Kil çavan ji qirêjiyê diparêz e

Emîne Besrawî di nava çend mehan carekê de kil bi destê xwe amade dike û şêniyên gund belav dike.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Emîne Besrawî ji ber destên dayika xwe fêrî çêkirina kil bûye, ji lewra di nava çend mehan carê kil bi destên xwe amade dike û li şêniyên gund belav dike. Çêkirina kil yek ji çanda kurdan e, piranî jin di şahî û minasiban de kil dixin çavên xwe. Kil ji bo ku çav xwe ji qirêjiyê û tîna rojê biparêze li cihên sehra piraniya wan di nava erebên koçber de belav bûye. Hin jî dibêjin ku kil dihêle ku çav xwe ji hin nexweşiyan biparêze, hin ji wan jî kil dixistin çavên zarokên ku nû ji dayik dibûn, ji bo ku çavên xwe baş bibe û bi hêz bibe. Ji bo iltîhab û hesasiya çav û hemû mîkrop di hindirê çavan de dikuje. Yek ji jinên ku kilê sibhanî bi destê xwe amade dike dayika bi nave Emîne Besrawî ku çêkirina kil wiha ji ajansa me re dibêje.
"Kil çavên mirovan xweşik dike"
Emîne ji gundê Siftekê yê ku li Rojavayê Kantona Kobanê dikeve wiha behsa çêkirina kil dike: "Dema ku ez biçûk bûm, dayika min û jinên gund kil bi destê xwe amade dikirin. Ez jî ji dayika xwe fêrbûm ku çawa kil çêkim. Wê demê kilê bi qelem tunebû, etar dihatin gund, jinan kil bi hêkan ji etar dikirîn. Kil bi zadên mîna dendikên xurme, yaxê zeytûnê, genim, ceh û zerika hêkê li ser sêlê tê çêkirin. Di dem berê de me dikutand wiha çêdikir. Piranî jinên ciwan kil bi kar dianînin, kesên temen mezin jî dema çavê wan hêsir dikir bi kar dianîn. Her wiha kevneşopiyek hebû ku dema taziye hebe kil nedihat bi kar anîn. Kesên ku çavê wan bêşiya çi jin û çi mêr ba bi kar dîanî."  
"Divê em çanda kil nûjen bikin"
Nifşê ku niha radibe kilê qelem dixin çavên xwe, di nava her şerekî de çanda gelekî tê pişaftin. Emîne wiha behsa parastina çandê wiha dike: "Di dema niha de jinên ciwan bi kilê pênûs dixin çavên xwe, ev kil feydeya xwe li çavan nake, lê yê ku em çêdikin yê sibhanî gelek feydeya wê heye, ji ber ku em bi destê xwe çêdikin û madeyên ku em dixin nava kil dermanin. Her dem jin yê ku tedawiyê dike, hîn dema ku bijîşk tune bû me jinan bi xwe dermanên xwe çêdikir û her tişt bi destê jinê hatiye afirandin. Ev kilê ku li sukan dikirin tenê biyaxe dema ku tê şuştin hemû li derdora çav digere, lê dema ku vî kilî têxin çavên xwe bi rojan lê naçe, ji ber ku ev kil esliye. Ez çêdikim û li gund belav dikim wek xêr ez didim. Her wiha dema ku navikê zarokan diwerimî an jî diket me kil dixist navikê. Lê yê niha dibêjin qehwê an jî dermanekî sor dixinê. Divê em çanda xwe biparêzin da ku em çanda xwe  zindî bihêlînin. Roj bi roj çanda me zindî dibe û bi taybet dayik xwedî li çanda xwe derdikevin."