Li Îranê di serdema şer de aboriya nezelal û jiyanên hilweşiyayî
Têkçûn û qutbûna berfireh a înternetê li Îranê ne tenê sînordarkirinek teknîkî ye, her wiha bûye amûrek ji bo kontrola civakî û aborî; rêyek ku debara jiyanê qels kiriye, newekhevî kûrtir kiriye û komên lawaz ji holê rakiriye.
PERŞANG DEWLETYARÎ
Navenda Nûçeyan – Ji destpêka şer heta agirbesta ku vê dawiyê hatiye ragihandin, astengî û girtina înternetê li Îranê bûye amrazek berbiçav a rêveberiyê. Amrazek ku êdî nikare tenê bi îdiaya "pêdiviya ewlehiyê" were ravekirin. Ev diyarde gihîştiye astek rêxistinbûnê ku dikare wek cureyek xizaniya endezyariyê û dûrxistina gav bi gav a kesan ji jiyana civakî were hesibandin.
Li gorî îstatîstîkên fermî, zêdetirî 60 milyon kes tevî korên ku xwe ji bo navîgasyon karên rojane û parastina serxwebûna xwe dispêrin înternetê, bi sînordarkirinên ku ne tenê wan ji gihîştina agahdariyê bêpar dikin, di heman demê de wan ji îhtîmala "hebûna" li cîhanê jî bêpar dikin re rûbirû ne. Ev hilweşîn ne tenê di asteke abstrakt de çêdibe, her wiha di hûrgiliyên herî biçûk ên jiyana wê de jî diyar dibe.
Tiştê ku berê sembola serxwebûnê bû, niha bûye nîşana girêdayîbûnê
Jina bi navê Awat ku berê dikaribû bi xwe bikaranîna telefona xwe û nermalava xwe ya xwendevanê ekranê danûstandineke bankayî ya hêsan bike, niha di tariya qutbûna înternetê de ye. Awat, girêdayî keça xwe ya 10 salî ye. Tiştê ku berê sembola serxwebûnê bû, niha bûye nîşana girêdayîbûnê. Tewar kiryarên herî hêsan jî, wek derketina ji malê an rêwîtiyek mesafeyek kurt bi rêya bikaranîna sepanên navîgasyona dengî, êdî ne mumkin in. Dema ku înternet qut dibe, ev amûr naxebitin û ew neçar e ku destê keça xwe bigire da ku çend gavan li dora bajêr biavêje. Bajar êdî ne cîhek e ku ew dikare fêm bike, her wiha labîrentek tarî ye ku wateya wê tenê bi dengê keça xwe dikare fam bike.
Ev girêdayîbûn ne tenê pratîkî ye; di heman demê de hilweşînek navxweyî ye jî. Awat bi salan hewl daye ku serxwebûna xwe bi dest bixe, niha neçar e ku ji bo karên herî hêsan, karên ku zarokek jî dikare pêk bîne, xwe bispêre keça xwe. Li vir, qutbûna înternetê vegera bi zorê ya rewşek bêçaretiyê temsîl dike, heya wê astê ku hewl dabû derbas bike.
Xizaniya endezyariyê û dûrxistina ji jiyana civakî ya gav bi gav
Girtinên internetê bûne amrazek rêveberiyê ku jiyana rojane ya welatiyan hedef digre. NetBlocks radigihîne ku astengiyên internetê li Îranê gihîştine nêzî 1000 demjimêran. Ev tê vê wateyê ku ji sedî 70’yî zêdetir nifûs (nêzîkî 60 milyon kes)ji gihîştina înterneta cîhanî bi bandor hatine dûrxistin.
Ev rewş înternet ji toreke gerdûnî veguherandiye "înterneteke sansûrkirî" ku tê de gihîştin dibe îmtiyazeke siyasî. Ev dikare wek komkirina hêza dîjîtal were binavkirin, veguhestina kontrolê ji bikarhêner bo dewletê û ji civakê bo avahiya rêveberiyê. Di pergaleke wisa de nezelalî cihê zelaliyê digre, hesabdayîn ne hewce dibe û rêveberî bi rêya dûrxistin û nepenîtiyê dixebite.
Kesên kor di dûrketina bêdeng de li pêş in
Ji bo kesên kor internet avahiyek ji bo jiyanê ye. Ew tevgerîn, serxwebûn, beşdarbûn û heta rûmeta mirovan peyda dike. Lê di şert û mercên normal de jî gelek xizmetên dîjîtal li Îranê ji bo wan negihîştî ne û bi qutbûna internetê re, ev gihîştina herî kêm jî winda dibe.
Ji bo Awat înternetê ji bo bêbîniya wê telafî kir û bi qutbûna xwe ev "çavê dîjîtal" tê vemirandin û cîhan negihîştî dibe. Em li vir bi cureyek tundiya bêhempa re rûbirû ne; ne fîzîkî an rasterast, lê avahî û nazik. Çawa ku mayîna bejahî laşê wê bêyî hişyariyê wêran kir, qutbûna înternetê jî tiştê ku ji jiyana wê dimîne bêyî hişyariyê têk dide.
Bêkariya nedîtî; derxistina neqeydkirî
Li gorî amarên fermî li Îranê di navbera 8 û 10 milyonî de kes, ji bo dahata xwe rasterast bi internetê ve girêdayî ne. Qutbûna internetê dibe sedema windahiyek rojane ku ji bo makroekonomiyê bi qasî 5 trilyon tûmen tê texmînkirin, ku di nav 30 rojan de dighîje 150 trilyon tûmenê. Bi rewşa ku vê dawiyê dirêj bûye heta 40 rojan, windahiya texmînkirî nêzî 200 trilyon tûmen e. Dema ku van windahiyan li ser hejmara karkeran were dabeşkirin, kêmbûna dahata rojane ya navînî ya her kesî bi qasî 500 hezar tûmen e, ku ji bo gelek kesan tê wateya windakirina debara xwe ya bi tevahî.
Lê tiştê ku vê krîzê hîn aloztir dike, xwezaya wê ye. Ew ne "karesateke xwezayî" an "şokeke derveyî" ye, lê belê cureyek derxistina sîstematîk a çavkaniyan ji civakê ye jî. Ev dikare wek "ji nû ve dabeşkirina berovajî" were binavkirin, ango veguhestina dewlemendiyê ji binî ber bi jor ve bêyî qanûn, şefafî, an jî îhtîmala îtîrazê.
Ji bo Awat, ewlehiya rastîn gihîştina internetê ya sabît e

Bi heman awayî qutbûna internetê pir caran bi "ewlehiya neteweyî" tê rewakirin, lê tiştê ku di rastiyê de diqewime xirabkirina têgeha ewlehiyê ye. Li şûna parastina jiyana welatiyan, bûye mijara kontrolkirina wan. Ji bo Awat, ewlehiya rastîn gihîştina internetê ya sabît e, şiyana tevger, xebat û ragihandinê ye. Lê polîtîkayên heyî wê ji vê yekê bêpar dikin. Bi vî rengî, tiştê ku bi navê ewlehiyê tê ferzkirin, di rastiyê de rewşek bêewlehiya hebûnî diafirîne.
Ji bo kesên mîna Awat, ev îstîsna dualî ye. Ew di îstatîstîkên bêkariyê û polîtîkayên piştgiriyê de nayê dîtin. Îstîsnaya wê bi bêdengî û bi tevahî pêk tê. Pêvajoyek sîstematîk a nedîtbarkirina hêza kar nîşan dide. Tê de mirov bêyî ku werin dîtin ji aboriyê têne dûrxistin.
Li gorî daxuyaniyên fermî gelek şirket nikarin ji 20 rojan zêdetir bijîn. Bi qutbûna înternetê re ku ketiye meha xwe ya duyemîn, ev tê vê wateyê ku ew ji sînorê hilweşînê derbas bûne. Zirara rojane ya tê payîn a 500 milyar tûmen ji bo aboriya dîjîtal û 5 trilyon tûmen ji bo aboriya giştî tenê beşek ji wêneyê ye. Têkçûna înternetê dibe sedema rêze bandorên neyînî. Ji têkçûna firotin û dravdanan bigre heya veguhestinê, ragihandina xerîdaran û tewar çalakiyên karsaziyê yên kevneşopî.
Zêdebûna girîng a bihayên karûbarên VPN’ê
Her wiha welatî bi lêçûnên zêde bargiran bûne, wek zêdebûna girîng a bihayên karûbarên VPN ku gelek ji wan neçar kiriye ku beşek ji dahata xwe ji bo gihîştina înternetê ya sînorkirî veqetînin. Aliyekî din ê vê krîzê, derketina holê ya "interneta çînî" ye. Her çend piraniya mirovan bi sînorkirinên giran re rûbirû dimînin jî, hin saziyên di nav hikûmetê de, xwedî gihîştina bêsînor in. "Kartên SIM ên spî" û daxuyaniyên rayedaran ên li ser dabînkirina gihîştina înternetê, "ji bo kesên ku dikarin peyamê bighînin yên din" nîşan didin ku internet ji mafekî giştî veguheriye îmtiyazek siyasî.
Ew tiştê ku îro li Îranê diqewime, şêweyek rêvebirina bi rêya qutkirina internetê ye. Ev siyaset bi rêya tevhevkirina kontrola dîjîtal, zexta aborî û dûrxistina civakî, avahiyek diafirîne ku tê de ferd hêdî hêdî ji xweseriya xwe têne bêparkirin. Di vê çarçoveyê de Awaat a ji Rojhilat, sembola êşa nedîtî ya bi milyonan e. Di tariya qutkirina internetê de, tiştê ku ji her tiştî bêtir winda dibe, îhtîmala jiyana mirovan e.