Karên destan, mîrata dayik û dapîran e û bi tiliyên jinan hatine çêkirin

Zekiya Husên ji 10 saliya xwe ve karên destan çêdike û çarikan bi morîkan dixemilîne. Li ser karê ku dike dibêje mirov bi mîrat û çanda xwe tên nasîn. Her wiha daxwaza wê ew e ku çanda dayik û dapîran winda nebe.

Qamişlo-Folklora civakê, ew çavkanî ya ku hişmendiya neteweyeyî ya kes û komên di heman civakê de têr dike. Her wiha karên kevneşopî û destan, çandek e ji bo nasnameya mirovan, lewma jî berjewendiya gelan di vejandina mîrata dê û dapîran de ye. Gelek mirov bi çand û kevneşopiyên xwe ve tên girêdan. Dayika Zekiya Husên yek ji wan mirovan e ku bi temenê xwe 50 salî ye ji gundê Kelihê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê- Bakurê Kurdistanê ye û li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Ew ji 10 saliya xwe ve heta niha bi keda destên xwe desmalan bi morîkan  dixemilîne. Zekiya li ser jiyana xwe ji ajansa me re axivî û li ser helwesta xwe ya ji bo vejandin û parastina çandê axivî.
"Mirov bi çand û mîrata xwe tê naskirin"
Zekiya di destpêka gotina xwe de behsa jiyana xwe ya gund kir, çawa fêrî kar bûye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ez ji piçûkaniya xwe ve vî karî dikim, kesî ez fêr nekirim min li jinan dinêrî çawa morîkan rêz dikirin û ez wiha fêr bûm. Dema ku ez li Bakurê Kurdistanê bûm me neqiş çêdikirin û çarik bi morîkan dixemilandin û tu carî em nediwestiyan. Paşê ez di 15 saliya xwe de hatim Sûriyeyê lê dîsa jî min dest ji karên destan berneda û min domand. Min qubalên malê bi neqşan dixemiland. Dema ez ji zarok û neviyên xwe re çarik û cilan dixemilînim gelekî kêfxweş dibin û car caran jin çarikên xwe tînin da ku ez ji wan re çêbikim û bi taybetî di heyva adarê de xwestek li ser wan çêdibe ji ber ku xweşikbûnê didin cilên neteweyî. Du keçikên min jî karên destan çêdikin û pir jê hez dikin. Ez ji wê dema piçûkaniyê û heta roja îro vî karî dikim û bêyî vî karî sebir nakim. Mirov bi çand û mîrata ku ji kevnetorên xwe girtiye tên nasîn."
"Li gorî zehmetî û westandinê, dîsa jî xweşbûneke wê heye"
Zekiya diyar kir ku pêwîst e mirov çand û kevneşopiya xwe ji bîr neke û wiha domand: "Pêwîst e mirov adet û çanda xwe ji bîr neke divê her tim karûbarên mirov li bîra wan be. Hinek mirov di van rojan de çanda xwe ji bîr kirine lê ez ji bîr nakim û tim li bîra min e. Bi karûbarên dikim ez pir keyfxweş dibim loma jî li gorî ku ez bi temenê xwe mezin bûme û çavên min kêm dibînin jî wekî rojên berê dîsa jî xweşbûneke wê heye ji bo vê yekê ez ê hewl bidim heta ji destên min were vî karî biparêzim û nehêlim ev çanda me winda bibe. Her wiha wekî tê zanîn jin bi xwezaya xwe, li çand û karûberên xwe yên kevneşopî miqate ne û dê nehêlin ku winda bibin û her û her wê mayinde bibe bi destên jinên Kurd."