Jinên Seyîdsadiq cilên ciwan ji firoşgeha “Laçkên Aya” yê digirin

Li bajarokê Seyidsadiq a Silêmaniya firoşgeha Laçikên jinan a bi navê “Laçkên Aya” di xizmeta jinên herêmê de vekiriye. Xwediya firoşgehê Seyran Mehemed da zanîn ku jinên vî bajarokî hemû berê xwe didin vê firoşgehê û got: “Karkirina min ya ji derve li pêşiya temaşekirina zarokan û serdana xizîm û heskiryên min nabe asteg ji ber wê baweriya min bi min heye. Ya giring ewe ku li her cihê ku lê bim bikarim jiyana xwe û ya zarokên xwe dabîn bikim, bêyî ku çavê min bimine li ber destên hinek din.”

HEWAR MEHEMED
Silêmanî -  ji jinên runiştvanên bajaroka Seyîdsadeq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Seyran Mehemed  û keça xweya biçûk Aya tenê ne. Seyranê beriya niha gelek kar kiriye, niha jî ev nêzî 8 mehane li suka Elî Suqîda ya bajaroka Seyîdsadiq ku tenê mêr li vêderê firoşgeh vekirine, ji bo xwe firoşegehek taybet ya ji bo pêdawistiyên jinan ya bi navê ‘Laçkên Aya’ vekiriye. Seyran bi vekirina firoşgehek ya laçkên jina gelek keyfxweşe. Rojane li gel keça xwe ya biçûk tê karê xwe dike û êvarê jî dema ku dibe demê qepatkirina firoşgehê ew ji deriyê firoşgeha xwe digirin û diçin malê.  Seyran a ku her tim li gel keça xwe firoşgehê di veke di derbarê karê xwe de ji ajansa me re axivî.
“Karkirina jinan di aliyê derunî de aramiyê dide çêkirin”
Seyranê da diyarkirin ku wê bi piştgiriya jinên Seyîdsadiq dest bi kar kir û wiha got: “Ez gelek bi karê xwe keyfxweşim,  karkirin ji bo perwerdeya keça min, serdana xizîm û heskiriyên min  nabe asteng. Sedemê vekirina firoşgehek ya laçikên jinan ji ber ez bi xwe jinekim min xwest ku ji bo pêdawistiyên jinan ku nikarin bi dil rihetî herin firoşgehek din pêdawistiyên xwe dabin bikin li vê derê dikarin bi azad pêdawistiyên xwe bi dest bixin. Karkirina jinan di aliyê derunî de aramiyê dide jinan. Di heman demê de çavkaniyek ji bo debara wan tê avakirin û dikarin alikariya derdor jî bikin. Banga min ji jinan re ewe ku hemû jin hewil bidin jiyana xwe bi xwe ava bikin ji bo kar kirinê bila baweriya wan bi wan hebe.”