Kopratîfa jinên ciwan ên Mexmûrê

Jinên li koperatîfa jinên ciwan dixebitin, bi keda destên xwe, bi berhemên ku çêdikin hem debara xwe ya aborî dikin hem jî bi hatina koperatîfê hêzeke manewî ji hev digrin. Endamên koperatîfê dibêjin; “Em berhemên xwe bi xwe di afirînin.’

DÎLAN KORHAN  
Mûsil - Di sala 2020’an de li wargeha penaberan a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musilê, bi pêşengiya Tevgera jinên Ciwan a Mexmurê (TCJM) koperatîfa jinên ciwan a bi navê Şehîd Avyan Buldan hat avakirin. Di vê koperatîfê de bi keda dest bazin, kefî, guhar, ristik, rasta û hwd. ji bo debara aborî çêdikin. Heta niha 8 endamên wan, jinên ciwan hene û her yek bi keda destên xwe tişek çêdike û ev koperatîf wekî malekê amade kirine her roj yek ji wan li vê derê hem li koperatîfê nobedariyê dike û hem jî tiştên xwe çêdikin.
Keda destên van ciwanan hem li hundir hem jî ji derve rastî eleqeyek mezin tê. Ji ber amborgoya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve 2 sal in didome koperatîf nikare tiştên xwe ji bo firotinê bibe derve û di nava wargehê de sînordar dimînin. Hinek caran diçin Mexmûra jêr, li wê derê jî rastî eleqeyê tên.
Endamên koperatîfê der barê pêşxistina hunera destan û hezkirina xwe ya xebatê re nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
“Koperatîf wekî mala me ye”
Yek ji endamên Koperatîfa keda destên jinan Ronahî Korhan da diyarkirin ku avakirina koperatîfek wiha hêzê dide jinên ciwan û got: “Wekî jinên ciwan armanca avakirina me ya  atolyeyê ew e ku hem di aliyê aborî de hem jî di aliyê manewî de bibin xwedî hêz. Ji ber ku jinên ciwan bi xwe berhemên xwe diafirînin dibin xwedî hêzeke cuda. Ji ber ku hemû jinên ciwan li gel hev kar dikin, em weke dikanekê lê nanêrin. Ev der wekî mala me ye. Li vê derê em hem berhemên xwe çêdikin hem jî ji hev hêzê digrin, ji ber vê yekê jî em gelek kêfxeweş in.” 
“Rojê yek du kes ji me noberdar in”
Ronahiyê bal kişand ser hejmara endamên wan ên debara xwe bi xwe dikin û wiha domand: “Li vê derê heta niha 8 endamên me hene. Her roj yek du kes ji me li vê derê dimîne, hem jî berhemên xwe li vê derê çêdikin. Em berhemên weke bazin, ristik, kefî, guhar, lûfik, rasta û hwd. çedikin û ji bo debara aborî ya malbatê, kêm be jî be dibin alîkar.”
“Her tim dixwazim tiştên nû ava bikim”
Ronahiyê da zanîn ku karên dest ên di koperatîfê de tên çêkirin bi pêşketina hunerê ve girêdayî ye û got: “Berhemên ku me çêdikirin di destpêkê de me dişandin bajarên Silêmanî, Hewlêr û Ewropayê lê belê piştî rêgiriya li ser wargeha Mexmûrê em êdî nekarin Bişînin derveyî wargehê. Ev nêzî du salan e ez di koperatîfa jinên ciwan de dixebitim. Dema destpêke ez hatim, min nizanibû tiştek çêbikim. Lê niha bi alîkariya hevalên xwe yên koperatîfê bi xwe berhemên xwe çêdikim. Berhemên ku ez çêdikim bazin, rasta guhar in. Her tim dixwazim tiştên nû ava bikim ji bo wê jî ez her lêkolînan dikim ji bo tiştek cuda çêbikim.”
“Kar û xebat bi awayek komînal tên meşandin”
Viyan Serxwebûna ku yek ji endama koperatîfê ye dibêje ku ew hemû havalên hev in, karê xwe bi awayek komînal dikin û wiha pêde çû: “Ji sala 2020’an heta niha em bi awayek fermî kar û xebatên xwe dimeşinîn. Hem em ji bo pewîstiyên xwe yên jiyanî pêk bînin hem jî di her aliyê de xwe bi pêş bixin li vê derê kar dikin. Di vê koperatîfê de kar û xebatên tên meşandin bi awayekî komînal e. Armanca me ya sereke ew e ku em wek jinên ciwan muhtacî derve nebin, debara xwe ya aborî di nava wargehê de pêk bînin. Ji ber ve sedemê me xwest em pêşengî ji vê re bikin. Ji ber rêgiriya ku li ser wargehê heye berhemê me niha tenê li Mexmûra jêr û wargehê sînordar dimînin. Di koperatîfê de berhemên ku ez bi xwe çedikim rasta, bazin, ristîg in û her tim em xwe fêrî tiştên nû jî dikin.”
“Pewîst e em destên xwe bidin hev”
Viyanê herî dawî bang li tevahî jinên ciwan kir ku xwe di hemû aliyan de bi pêş bexin û wiha got: “Em dixwazim bi hev re xwe bi pêş bixin. Niha li vê derê em 8 kes in, em dixwazin tevahî jinên ciwan pêşengî bikin û aboriya xwe bi xwe qezenc bikin. Banga min li hemû jinên ciwan ew e ku ji bo li ser lingên xwe bisekinin pewîst e em dest bidin hev û debara xwe bi xwe pêk bînin.”