Kampa koçberan bi şînahiyan dixemlînin

Jinên Efrînê yên ku ji cih û warên xwe koçber bûne ji bo ku zehmetiyên koçberiyê û dabara jiyana xwe bi rêve bibin li ber mala xwe baxçeyên biçûk diçînin û bi cîranên xwe re parve dikin.

HESNA MIHEMED
Şehba-  Şêniyên Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de ji ber dagirkeriya dewleta tirk koçberî Kantona Şehbayê bûn. Şêniyên Efrînê bi girêdana ax û şînahiyan tên nasîn loma Kantona Şehbayê veguherandin qadeke ji şînahiyan. Gelek koçberên Efrînê li Şehbayê li kampan dijîn û li pêşiya her konê mirov rastî şînahiyan tê. Her wiha bi demsala biharê re hemû şînahî, fêkî, gul û çîçek hatine çandin û kampa koçberan xwe veguherandiye bedewiya biharê. Şêniyên ku li kampan dijîn ji bo ku bandora bilindibûna dolarê û ambargoya rejîma Baas li ser wan zêde nebe bi riya çandiniyê debara xwe dikin. 
"Xwe dispêrin çandiniyê"
Fatimê Ehmed ku li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê bi cih bûye wiha behsa rewşa koçberiyê dike: "Em ji warên xwe koçber bûne, rû bi rû rastî zehmetiyên koçberiyê tên. Li Şehbayê derfetên kar zêde tune ne, ji bo ku em dabara xwe ya aborî bikin em xwe dispêrin çandiniyê. Em li ber mala xwe şînahiyên mîna sîr, pîvaz, nîsk û bexdenûs diçînin. Bi hatina demsala biharê re hemû şînahî tên çandin, me jî hem çand, hem jî em xizmeta wan dikin. Bi baxçeyê min em 8 kes dabara jiyana xwe dikin. Her wiha em bi cîranên xwe re jî parve dikin û zehmetiyên ku em dijîn bi hev re kêm dikin."
"Her derê bi çandiniyê dixemlînin"
Zekiye Mustafa diyar kir ku ji biçûkaniya xwe de karê çandiniyê dike û debara xwe pê dikin û wiha got: "Ji biçûkahiya xwe de li Efrînê me karê çandiniyê dikir û debara xwe ya jiyanî dikir. Ez karê çandiniyê ji dayika xwe fêr bûme. Di malê xwe de li Efrînê min dîsa baxçe çandibû û xizmetê çandiniyê dikir. Niha em li warê koçberiyê çanda xwe ya baxçeyan di konên xwe de diparêzin ji bo em debara xwe bikin. Em ê her derê bi xwezayê û çandiniyê bixemilînin ji ber ev çanda me ye."