‘Jiyana komînal bi jinan pêk tê’

Mihrîcana Keda Jinê ya Hilberî ku ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve hat lidarxistin, rastî eleqeyek mezin hat, di standên hatin avakirin de jinan derfet dît ku berhemên bi xwe hilberandine pêşan bidin.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Mihrîcana Keda Jinê ya Hilberî ku dê sê rojan bidome ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve li qada bajar di navbera 12-14’ê Hezîranê de hat lidarxistin.

Li Wanê di standên li qada bajar hatin danîn de, jinan firsend dît berhemên ku bi xwe hilberandine pêşan bidin, li aliyekî jî qezencê bi dest dixin. Li satandan jinan balîf, aksesuar û fîstanên ku bi xwe çêkirine firotin.

Di çarçoveya mihrîcanê de gelek çalakî hatin lidarxistin.

Di mihrîcanê de Kooperatîfa Jinê ya Evîn jî cih girt. Di standa Kooperatîfa Jinê ya Evîn de, gelek berhemên ku ji aliyê jinan ve hatine çêkirin hatin pêşandan, li kêleka wê xwarinên ku ji aliyê jinan ve hatin çêkirin hatin pêşkêşkirin.

‘Keda jinan nayê dîtin’

Perî Kaval ku di standa Kooperatîfa Evînê de xwarinên ku çêkirine difroşe, diyar kir ku ew gelek kêfxweş e ku ji bo keda jinan çalakî hatiye lidarxistin û wiha got: “Jin berê nebûbûn şahidên mihrîcaneke wiha. Bi gelemperî keda jinan nayê dîtin û ji ber wê lidarxistina mihrîcaneke wiha di aliyê me de gelek baş bû. Li vê derê em bi hemû jinan re keda xwe pêşan didin. Me dît ku di nava jinan de jiyana komînal dikare were pêkanîn.” 

Perî Kaval da zanîn ku ew kedkara malê ye û wiha domand: “Bi saya vê mihrîcanê, kêmek jî be ji bo aboriya malê bi sûd bû. Divê her jin li ser lingê xwe raweste, ji ber keda wê ya li malê di nava çar dîwaran de nayê dîtin lê li vê derê me şans dît ku em keda xwe pêşan bidin. Ev jî baweriya me ya bi me zêde dike. Ez li bendê me biçim malê berhemên min ên ku xilas bûne dîsa çêbikim. Li vê derê bi jinan re em jiyana komînal radixin ber çavan.”

Parî Kaval anî ziman ku du sal in di Kooperatîfa Jinan a Evînê de dixebite, bal kişand ser berhemên ku bi jinan re çêdikin û got: “Em tiştên weke rijde, nanê tenik, eprax, mantî çêdikin. Em bi jinan re çêdikin. Em gelek jinan teşwîq dikin ku di bin banê kooperatîfê de bixebitin. Kêmek jî be bi pereyê ku qezenc kiriye çûyîna mal mirov xwe baş hîs dike.”

Perî Kaval di dawiyê de wiha got: “Ez ji hemû jinan daxwaz dikim bi berhemên keda xwe beşdar bibin. Ger jin hez bikin tiştek ku nikaribin bikin tune ye.”

‘Ger destek bê dayîn dê zêdetir jin di hilberînê de cih bigrin’

Mewlude Olmez a 40 salî ku di standa Kooperatîfa Jinan a Evînê de rijdeyên ku çêkiriye difiroşe wiha got: “Em berhemên ku me çêkirine di bin banê kooperatîfê de difroşin û hewl didin debara mala xwe pêk bînin. Ger desteka pêwîst were dayîn, wê zêdetir jin di hilberînê de cihê xwe bigrin. Divê hemû jin li ser lingên xwe bisekinin. Jin di gelek xalan de tên mexdûrkirin, ji bo li pêşiya vê were girtin divê destek were dayîn.”

Mewlude Olmez da zanîn ku xebat ji bo psîkolojiya jinan gelek baş e û diyar kir ku di standê de rijde, mantî, kotlikan difiroşe û  got: “Ger di malê de di nava çar dîwaran de girtî bin, li gel jinan xebat û hilberandan gelek baştir e.”

Mewluda Olmez anî ziman ku divê jin di hilberinê de cih bigrin û kooperatîfên jinan werin destekkirin û got: “Jin di malê de rastî tundiyê tên, tên mexdûrkirin. Jin bi tenê tên hiştin. Ger kooperatîf werin destekkirin û mezin bibin, wê gelek jinên din beşdar bibin, wê bi gelek jin re bi hev re hilberîn werin kirin, em ê destek bidin hev.”