beşek ji zincîrên ku pergala mêrê serdest ji bo wê sînordar bike hûnandiye, dike. Serxwebûna madî ne tenê hejmara di hesabê banqeyê de ye, xala destpêkê ku bikarin bi azad biryar bidin, ji şertê bê edalet ê li jinan tê ferzkirin û ewlehiya psîkolojîk re bêjin na ye.

Lê belê rêya serxwebûnê ji bo jinan ne heman tişt e. Hinek jin bi perwerdeya bilind û derfetên karê guncaw beşdarî jiyana kar dibin. Hinek jin jî rêya xwe di goşeyê herî tarî yên malên xwe de vedikin. Ji bo ku jiyana xwe bidomînin, amûrên herî biçûk ên asan û bi kêrhatiyên biçûk, ronahiyek biçûk ava dikin. Ji bo gelek jinan nexş, karê dezî, hilberîna malê an jî bazara keda dest a li ser înternetê, bûye tekane rêya ku barê aboriyê asantir dike.

Lê belê di du mehên dawî de, qutbûna înternetê ya demdirêj li Îranê, yek bi yek van ronahiyên biçûk vemirand. Jinên ku berhemên xwe li ser înternetê difirotin û kêmek debar bi dest dixistin, ji nişka ve ji bazar, kirîger û torên têkiliyan qut bûn. Ev ne tenê pirsgirêkek teknîkî bû, her wiha  tê wateya ku ji bo gelek jinan çavkaniya debarê bi temamê tune bibe.

Bi vê ve girêdayî, ji ta bigre heta qumaş, zêdebûna bihayên madeyên xam jî hema bêje şertên xebatê tune kir. Jinên ku di nav tengasiyên mezin de dikarîn malzemeyan bigrin, niha jî bi buhayê ku di asta ku karên xwe dewam nekin de ye.

‘Dema înternet qut dibe, nanê jinan jî qut dibe’

Negîn H. ku bi salan e bi çêkirina lûfik û sîngerê firaqan debara xwe pêk tîne, derbarê tiştên tê jiyîn de wiha got: “Ev çend sal e bi saya karê ta min dest bi karkirinê kir. Ez dayîka du zaroka me û ji bo min karê herî guncaw bû. Ez bêyî ji mal derbikevim li gel zarokên xwe vî karî dikim. Min berhemên xwe li ser medyaya dijîtal difrot, bazara min jî ne xirab bû. Çêkirina lûfikek, rojek jî dom nedikir û gelek deman di heman rojê de an jî roja din min difrot. Heta gelek kirîgeran, berê sîparîş didan.”

Negîn H. da zanîn ku ev du meh in qutbûna înternetê hema bêje karê wê tune kiriye û wiha got: “Ji roja ku înternet qut bûyî heta niha debara me bi awayek cidî ketiye. Belkî mehê tenê dikarim du berheman bifroşim. Êdî ne peyam tê ne jî siparîş. Mîna ku herkesî min ji bîr kiribe. Her wiha ta, sînger û tiştên din jî ecêb cidî biha bûne. Ez nizanim ka ez ê çi bikim. Zexta aborî her roj zêde dibe û zor e ku meriv bi bêkariyê xwe li ber vê rewşê bigre.”

Çîroka Negîn, ne tenê çîroka jinek e, çîroka hevpar a bi hezaran jinên ku karê wan li ser înternetê ye jî.

Li Îranê ji sê jinên ku dixebitin yek, di mal de kar dike

Li gorî daneyên Navenda Îstatîstîkên Îranê, di salên dawî de li gelemperî welat zêdeyî du milyonan  ruxsata karê di xala malê de girtine. Ji zêdeyî sedî 80’yê kesên ku di vê qadê de dixebitin, ji jinan pêk tê. Ev jî nîşan dide ku herî kêm milyonek û 600 hezar jin bi awayek fermî di karên li mal de dixebitin.

Li gorî daneyên fermî, li Îranê nêzî 24 milyon xebatkar hene û tenê ji sedî 20’ê wan jin in. Bi giştî zêdeyî 4 milyon jin, di hêza kar de cih digrin. Dema ev herdu dane werin ber hev, ji sêyan yekê jinên ku dixebitin, debara xwe di karên li malê dikin de pêk tîne.

Ji bo gelek jinan ev kar ne tercîh in, tekane çavkaniya debarê ne jî. Medyaya dijîtal jî tekane rêya reklam, avakirina têkiliya bazar û têkiliya bi muşteriyan re ye. Qutbûna înternetê an jî sînordarkirin, vî deriyê dawî yê wan a debarê girt.   

Her wiha bi milyonan jinên ku ruxsata wan a fermî tuneye, di hilberînên biçûk, xizmetên onlîne û firotina înternetê de jiyana xwe didomînin. Ji ber vê hate diyarkirin ku hejmara rast, jinên ku di xeta malê de dixebitin, ji hejmara fermî gelek zêdetir e.

Komeleya Blockhain a Îranê, hesab kir ku ziyana qutbûna dawî ya înternetê daye aboriya dijîtal ji 700 trîlyonî zêdetir tumen e. Ger ev mîktar li jinên dixebitin were dabeşkirin, wê dakeve nêzî 200 milyon tumenan. Ev jî ji bo gelek jinên di xeta malê de dixebitin, tê wateya herî kêm debara du salan.

Ev tablo, nîşan dide ku hilweşîna aborî ya tê jiyîn, ne tenê di neteweyî, di heman demê de bi awayek kûr xwedî asta zayenda civakê ye.

‘Qada dijîtal, ji bo serxwebûna aboriya jinan spartgeha dawî ye’

Aktivîsta mafên jinan Ferengîs B. wiha dibêje:

“Di civakek ku di pergala mêrê serdest ku hema bêje hemû qadên kar xistiye bin kontrola mêr, jin bi hewldanên mezin, karîne ji bo xwe qadek biçûk a xebatê ava bike. Ev qad gelek deman di xalên kar ê malan de dihat avakirin. Bêyî desteka fermî, bi derfetên herî sînordar, dikarîn ji bo xwe kirîgeran bibînin û beşek ji lêçûna jiyanê pêk bînin.”

Lê belê li gorî wê niha ev firsendên biçûk ji ji destê wê hatiye derxistin. Ferengîs wiha got: “Qutbûnên înternetê, sînordarkirinên qada dijîtal û zextên aborî vê rêya şîkestî bi temamî girt. Jixwe di bazara kar a ji derve de, jinên ku bi awayek wekhev û azad cih negirtin, niha spartgeha xwe ya dawî ji dinyaya dijîtal winda kirin.”

Ferengîs diyar kir ku gelek jin bi temamî bê kar mane an jî ji bo berhemên xwe bifroşin neçar mane li kolanan bazarê xwe danine û got: “Jinên ku bi kedên mezin di astek diyar de serxwebûna aboriyê bi destxistine, dîsa avêtine xala sifir.”

Li Kirmanşanê jin girantir bi bandor bûne

Li Kirmanşanê rewş girantir e. Di sala 2022’yan de Midûriyeta Civak, Refah û Xebatê ya eyaletê, ragihand ku Kirmanşan herêma herî zêde derfetên karê di xala malê de lê hatiye avakirin e. Ev jî nîşan dide ku jinên Kirmanşanê li gorî eyaletên din, zêdetir berê xwe dane karên malê yên bi rêya înternetê. Ji ber vê darbeya ku qutbûnên înternetê ava kiriye, li vê derê hê girantir tê hîskirin.

Li aliyê din li gorî daneyên bê karî û enflasyonê ya zivistana 2025’an, Kirmanşan ‘di ‘xala sefaletê’ de piştî Kurdistanê, li gelemperî welat di rêza duyan de cih girt. Ev xal ji yekbûna bê karî û enflasyonê pêk tê û mezinbûna zexta aborî ya li herêmê nîşan dide.

Jixwe jin di hêza kar de kêm cih digre, di demên krîzên aborî de beşa ku destpêkê tê dûrxistin dîsa jin in. Ji ber vê jinên ku girêdayî xeta malê dixebitin, ji qutbûna înternetê bi awayek herî giran bandor dibin.

‘Girêkên biçûk, êdî dibe tayê li dora stû hatî werandin’

Bi gelemperî, li Îranê qutbûna înternetê li ser jinên ku bi girêyên biçûk ên ta hewl didin girêyên jiyana xwe vekin, zextek giran dihêle. Hem nexşkirin ji bo wan tê wateya ked, serxwebûn û nefesgirtinê.     

Lê belê polîtîkayên hikûmetê yên girtina înternetê û bêdengbûnê, vê rêya biçûk a derketinê jî tune kir. Girêyên ku demekê ku wek azadiyê vedikir, îro bûye tayek li stûyê jinan diwere.

Jixwe jinên ku ev bi salan e di nava cûdakarî û qedexeyan de nayên dîtin, niha ji her demê zêdetir hatine dûrxistin, hê bêdengkirin û bi awayek bê parastin di nava girêyên kûr ên jiyanê de asê mane.