Jinên Tûnisî bi firotina cilên kevn li ser lingên xwe disekinin

Bazirganiya cilên kevn li Tûnisê ji bo her kesê riya debarê ye. Ji bo jin û her wiha zilaman riya kar û bar e. Ji bo kesên ku li cilên erzan digerin, kirîna cilên xebitandî riyeke baş e. Ev bazirganî, heta niha ji bo mêran tenê bû lê di van salên dawî de nîvê bazirganên jinên ku li hemberî xizanî û tunebûnê têdikoşin in.

Tûnis- 20 hezar jinên li Tûnisê bazirganiya cilên balê bi zimanê Tûnisê wekî (El-Ferîb) tê gotin  dikin her wiha ji sedî 90 jinên Tûnisê vî karî ji xwe re wekî çavkaniya jiyanê dibînin. Tevî pirsgirêkên ku aliyên tevli vê sektorê bûne çareserî nedîtin jî bi taybetî ji ber ku ew sektorek marjînal e û qanûn bi salan e nehatine guhertin
“Zabite nahêlin em karê xwe bikin”
Jina bi navê Ş.A dibêje ku ew 40 salî ye û bazirgana cilên ku hatine bikaranîn (balê) ye, wê ev kar ji bavê xwe girtiye, ew pir ji vî karî hez dike tevî ku hemû pirsgirêkên ku bi rojan e li sûkê ew pê re rû birû dimîne jî dema ku cihekî biçûk ji peyariyekê digre ji bo ku tiştên xwe (cilên destê duyem balê) lê deyne û bifroşe ji hêla zabitayên şaredariyê ve rastî mudaxeleyê tê û tiştên wan belav dikin. Her wiha dide zanîn ku zabiteyên şaredariyê wan bi giştî dişopînin û nahêlin ku tiştên xwe yên ji bo firotinê li ser peyariyan deynin. 
Ew vî karî hêsan nabîne û wê ji xwe re nehilbijartiye lê ji ber rewşa wan a xizaniyê neçar e  bike. Her wiha li gotinên xwe zêde dike û dibêje: "Em jin bi zîhniyeta baviksalarî re dijîn û çiqasî dijwar e ku mirov bi zîhniyetek ku dibîne jinek li kêleka balê (bala El-Frîb) sekiniye berovajî adatên kevnar e ku me bi îradeya xwe ev nêrîn şikand û di nava 10 bazirganên li bazaran de, em jinên îro û siberojê ne ji bo jiyana xweş me bi xwe misoger kir."
“Kêmasî û şerm ew e ku ez parsê bikim”
Her wiha jina bi navê Ilfa. S. ku temenê wê 30 salî ye, zanîngeha bazirganiyê li Tûnisê qedandiye ew di dikanek ku cilên balê difroşe de kar dike û dibêje: "Di vê sûkê de hûn ê çîrokên ecêb ên jinan bibihîzin û dema ku hûn ê êşa jinên di vî warî de dixebitin, ji hemû nûçe û medyayê veşartî dimînin, bibînin hûn ê ecêbmayî bimînin. Di Qada ku karbidest bi heqaret lê dinêrin û nêrîna civakê ya nebaş a li jinên ku di vî karî de dixebitin her dem heye. Min zaningeh qedandiye min tu kar nedît ji ber vê yekê ez neçar mam ku li karekî bigerim û min ew kar di nava peyariyên sûkê de dîtin. Ez cilên balê difroşim û ne tiştekî kemasî yan jî şerm e li gorî min. Kêmasî ew e ku ez her roj destên xwe dirêj bikim û parsê bikim." 
“Ger cilên kevn ji dewletên din hatibin desteser dikin”
Her wiha wê banga rêxistinkirina çarçoveya zagonsazî ji bo sektora ku ji pêncî salî ve li welat heye kir. Bi taybetî ji ber ku qanûna niha di meriyetê de ye, bi biryarnameyek di sala 2005'an de hatiye nûkirin ku nahêle firoşkar di navbera dewletên cur be cur de bazirganiyê bikin û heger were îsbatkirin ku ew cilên balê ji dewletek din hatine kirîn bazirgan tên sekinandin û dest datînin ser tiştên wan.
Jina bi navê Raniya. H. dibêje: "Firotina cil û bergên xebitandî (balê) navgîneke qezenckirina debara jiyanê ye ku jin tevli vî karî bûne di encama şert û mecên civakî û aborî yên li Tûnisê dijîn bi taybetî li gundan ku neçar man koçberî bajaran bibin ji bo pêwîstiyên jiyana xwe pêk bînin em dixebitin. Di vî karî de em rastî pir zehmetiyan hatin gelek caran gotinên nexweş ji me re dibêjin û jinan qebûl nakin."
“Ji bo pêşî li cudakariyê were girtin divê di şert û mercên çêtir de bixebitin”
Her wiha li gotinê xwe zêde kir û got: "Em rêzê ji mafên jinan re digrin li Tûnisê û em ji bîr dikin ka jin çi dijîn. Çi jinên ku cilên balê difroşin, çi karkerên navmalî û karkerên di warê çandiniyê de ku rastî îstîsmarê tên û tên pelçiqandin. Em bi hemû cureyên êrîş û hêrsa ji aliyê kesên ku cilan dikirin re rûbirû dimînin. Dema ku bihayê cilan dibînin, her kes ji bîr dike ku em tenê bazirganên piçûk in. Jixwe kesên ku van cilan tînin sûkê kontrol dikin, bihayê wan ew diyar dikin. " 
Raniya bang li rayedaran kir ku ji jinan re cihên di şert û mercên çêtir de bixebitin diyar bikin da ku pêşî li hemû cureyên newekheviyê were girtin û got: "Ez wekî jineke Tûnisê qet şerm nakim ku li ser peyariya sûkê bazirganiyê bikim." 
Her wiha Fozî .T ya 50 salî ku jê re tê gotin El-Şîxa destnîşan dike ku jina karmend di beşa firotina cilên balê de zirarê dibîne û diyar kir ku jinên di vî warî de dixebitin ji bo dabînkirina jiyana xweş û serbixwe hewceyî piştgiriyê ne.