Jinên Tûnisî pêdiviyên xwe yên kesane ji bo zarokên xwe feda dikin

Di cîhaneke ku şer dibe sedema tengezadiyan de jinên Tunisî ku li hember krîza aborî tengav bûne, êdî bi tevahî pêdiviyên xwe yên kesane ji bo zarokên xwe feda dikin.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ

Tûnis – Di rewşeke aborî ya nazik ku bi giranî bi bihayên domdar bilind tê xuyakirin de, bi kêmbûna eşkere ya hêza kirînê û zehmetiya zêde di dabînkirina pêdiviyên bingehîn de lêçûna jiyanê ji bo malbatan bi berdewamî zêde dibe. Vê rewşê bandor li ser şêwazên xerckirinê yên di nav malbatên Tûnisî de kiriye û malbatan neçar kiriye ku bi berdewamî pêşîniyên xwe yên rojane ji nû ve biguherînin da ku xwe biguncînin rastiyek aborî ya her ku diçe tevlihevtir dibe.

Jin wek ên ku herî zêde ji van guhertinan bandor dibin, derdikevin pêş. Ji ber ku ew pir caran berpirsyara rêvebirina budçeya malbatê, dabeşkirina lêçûnan û danîna pêşîniyan di navbera pêdiviyan û tiştên luks de ne.

‘Jin bi tevahî pêdiviyên xwe yên kesane ji bo zarokên xwe feda dikin

Welatiya bi navê Malak Al-Saidî dibêje ku lêçûna jiyanê pir dijwar bûye û destnîşan dike ku bihayên kelûpelên bingehîn û pêdiviyên din ên rojane pir zêde bûne. Malak diyar dike ku malbat neçar in ku bi tevahî li ser pêdiviyên bingehîn bisekinin. Ew rave dike ku zêdebûna bihayê bê îstîsna bandor li her tiştî kiriye, jiyana rojane pir westiyayî kiriye û ji bo her kirînê, bi hesabên hûrgulî tije kiriye. Malak Al-Saidî got ku “Di gelek rewşan de, jin bi tevahî pêdiviyên xwe yên kesane ji bo zarokên xwe feda dikin û budceya malbatê ji bo xwarin, tenduristî û perwerdehiyê tê pêşînkirin.”

‘Birêvebirina budçeyê êdî ne tenê berpirsyariya kesekî di nav malbatê de ye

Malak destnîşan kir ku dayîk zarokên xwe dikin rêza pêşîn, heta pêşiya hesabê rihetiya xwe û pêdiviyên xwe yên kesane jî. Her wiha Malak Al-Saidî ragihand ku zexta darayî ya zêde gelek jinan ber bi lêgerîna çavkaniyên dahatê yên zêde an jî beşdarbûna bêtir li lêçûnên malê ve biriye. Malak destnîşan kir ku birêvebirina budçeyê êdî ne tenê berpirsyariya kesekî di nav malbatê de ye, her çiqas di bin şert û mercên heyî de pir dijwar bimîne jî, bûye barekî hevpar.

Lêçûnên perwerdehiyê barekî giran didin ser milê malbatan

Nadiya Moulahî piştrast kir ku bihayên kelûpelên cûrbecûr bi awayekî berbiçav zêde bûne û destnîşan kir ku heta pêdiviyên bingehîn jî bûne barekî girîng li ser malbatan, bi taybetî jî yên ku dahata wan kêm û navîn e. Nadiya got ku “Lêçûnên têkildarî perwerdehiyê jî zextê zêde kirine, ji ber ku jiyana dibistanê ya zarokan lêçûnên berdewam hewce dike. Di nav de pêdiviyên dibistanê, pirtûk, veguhastin û pêdiviyên din ên ku bûne barekî giran li ser malbatan jî heye.”

‘Gelek tiştên luks ên ku berê beşek ji jiyana rojane ya normal bûn, têne berdan

Nadiya tekez kir ku jin neçar in bi danîna pêşaniyên hişk li gorî hewcedariyan, van xerciyan bi baldarî birêve bibin û wiha domand: “Di nav malbatê de, niha pêşînî ji bo perwerde û tenduristiya zarokan tê dayîn. Ji ber ku ev wekî bingehên girîng têne hesibandin. Di heman demê de gelek tiştên luks ên ku berê beşek ji jiyana rojane ya normal bûn, têne berdan.”

Nadiya Moulahî banga kontrolkirina bihayên mezintir kir û rêziknameya bazarê wek pêwîstiyek lezgîn a di ronahiya zêdebûna domdar a bihayan de nirxand da ku jiyana rojane li ser welatiyan nebe barekî domdar.

Jin berpirsyariyeke mezin digirin ser xwe

Nacwa Mîsawî bawer dike ku Tûnis krîzeke aborî ya rastîn û bê înkar dijî. Nacwa ragihand ku welatî dema ku nikarin pêdiviyên bingehîn ên malbatên xwe peyda bikin, rasterast vê yekê dijîn. Nacwa rave kir ku bilindbûna bihayê niha bê îstîsna û pir caran bê sedem bandorê li ser hemû tiştên xwarinê dike û wiha pê de çû: “Malbatên bi dahata navîn herî zêde jê bandor dibin. Ji ber ku ew xwe di navbera zextên jiyanê û lêçûnên zêde de ji aliyekî ve û dahatên bêçalak an kêmbûyî ji aliyê din ve, asê dibînin. Ew cûdahiyek eşkere di navbera bihayên ku ji hêla rayedarên fermî ve têne ragihandin û yên ku di bazaran de têne sepandin de destnîşan dike. Pirsên li ser pabendbûna bi bihayên qanûnî derdixe holê.”

Nacwa Mîsawî bang kir ku çavdêriya meydanî were xurtkirin û piştrast bikin ku bazirgan pabendî bihayên ragihandî bin, ne ku tenê wan ragihînin.

Fişara lêçûnên jiyanê bandorê li aramiya derûnî û civakî dike

Wîsal Tlilî jî anî ziman ku lêçûnên jiyanê hatine asteke xeter, bihayên sebze, goşt û kelûpelên bingehîn pir zêde bûne. Wîsal da zanîn ev yek bûye sedem ku welatî nikaribin bi van zêdebûnan re li pey hev tevbigerin. Wê jî destnîşan kir ku jin di nav malê de berpirsyariyek giran hildigirin û ev rol bi bilindbûna bihayan û kêmbûna hêza kirînê tevlihevtir bûye. Wîsal Tlilî wiha got: “Lêçûna bilind a jiyanê êdî ne tenê bandorê li hêza kirînê dike, her wiha berfireh bûye û aramiya derûnî û civakî ya di nav malbatê de jî digire nav xwe. Ji ber ku zexta lêçûnên jiyanê, ji bo gelek malbatan bûye beşek ji jiyana rojane.”

Hemû van jinan li hev kirin ku ev rastiya stresdar ji hêla gelek malbatên Tûnisî ve tê jiyîn û gotin ku bilindbûna bihayan û kêmbûna hêza kirînê, di ji nû ve şekildana şêwazên jiyana rojane de bûne faktorên sereke .