Krîza aborî xewa jinan direvîne

Welatiyên li Amedê dibêjin ku ew ji ber zêdebûna buhayê xwarin û fatûreyan nikarin bijîn. Hinek ji wan nikarin kirêya xwe bidin, hinek difikirin ka mirov çawa zarokên xwe li dibistanê qeyd bike û hinek jî du sal in nikarin fêkiyan bikrin. Esnaf û jinên mişterî banga "rawestandina" pêvajoya ku berdewam dike dikin û diyar dikin ku krîza aborî ya heyî, bi şev xewa wan direvîne.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li Tirkiyeyê zêdebûna bihayan jiyana her kesî dixe tengasiyê. Me li Amed a ku ji ber zêdebûna buhayê gel neçar dibine bi du poşetan ji sûkê vegerin malên xwe, ji jinan pirsî ka ew çawa dijîn. 
"Esnaf nikarin kirê û fatûreyên xwe bigihînin" 
Xebatkara pirtûkxaneya Lîlavê Rabîa Karayîl, diyar kir ku wan di pandemiyê de ji bo dayina kirêya xwe zehmetî kişandine û wiha got gelek dikandarên wekî me bi heman pirsgirêkan re têdikoşin. Rabîa Karayîl dibejê ku ji bo sererastkirina pêvajoyê pêwîst e xebat bên meşandin û wiha got; "Bi gelemperî, hemû esnaf niha di rewşeke dijwar de ne; tengasiyê dikşînin. Di dayîna kirê, lêçûnên karmendan û fatureyan de zehmetiyan dikşînin. Em du -sê mehan carekê fatûreyan didin. An jî em nikarin qet kirê bidin. Ji ber ku di pandemiyê de ji dewletê piştgiriyek cidî tunebû. Di van xalan de pirsgirêkên me yên cidî hene û ev pirsgirêk hê jî didomin. Dema ku em bi hemû cîranên xwe yên esnaf û gelek jinên esnaf re sohbet dikin, em dibînin ku bi zorê dikarin dikanên xwe vekirî bihêlin. Di vê pêvajoyê de tiştek ku were kirin nîn e. Em hewl didin heya ji destên me tê em bidominîm lê em nizanin ew ê heya ku derê bidome."
"Fikara ez ê çi xwarinê çêkim, nahelê ez razêm" 
Tuba Koyuncu ya, jina malê ye, li sûkê danûstendinê dike, bal kişand ku pir dijwar e mirov bi tenê bi mehaneyê debara xwe bike. Tuba Koyuncu dibejê ku ji ber ew derdê sibê dê çi xwarinê çebike dikşîne, bi şev nikare razê û wiha axivî; "Ji bo malê tenê mehaneyek heye. Ew jî hem ji kirê ye, hem ji bo fatûrayan û hem jî xwarina û vexwarinê lê têrê nake. Sînor ji zêdebûna kirêyan re nîn e û di vê pêvajoyê de xanî nayên kirîn. Em ji dewletê alîkariyê hêvî dikin lê dewlet li şûna me tenê alîkariya Sûriyeyiyan dike. Her şev gava ku ez radizêm, ez li roja din difikirim, ka ez ê roja din çi xwarinê çêkim an gelo ew ê ji me re bes be. Gava ku mehene digrin, em li ser meha li pêşiya xwe difikirin û dibêjin gelo em dikarin îdare bikin? Pereyê ku em digrin bi her awayî têrê nake, em gelek caran bi deynkirinê debara xwe dikin. Sebze û xwarin li her derê zêde ne. Li welat pêşketinek aborî tune ye. Em hemû ji vê rewşa xirab bi bandor dibin. Divê zêdebûna bihayê her tiştî û êdî raweste.”
"Krîza aborî li pêşiya me astengiyek mezin e" 
Kargêra salona bedewiyê Nazan Harmen diyar kir ku 22 sal in di karê xwe de salên herî dijwar dijî. Nazan Harmen îfade kir ku ew di çar salên dawî de bi qeyrana aborî û zêdebûna bihayan re di cihê xwe de mane û axaftina xwe wiha domand; "Ji ber kirê, fatûreyên elektrîkê yan fatûreyên avê, em nikarin debara xwe bikin. Fatûreyên me pir zêde tên. Vê yekê ne tenê ez, hemû esnaf dibêjin. Rewşa her kesê yek e. Tengasiyên her kesê hene. Em ji vê yekê pir diêşin û dixwazin tiştek were kirin. Ger hewce bike ez xebatkarek bigrim, ev rewş me asteng dike. Ji ber van pirsgirêkan, ên din jî nikarin debara xwe bikin. Ev krîz û pirsgirêk li pêşiya me astengiyek mezin çêdikin. ”
"Fêkiyên ku du sal in nikarim bikirim hene" 
Elîf Încî Yildiz a ku bi karê bazirganiya bazarê debara xwe dike got ku ji ber zêdebûna buhayan ew nikarin bifroşin û vê rewşê ew xistiye nav xitimandinê. Elîf Încî Yildiz wiha axivî; “Ez bazarvan im, ez li vir firoşkara seyar im. Wek her kesê, em jî nikarin debara xwe bikin, em gelek zehmetiyan dikşînin. Li gorî berê dahata me gelek kêm bûye. Mesrefên me jî zêde bûne. Ez ê sibê herim keça xwe li zanîngehê qeyd bikim. Ji ber vê ez qet nizanim çawa bikim. Em di rewşek wisa zehmet de ne ku edî nikarin zarokên xwe jî bişînin dibistanê. Em niha di demek wisa xirab de ne. Ez bazarvan û fêkîfiroş im. Tevî ku ez bazarvan im jî du sal in nekarim gelek fêkî û sebzeyan bibim mala xwe. Ji ber ku bihayê wan pir zêde ye, hêza me ya kirînê tune ye. Biha pir zêde ne. Em heya êvarê li pêşiya dezgehê disekinin lê bi tu awayî nikarin firotanê bikin. Em çi dikin jî tu  çareseriyê ji vê rewşê re nabînin."