Kafeyek ji aliyê 9 jinên ciwan ve tê rêve birin

Li bajarokê Helepçe 9 jinên di kafeyekê bi rêve dibin. Di nava civaka Kurd de rêvebrina kafeyek ku ji aliyê jinan ve were bi rêvebirin bi çavek baş li wan nayên nêrin. Lê belê komek jin bi rêvebirina kafeyê ev hişmendiye şikandin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî- Her tim mirov dixwaze li navçeya Helepçe serdan kafeyek paqij û modern bike. Hemû kes navnîşana Kafeya Tudet nişan dide. Ku yek ji wan kafeteryên ku li Helepçe bi nav û denge. Di vê Kafeyê de 9 jinên ciwan kar dikin da ku hişmendiya civakê bişkênin û hem bi xwinin û hem ji bi malabata xwe bibin alîkar ev jinên ciwan didin diyarkiri ku; ‘ Ew bi xwe gelek ji karê xwe hez dikin, ji ber wê ji gotinên civakê li ser me ji bo me nabe asteng ku em kar nekin.’
“Alikarî û hevaltî bingehê serkeftina Kafê ye”   
Jina ciwan ya bi navê Sîdar Rizgar ku ev nêzî mehekê ye li Kafeya Tudeya kar dike û hevjinê wê û malbata wê gelek alikaî û pîştgiriya wê di vi karî dike di derbarê karê ku dike de wiha dibêje: “Li vê derê ev nêzî mehekê ye ez kar dikim, li vêderê em hemû jinin lê belê rêveber mêre. Li vê derê demjimêrên her yek ji me diyare kijan demê kar bike. Kafeya me di rojên asayî de danê sibehan jî vekiriye. Ji ber meha Remazanê em şev vedikin. Niha ez di demjimêr 3’ê pîştî nivro têm heta 12 şev kar dikim. Di rojên asayî de je ez demjimêr 1’ê nivro têm heta 10 şev kar dikim. Ji bo jinan karkirin gelek zehmete, ger pîştgiriyek hebe ew kar serkeftî derbaz dibe, hevjinê min gelek ji bo min dibe arîkar û pîştgiriya min jî dike ez bi xwesteka xwe hatime vê derê kar dikim. Li vê derê em komek jinên ciwan yên havalên hev kar dikin ji ber wê ji alikarî û hevaltî kafeyê serkeftî dike, ev dere gelek bi sebrine karê zehmet jî ji bo me hêsan dibe.”
“Gelek ji karê xwe hez dikim”
Çovîn yek ji jinên ciwan ku li kafeya Tudey kar dike wiha hestê xwe li ser karkirinê tîne ziman: “Ev nêzî sê mehe ez li vê derê kar dikim. Ez weke xendevanek beşê ragihandin dixwinim hem dixwinim hem jî kar dikim. Ez gelek ji vî karî hez dikim bi xwesteka xwe ez hatime vêderê, li vêderê em yên ku tên pêşwazî dikin û gelek curên xwarin û vexwarinê heye nêzî 74 curên xwarin û vexwarinê heye. Beriya meha Remezanê dema min dest bi kar kirî. Di meha Remazanê de ji ber roj kesek serdana kafeyan nake şev vêderê tê vekirin  em jî şev kardikin. Ez weke jinek ciwan bi karkirina xwe ya li vê derê gelek keyfxweşim, ji ber cihek wisa em hemu jinên ciwan bi hevre kar dikin. Zehemtiyên em dikêşin ji ber di nava civaka me de derketa jinan şev ji rêzê nayê ditin. Ji ber malabata me pîştgiriya karê me dikin em karê xwe dikin. Erkek gelek giring li ser milê meye ji ber ez xwendevanim û kar dikim ez bi keyfxweşî jî herdu karan bi hevre berdewam dikim û gelek bi serekftime û ez ji karê xwe jî gelek hez dikim.”
Kafeya Tudey yek ji wn kafeyane ku li herêma Helepçe ji aliyê 9 jinên ciwan ve tê rêvebirin. Zêdeyî 74 curên xwarin û vexwarinê têde tê ditin. Hemwelatiyên Helepçe bi keyfxweşî serdan vê derê dikin û gelek keyfxweşin ku cihek wisan heye ku biçinê.