‘Kooperatîfên jinan ên li Rojava, ji bo tevahî jinên civakê ne’
Berdevka Aboriya Kongra Star Gulê Murad destnîşan kir ku li Rojava ji bo jinan kooperatîf hatine avakirin, gelek jinan debara xwe pê kiriye û got ku “Ev Kooperatîf, ji bo tevahî jinên civakê ne.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Beşdariya jinan di warê aborî de êdî ne mijarek marjînal e, her wiha pêwîstiyek e ji bo avakirina civakek dadperwer. Tevî marjînalîzekirinê jî, jinan karîbû modelên aborî yên hevkar biafirînin ku serxwebûna wan xurt kirine û aboriyê ne tenê wek amûrek qezencê, wekî xizmetek ji bo civakê ji nû ve pênase kirine.
Berdevka Aboriya Kongra Star Gulê Murad derbarê Kooperatîfên jinan de ji ajansa me re axivî.
Gulê Murad di despêka axaftinên xwe de anî ziman ku Komîteya Aborî yek ji komîteyên sereke yên Kongra Star e û wiha got: “Wek kar û xebatên aboriya Kongra Star, bi Şoreşê re destpê kir. Lê wek fermiyeta saziyê di sala 2015`an de hat avakirin. Komîteya aboriya Kongra Star, yek ji Komîteyên sereke yên Kongra Star e. Kongra Star wekî tevgera jinê li ser gelek komîteyan xwe daye avakirin.”
‘Civakê aborî wek tiştekî ji jinan dûr e didît’
Gulê Murad bal kişand ser kar û xebatên Aboriya Kongra Star, got ku civakê her û her aborî vegerandina mêr didît û wiha domand: “Kar û xebatên me di çarçoveya avakirina projeyan û çêkirina kooperatîfan, bi taybetî ji jinan re ye. Ev kooparetîf ji bo tevahî jinên civakê ne, em berê xwe didin tevahî jinan, ji bo ku bi yek dest û yek ruhî kar bikin. Despêkê zehmetî hebûn, ji ber em di zihniyetekî baviksalarî de hatibûn perwerdekirin û bi taybetî di milê aborî de, her û her aborî wek vegerandina mêr dihat dîtin. Civakê aborî wek tiştek ji jinan dûr didît.”
‘Ew zîhniyeta ku aborî tenê girêdayî mêr e heta astekî hat şikandin’

Gulê Murad da zanîn ku despêkê mêr û civakê qebûl nedikirin ku jin aboriya xwe ava bikin û wiha pê de çû: “Gelek ked û berxwedanî hat dayîn heta ku jin gihîşt wê asta ku aboriya xwe ava bikin. Jinan kar kirin, piştî çend mehan berhem û encamên keda xwe dîtin. Ji ber vê, jinan gelek moral girtin û ew zîhniyeta ku aborî tenê girêdayî mêr e, heta astekî hat şikandin. Ji ber gelek caran me bi gelek jinan re ji bo kar nîqaş dikir, digotin ka em destûrê ji mêr re bigrin. Ev pirsgirêk jî bi nîqaş, ziyaret û perwerdeyan re hat çareserkirin. Heta roja îro kar û xebatên aboriya jinê berdewam e.”
‘Herêma Cizîrê bi çandiniya xwe tê naskirin’
Gulê Murad diyar kir ku herêma Cizîrê bi çandiniya xwe tê naskirin û wiha berdewam kir: “Gelek caran rewşên giştî jî dibûn pirsgirêk. Carna rewşên xwezayî jî çêdibûn û salane jî kêm baran bûn ev hemû bandor li ser karê aborî dikirin. Karê me wekî Herêma Cizîrê, zêdetir çandinî ye. Ji ber ku Herêma Cizîrê bi çandiniya xwe tê naskirin. Çandiya me jî zêdetir bejî ye, ji ber ew derfeta ku wekî aboriya xweser ku hemû çandiniya me avî be, tuneye. Ji ber vê yekê çandiniya me girêdayî baranê ye. Tevî ku ji despêka şoreşê re me rewşekî aram jiyan nekiriye, her û her êrîş hebûn û em jî beşek in, ji vî welatî bandor li me jî tê kirin. Tevî her tiştî jî kar tê meşandin.”
‘Hemû ev proje ji dest me derketin’

Gulê Murad da zanîn ku li Herêma Cizîrê nêzî 27 kooperatîf hene û nêzî 400 jin jî di van kooperatîfan de cih digrin û wiha domand: “Me bi projeyên biçûk û hejmarek kurt ji jinan destpê kir, lê îro hejmarek gelek mezin heye. Gelek jinan ji ber ku tecrube û fikir girtin, ji xwe re projeyên taybet ava kirin. Ev rewşa dawî jî bandor kir, ji ber projeyên me li Reqa, Tebqa, Dêr EL- zor, Şedadê û Til Koçer hebûn. Ev proje hemû ji dest me derketin, ji ber vê niha tenê kar û xebatên me li Herêma Cizîrê tê meşandin. Li Herêma Cizîrê nêzî 27 koparatîfe hene û nêzî 400 jin jî di van kooperatîfan de cih digrin. Ji derveyî kooperatîfan jî proje hene ku jin tê de wekî fon digrin. Ev proje li gelek bajaran wekî Til temir, Dirbesiyê, Hesekê, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê hene.”
‘Armancek erênî bû’

Gulê Murad wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Armanca sereke ji vê aboriyê ku jin bi xwe bawer be, kesayeta wê xurt be û hewceyî derve nebe. Gelek jinan di warê aborî de xwe fînase dikirin, kesayeta wan xurt bû û di milê zîhneyetê de gelekî xwe bipêş xistin, yanê armancekî erênî bû. Piştî peymana 29`ê Çileyê, her kes di zane ku em li hemberî hikumetekî desthilatdar in, jin tê de nayên qebûlkirin. Ji ber vê gerek di hemû waran de kar û xebat zêdetir bimeşînin, em xwe îsbat bikin ku em layiqî vê şoreşa ku bi navê jinê tê naskirin in.”