Kebabên seyrangehan bi tama destê Nesrînê tê amadekirin

Li herêma Hewreman gelek cihên seyrangehan hene li van deran gelek jinan ji bo xwe derfetê kar avakirine. Kebabxaneya Hana Nesrîn yek ji wan cihên ku herî zêde geştiyar berê xwe didinê û ji kebabên Nesrînê gelek hez dikin.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Herêma Hewreman bi xweşikbûna xwezaya xwe, karkirin û cihê seyrangehan tê nasîn. Piranî dema ku dibe werza havînê ji bo seyranan gelek kes berê xwe didin minteqa Hewremana ku di aliyê kar de qet cudahî nexistiye navbera jin û mêran. Li pişta her karekê ji jinek a tama destê wê xweş heye. Yek ji van kebaxaneyên li cihê seyrangehê ye  Kebabxana Hane Nesrîne ku ji hêla Nesrîn Celal ve tê bi rêve birin. Nesrînê da da zanîn ew bi heskirin karê xwe dike û got: “ Ev kebaxane bi navê wê ye li vê derê li gel hevjînê xwe keç û xûşka xwe kar dikin û geştiyar hemû gelek ji tama kebabên wê hez dikin.”
“Ji kar re ked û baweriyek mezin lazime”
Nesrina ku kebabxaneya wê li cihê seyrangehê ye di derbarê karê xwe de wiha got: “Rojane di demjimêr 10’ê siharê de em tên kebabxanê heta 10’ê şevê dimînin. Di rojên navber an jî betlaneyan de em gelek zutir tên vêderê, ji ber kar gelek heye em hîna zu kebabxaneya xwe di vekîn. Rojên navberan zêdetir geştiyar berê xwe didin kebabxana me. Li vêderê ez piranî bi çêkirin û pijandina kebaban ve mijul dibim. Ev 9 sale ez vî karî didomînim. Ger ez rojek neyê vêderê her ji bo serdanê têm serek li kebabxanê didim. Niha zaroka min a biçuk heye weke demên dinê nikarin hertim werim, ji kar re kedek mezin lazime. Dema rojane hîna zu di demjimêr 7’an de malê paqij dikim, paşê zaroka xwe tînim û têm kebabxanê heta derngî şêv li vêderê kar dikim. Dema ku mirov karbeşî bike dikare mal, zarok û firoşgehê bi hev re bi rêve bibe. Karkirina li firoşgeha xwe qet cudahiyek wê ji karê hikumî nîne ya giring ewe ku baweriya mirov hebe wê demê mirov dikare hemû tiştan bike.”