Jinên Tûnisî bi giyayan berhemên xwezayî hildiberînin
Jinên gundan zanîna kevneşopî ya giyayên dermanî veguherandine projeyên aborî ku li ser bingeha daxwaz, perwerde û biryardariyê ne. Armanca wan pêşvebirin û jiyandina berhemên xwezayî ye.
ÎXLAS EL-HAMRÛNÎ
Tûnis – Li devera gundewarî ya navçeya Regueb a parêzgeha Sidî Bouzid a Tûnisê, giyayên derman û nebatên bêhnxweş êdî ne tenê pêkhateyên jîngeha herêmî ne. Di heman demê de bûne bingeha projeyên ku ji aliyê jinên daxwaza xwe ya ji bo xwezayê veguherandine çalakiyên aborî. Ev hilberîna li ser bingeha distîlasyona giyayan, çêkirina kozmetîkên xwezayî, pakkirin û nirxandinê ye.
Bi daxwaza xerîdaran projeya xwe berfirehtir dike
Di nava van jinan de Mufîda Celalî heye, jineke hunermend e ji herêma Reguebê ku xwest distilasyona nebatên derman û aromatîk bike karê jiyana xwe. Mufîda dibêje ku destpêka wê sade bû; giya û nebatên ku derman dikir û berhemên xwe pêşkêşî kesên li dora xwe dikir da ku tam bikin û biceribînin. Her ku daxwaz zêde dibû xerîdaran kalîteya berhemên wê teqdîr dikirin û hêdî hêdî veguherî karsaziyek.
Pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin
Mufîda Celalî tekez dike ku riya serkeftinê ne hêsan bûye, bi gelek zehmetiyan re rûbirû dimîne, bi taybetî ji ber kêmbûna madeyên xav li herêmê. Mufîda wiha got: "Ev yek pir caran min neçar dike wesayîdek kirê bikim û biçim parêzgehên din da ku wan bistînim. Di heman demê de ji ber sermayeya sînordar zoriyan dikşînim. Ev yek rê li ber kirîna alavên pola yên nûjen digre. Ez her sal, li gorî derfetên xwe amûrek distîlasyonê ya nû dikirim."
Mufîda Celalî destnîşan dike ku bihayê zêde yê madeyên xav, bi taybetî gul, digel lêçûnên ji bo çûnhatinê yên zêde, pirsgirêka herî mezin e pê re rûbirû dimîne ye. Tevî vê yekê, Mufîda pabendbûna xwe bi xewna xwe ya avakirina marqeyek navdar piştrast dike û bawer dike ku jinên Reguebê bi azwerî û biryardariyê tên xuyakirin ku ev yek dihêle ku bigihîjin serkeftinê.
Hewl dide berhemên xwe li derveyî welat derxe bazarê
Azweriyên Mufîda Celalî tenê bi hilberînê bi sînor namînin; her wiha ew hewl dide nirxê berhemên xwe bi pakkirina wan di şûşeyên cam ên elegant de li şûna konteynirên plastîk zêde bike. Di heman demê de marqeya xwe da destpêkirin da ku nirxek zêde bide berhemên xwe. Mufîda wiha didomîne: "Ez dixwazim berhemên xwe li derveyî Tûnisê bazar bikim, ji ber ku xerîdarên min li derveyî welat dijîn. Loma girîng e mirov li ser kalîteya pakkirinê bisekine ku hêmanek bingehîn e ji bo xurtkirina hebûna berhemên li bazarên navneteweyî."
Ji hilberîna li malê ber bi projeyeke rêxistinkirî ve
Ayşe El-Akroutî ya ku dayîka 3 zarokan e, dixwaze rojek xwedî projeyek mezin be. Ayşe daxwaza xwe ya ji bo giyayên derman ji dayîka xwe mîras girtiye ku bi karanîna rêbazên distilasyonê yên kevneşopî bi karanîna tencereyek zextê ve girêdayî bû. Vê yekê ji temenê zarokatiyê ve bi Ayşe re vê daxwazê çêkir.
Ayşe El-Akroutî behsa projeya xwe dike û dibêje: "Piştî ku min xwendina xwe qedand, biryar da ku vê mîratê pêş bixim. Min bi rêbazên distîlasyonê yên hêsan dest pê kir, dûre beriya ku beşdarî xebata civakî bibim, min sûd ji bernameyên piştgirîkirina jinên gundan û teşwîqkirina karsaziyên piçûk girt. Her wiha amûr û dikanên nûjen bi dest xistin da bi berhemên xwe nîşan bidim ku vê yekê hişt ez ji hilberîna li malê derbasî projeyek rêxistinkirîtir bibim."
Xwe perwerde kir û projeyên xwe berfirehtir kir
Ayşe El-Akroutî xwe bi pratîkê ve sînordar nekir, bi lêkolîn, xwendin û perwerdeya berdewamî dixwest zanîna xwe bi pêş bixe. Ayşe beşdarî kursên perwerdeyê yên rasterast û serhêl li ser nebatên derman bû ku di wan de taybetmendiyên her nebatê, feydeyên wan û rêbazên distîlasyonê fêr bû. Piştre wê perwerdeya xwe di warê çêkirina kozmetîkên xwezayî de domand. Beriya ku çalakiya xwe berfireh bike ji bo çêkirina sabûn, mûmên bêhnxweş û bêhnên xweş ên xwezayî jî di nav xwe de bigre xebitî.
Ayşe El-Akroutî wiha didomîne: "Her dewreyeke perwerdeyê zanîna nû zêde kir û kalîteya berhemên min baştir kir. Ji ber vê min fam kir ku dive sertîfîkayên perwerdeyê û delîlên jêhatîbûna pîşeyî bistînim, da ku berhemên min pêbawertir bin û li bazaran zêdetir bi nirx bin."
Beşdarî gelek pêşangehan bûye
Ayşe El-Akroûtî ji bo ku bêhtir bala xerîdaran bikşîne, berhemên xwe li ser Facebookê belav dike. Her wiha beşdarî çend pêşangehên neteweyî bûye. Di nav de pêşangeha navneteweyî ya Nabeul û pêşangeha Çandiniyê ya Sidi Bouzid jî heye. Her wiha çalakiyên din ên ku alîkariya pêşvebirina berhemên wê û berfirehkirina bingeha xerîdarên wê kirine jî hene.
'Tevî zehmetiyan jin derfetên girîng pêşkêş dikin'
Ayşe El-Akrouti bawer dike ku jiyana li gundan, tevî zehmetiyên xwe derfetên girîng pêşkêş dike, bi taybetî jî îhtîmala çandina nebatên derman û aromatîk li herêmê. Ayşe ji hebûna erdê û piştgiriya ku ji malbata xwe distîne sûd digire û destnîşan dike ku hevjînê wê yê cotkar alîkariya wê dike ku nebatên cûrbecûr ên ku ew ji bo projeya xwe pê ve girêdayî ye hilberîne.
Dixwaze di warê aborî de serbixwe be
Ayşe El-Akroutî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Projeya min ne tenê riyek e ji bo baştirbûna dahata min aborî ye, di heman demê de fêkiya evîna min a ji bo xwezayê û daxwaza min a bidestxistina serxwebûna aborî û misogerkirina pêşerojeke çêtir e ji bo zarokên min. Her wiha xewna min ew e ku marqeyek bi navê xwe ava bikim."
Çîrokên Mufîda El-Celalî û Ayşe El-Akroutî modelek jinên gundewarî nîşan dide ku dikaribûn zanîna kevneşopî veguherînin projeyên aborî. Bi hêza xweperwerdekirin û biryardariyê, diyar dike ku piştgiriya însiyatîfên jinên herêmî û nirxdayîna berhemên xwezayî weke beşek ji pêşketina aborî û civakî ye li deverên gundewar.