Kolberiya Sotemeniyê metirsiyek ji bo jinên penaber ava dike
Jinên penaber yên gundewerê Idlibê ji ber xizaniyê neçar dimînin ku kolberiya sotemeniyê bikin gotin: “Em neçarin di şer û mercên herî zehmet de ji bo malbata xwe kar bikin.”
HEDÎL EL-UMAR
Idlib- Kolberên ku di navbera herêmên gundewarê Bakurê Helebê û Idlibê de çalakin, ji ber zêdebûna nirxan, zehmetiyan dijîn. Jinên penaber a kampa Atma, ji ber xizaniyê û nebûna derfetên kar, neçar dimînin ku kolberiya sotemeniyê bikin. Jinên ku kolberiyê dikin û zehmetiyan dijîn nêrînên xwe parve kirin.
“Ji ber xizaniyê min dest bi kolberiyê kir”
Henan El-Şêxo ya 33 salî da zanîn ku ew ji bo ku zarokên xwe xwedî bike, kolberiyê dike û wiha got: “Ev demek dirêje ji ber nirxên giran min erzaq ji zarokên xwe re neaniye. Em zivistanan bê erzaq, bê xwerin û bê pere dimînin. Piştî ku em koçberî gundewarên Idlibê bûne, ev zêdeyî du salin li kampa Atma dijîn. Ji ber şert û mercên xizaniyê, ez neçar mam ku dest bi kolberiya sotemeniyê bikim. Ez niha divê karê de rastî gelek zehmetiyan têm, lê ruxmê wê jî ez hewce me ku zarokên xwe xwedî bikim.”
“Dema em kolberiyê dikin rastî gefan tên”
Samiya El-Ramûs ya 30 salî jî zehmetiyên ku di kolberiyê de dijî wiha parve dike: “Ez li ser rêbendên kontrolê de kolberiyê dikim û rastî tacîzê têm. Dema ez kolberiyê dikim, gelek ji wan kesan lîtreyên mazotê diavêjin erdê û gefên bikaranîna hêz û zindanê li min dikirin. Her wiha hin kes hene ku rêjeya mazotê kêmtir dikirin û li gor pereya dolar û tirkan rewa dikrin. Heta niha jî rêjeya mazotê sabît nîne û ev yek zehmetî dide me.”
“Ji ber kolberiyê birîndar bûye”
Cemîla Elûşa ya 20 salî di derbarê kolberiyê de wiha got: “Dema ku bîdona mazotê di destê min de bû, endamên kontrola rêbendê min dîtin û ez ketim çalê, ji ber wê yekê di lingê min ya çepê de birîn û şikandin çêbû. Ez neçarim karê kolberiyê bikim da ku dayik û her pênç xwîşkên xwe yên biçûk xwedî bikim. Em jî li kampa Atma dijîn û bavê min wefat kiriye. Dema lînga min baş be, ez ê cardin karê kolberiyê dewam bikim.”