Koka susê ji gelek derdan re dermane

Diwêriya Xidir a li qiraxa çemê Xabûrê bi derxistina koka dara susê debara mala xwe dike diyar kir ku koka susê li gel tama xwe ya xweş ji bo gelek nexweşiyan jî dermane.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Sus nebateke darê ye li gelek deverên weke Sûriye, Misir, Asya Navîn û Ewrupa şîn dibe û herî zêde li Asya û Ewrupa tê karanîn. Koka Sûsê bi hezaran sal e weke dermanek nebatî ji bo nexweşiyan tê bikar anîn. Hinek cureyên din jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şîn dibin û rehên wê ji bo çêkirina çayê têne bikar anîn. 12 reng ji rehên Sûsê hene di tamê de ji hev cûda dibin. Koka Sûsê darekî ji derve de rengê qehweyî û ji hundir de rengê zer dide tama wê jî pir şêrîn e. Piranî li ber çem, newal û qiraxê Xabûrê û cihên şopa avê lê hebe çêdibe. 
Gelek sûdên wê hene û li gel tama wê ya xweş bişifaye û ji bo tenduristiyê jî tê karanîn. Dermankirina êşa qirikê û sivikirina kuxika sîngê û pergala parastina tenduristiya mirovan e, rakirina êş û spasmayên dij-enflamasyon û masûlkeyan e.  Ji tevna bedenê re dibe alîkar û bi şaneyên pençeşêrê re jî şer dike. Di bedena jinan de ji bo hevsengiya hormonan bi bandor e. Weke her nebatê li gel sudên wê zirara wê jî heye, mînak di rewşên ducanîbûnê de ji ber bandora xwe ya li ser hormonan dikare bibe sedema zû zarok bê diniyayê. Her wiha ji bo tenduristiya zarokan jî nabe. 
Diwêriya Xidir a 50 salî bi hatina bûharê re berê xwe dide peravên Xabûrê û rayê susê kom dike. Ew ji gundê Um El-Kêf ê girêdayî navçeya Til Temir a bajarê Hesekê ye, ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta tirk koç bûye, niha tevî malbata xwe li gundê Til Nesrî dijî, li ku be karê xwe yê komkirina raya susê dewam dike û bi hatina demsala buharê re, koka sûsê kom dike. Diwêriya Xidir li ber rayên susê yên komkirî runişt hem bi kêra di destê xwe de yên komkirî paqij dikir hem jî ji me re behsa sûda gîhayê Sûsê kir. 
Ev 20 salin koka Sûsê ji binê erdê derdixe
Diwêriya li ser sûda gîhayê sûsê ev agahî da: "Koka susê gelek bi sûd e hem jî dermanê nexweşiya ne. Piranî li ber qiraxê çeman, newal û deverên ku şopa avê zêde lê hebe tê peydakirin. Li kuderê av hebe koka sûsê çêdibe. Vedana vî gihayî jî heya ji min tê ez erdê dikolim, di kolandinê de pir diwestim û şopa wê jî li ser destê min heye. Sûs kokeke pir dirêj e, ez jî dikolim heya ku dighêjim dawiya wê koka wê bi vî rengî derdixim. Cûdabûna koka sûsê ji kokên darên din rengê wê yê zer e. Piştî em derdixin û kom dikin û ji bo firotinê didin bazirganan. Kîloya wê jî bi 500 Lêreyê Sûriye. Ev 20 salin ez koka giyayê susê ji binê erdê derdixim, bi vê debara zarokên xwe dikim. Ger kedê nedim, nikarim bijîm.”
“Gava bû dema komkirina koka susê kes nikare min bigire”
Diwêriya da zanîn ku koka susê bêtir di demsala zivistanê de tê bikaranîn û wiha dom kir: "Bêtir ev gîha di demsala zivistanê de tê peydakirin, ji ber wê demê erd baş avê vedixwe û erd bi xwe jî nerm dibe. Li kîjan demsalê, li kuderê derdikeve ez li peyî wê dikevim û li gelek cihan jî li peyî gîhayê susê geriyam e. Li kuderê behsa dîtina sûsê dikin ez diçim wê derê, ji navçeya Til Temir heya Zirganê, Hesekê û Qamişloyê. Derveyî nexweşiyan kes nikare lêgerîna min a li peyî sûsê bisekinîne, Ji ber ew karê min e û ez jê hezdikim. Gelek kes vî karî dikin û li her derê heye, lê ya ku min ji wan cûda dike temenê min e. Tenê ez di vî temenê 50 salî de li herêmê, karê derxistina gîhayê sûsê dikim. Ya herî zêde min dilşad dike di dema  ez vedigerim malê û zarokên min bi min re dikevin tevgerê de. Germahiya dilê zarokên min westandina min dide jibîr kirin."
“Ez ê şerbeta susê çêbikim”
Diwêriya bal kişand li ser hatina meha Remezanê û firotina gîhayê sûsê û wiha pêde çû: "Bi hatina meha Remezanê re, ez ê cara yekê biceribînim û şeraba sûsê çêbikim. Piştî ku gîha bişom, paqij bikim piştre biqeşêrim û bixim nava ava gerim de bikelînim. Pişre wê sar bikim û bixin firaxekê de, ez ê bixim avsarkê de  û bi vî rengî em ê vexwin. Ya herî xweş jî şekirê wê jê ye, em tu şekerî li ser zêde nakin. Kok piştî spî dibe û hemû şêraniya wê jê diçe, em davêjin. Dîroka vî gîhayê pir kevin e û tama wê pir xweş e. Divê ez herekt bikim, ger ez herekt nekim û kar nekim ez hîs nakim dijîm. Ez jineke bi hêz im bê rawestandin kar dikim. Ez ne ew jina destê xwe deyîne li ber rûyê xwe û li ser şansê xwe xemgîn bibe."